Serok Mes?d BarzanÓ: Li HerÍma KurdistanÍ alaya ku prensÓbÍn Partiya BaasÍ Ófade
Tarih: 11.12.2007 Saat: 15:17
Konu:


Bi çavdêriya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û wezîrên perwerde,xwandina bilind û bi amadebûna jimareke din ji wezîrên hikûmeta Kurdistanê û serokên zanîngehên Iraq û Kurdistan û biyanî û jimarek ji mamosteyên zanîngehên Kurdistan û Iraqê, bi dirû?ma “ Ber bi pê?xistina xwendina bilind” Konferasa Cîhanî a Xwandina Bilind a Iraqê li hola civînan a li Hewlêrê bi rê ve çû.

Di konferansê de alîkarê wezîrê xwandina bilind  Iraqê Salem Xo?naw, wezîrê xwandina bilind a Kurdistanê Îdrîs Hadî gotarên xwe pê?kê? kirin û tê de behsa girîngiya vê konferansê kirin û amaje bi wê yekê kirin ku armanca vê konferansê bilindkirina asta xwandina bilind a li Iraqê ye.Pa?e serokê herêmê di gotarekê de amaje bi wê yekê kir ku ji destpêka damezrandina Iraqa nû ve herêma Kurdistanê û xelkê wê hewla wê da ye ku a?tî û avadanî û sîstema demokrasiyê li Iraqê de bê bicihkirin.Mesûd Barzanî da zanîn ku ji ber nearamiya rew?a Iraqê gelek mamosta û xwandkarên zanîngehên Iraqê hatine Kurdistanê û xelkê Kurdistanê û aliyên têkildar jî wek erkeke ni?tîmanî hembêza xwe ji bo wan kesan vekiriye. Serok Barzanî di gotara xwe de sedema daxistina ala Iraqê li Kurdistanê ji mamosteyên zanîngehan re a?kere kir û got:” Berî prosesa azadiya Iraqê di civîna aliyên siyasî ên Iraq û kurdistanê de, biryar hate dayîn ku alayeke nû ji Iraqê bê diyarkirin lê heta niha ew biryar nehatiye bicihanîn lewma li Kurdistanê tu alayek nayê bilindkirin ku prensîbên partiya Baasê îfade  bike.Lê eger alayeke nû bê diyarkirin ku hemû neteweyên Iraqê îfade bike hîngê Kurdistanê jî dê bi ?anaziyê ve wê alayê bilind bike.”  





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=695