Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
Tarih: 09.12.2007 Saat: 16:32
Konu:


Çend roj mane bo bidawîhatina dema bicîhanîna madeya 140. Biryar e îro Parlementoya Kurdistanê bangî Lîjneya bicîhanîna Madeya 140 a Parlementoya Iraqê bike bo ku li ser pêngav û çawaniya karê wê lîneyê li hember madeya 140, gotûbêjê bikin.
Di vî warî de serokê Lîneya pêwendiyên derve yê Parlementoya Kurdistanê Arêz Abdola di daxuyaniyekê de wiha axivî:


   “Parlementoya Kurdistanê bangî Lîjneya bicîhanîna Madeya  140 a Parlementoya Iraqê kiriye, bo ku qala wan pêngavan bikin ku bo bicîhanîna wê madeyê avêtine û her wiha behsa wan astengiyên ku hatine pê?iya bicîhanîna wê madeyê dê bê kirin.” “Runi?tina îro, runi?tineke girîng e çimkî dê ji Parlementoya Kurdistanê re hemû ew alogorên ku di demên borî de hatin kirin bên a?kerekirin. her wiha dê a?kere be ku gelo dê di van çend rojên ku mane, referendum bê pêkanîn yan helwesta Parlementoya Kurdistanê dê çawa be li hember taloqkirina wê madeyê.”“ Wekû diyar e çend roj mane bo bidawîbûna dema bicîhanîna madeya 140 û em bêguman in li wê yekê ku yên ku li dijî bicîhanîna madeyên Destûrê ne, heta ku dikarin dê astengiyan di pê?iya bicîhanîna madeyan de çê bikin. Em jî wekû xelkê Kurdistanê pêbend in bi hemû made û bendên Destûrê ve û bi ya me xwevedizîn li bicîhanîna madeya 140, xwevedizîne li hemû made û bendên din ên Destûrê.”Di derbarê pirsa, gelo eger madeya 140 neyê bicîhanîn, serokatî, xelkê Kurdistanê û Parlementoya Kurdistanê dê çi bike? Abdolah got:”Bêguman, ne xelkê Kurdistanê ne jî serokatiya siyasî a Kurdistanê bi wê yekê razî nabin û dive her bê bicîhanîn. Em niha çaverê dikin ku di runi?tina îro de Lîjneya Parlementoya Iraqê hemû detayên xwe bo me a?kere bike û wê demê Parlementoya Kurdistanê jî dê helwesta xwe nî?an bide.Ya girîn ew e ku nabe, ew madeye neyê bicîhanîn.”





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=687