TEVKURD DADGEH DIBE !
Tarih: 05.12.2007 Saat: 21:01
Konu:


Îbrahîm GUÇLU(ibrahimguclu21@gmail.com)“….  TEVKURD,  tevgereke yekîtiya neteweyî ya kurd e. Di serî de mafê serwerî tê da hemû mafên kolektîf yên neteweya kurd diparêze û li d?jî êrî?ên ku li hemberî neteweya kurd pêk tên,  derdikeve û wan êrî?an tewanbar dike.”

                           JI DOZGERÊ KOMARÎ YA D›YARBEK›RÊ RE,   Wek tê zanîn pi?tî ku li Iraqê dewleta federal û li Ba?urê Kurdistanê dewleta federe ava bû, dewleta unîter ya neteweyî ya tirk siyaseta xwe ya edetî ya dîrokî ya kolonyalîst li hemberî neteweya kurd tûj û nûtir û xurttir kir. Ji bona ku dewleta federe ya Kurdistanê bê hilwe?andin û Kerkûk bi Herêma Federa ya Kurdistanê re nayê girêdan, li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê me?and.   Dewleta Komarî ya Tirkiyeyê ji bona ku li Herêma Federe ya Kurdistanê girêdayî PKKê operasyonekê pêk bîne di meclîsê de biryar girt, ji bona vê “tezkere” pejirand. Lê beriya “tezkereyê” berpirsiyarên sivîl û ekserî yên dewletê diyar kiribûn ku li Herêma Federe ya Kurdistanê armanca stratejîk PKK ênîn e, Dewleta Federe ya Kurdistanê ye.    Pi?tî tezkereyê, bi helwest û pi?tgiriya serokerkanî, hukumeta li ser hukum û muxalîfan, hemû sazî û hêzên nîjadperest û ?owenîst sendromek bi civatê hat jiyandin. ?erekî gi?tî hat bi dar xistin, neteweya kurd bû hedefa tîrên hêzên nîjadperest û kolonyalîst. Nîjaperestî hat xurtkirin û ge? kirin.    Bi van bûyeran, ji bona gelê kurd pêvajoyeke xeter dest pê kir. Dewleta Komarî ya Tirkiyeyê ji bona ku li Herêma Federe ya Kurdistanê opresyonê çê bike propagandaya xwe xurt kir, ji bona operasyonê dest bi haziriyekê kir. Ev haziriya jî gelek a?kere û bi awayekî ji dervayî huquqê û mafên mirovî hat domandin.   Meclîsa TEVKURDê ev rew?a ji çav derbas kir û biryar da ku di derheqa van pirsên jîyanî û stratejîk de bîrûreyên xwe ji reya gi?tî ya Tirkiyeyê û Kurd re diyar bike; bala gelên Tirkiyeyê bik?îne ser xeteriya vê pêvajoya ?er.    Ji bona vê biryar da ku di 31. 10. 2007-an de li kolana hûnerê li ber AZC Plazayê civîneke çapemenî ya kîtlewî pêk bîne. Di encamê de jî ev civîna pêk anî. Di civînê de li ser navê Meclîsa TEVKURDê min bi kurdî û nivîsikî daxuyaniya TEVKURDê pê?kê? kir. Di hemendem de ev daxuyaniya ku min ji kîtleyê û çapemenî re pê?kê? kiribû, bi tirkî jî pê?kê?î kîtleyê û çapameniyê bû.   Ev daxuyaniya ku min ji kîtle û çapamenî re pê?kê? kiriye, karekî ?exsî nîn e, karekî kolektîf e. Lê wek kes, wek endamekî Meclîs û Komîteya Rêvebir yê TEVKURDê ev daxuyaniya di destê we de ye, di hemendem de bi fikrên min yên ?exsî re jî sedî-sed li hev dike.    Ez serbilind im ku min li ser navê TEVKURDê ev daxuyaniya hêja û naverokdagirtî pê?kê? kir. Ez bi xwe bi her rêz û pêyva vê daxuyaniyê re me. Di daxuyaniyê de hem maf û berjewendiya neteweya Kurd li bakurê Kurdistanê û li tevayî Kurdistanê hatiye parastin, him jî mafên min yên ?exsî jî hatiye parastin. Lewra ez jî wek kesekî be?ek ji neteweya kurd ê serbilind im.Bîrûreyên di daxuyaniya TEVKURDê de hatine ser zimên, rasyonalîst, rasteqîne û realîst in. Her bêje û pêyveke daxuyaniyê bi gelek hi?yarî hatine hilbijartin û daxuyanî bi ew bêjên xwe? hatiye xemilandin û hûnandin.   Di daxuyaniyê de rastî û siyaseta dewleta komarî ya Tirkiyeyê bi awayekî gelek objektîf tê tespît kirin û tê gotin ku “dewleta tirk û hukumetên wê, di 27 salên dawî de bi sedem/ hinceta teror, bi navê jiholêrakirina heq û huqûqan, di polîtîkaya êrî? û pelixandinê de israr kiriye, mafên gelê kurd tune hesab kiriye, mîlîtarîzma Tirkiyeyê xurt kiriye û bi vê sîyasetê rêvebirîya welat kiriye destê esker û bûrokrasiya sivîl. Niha jî eynî zîhnîyet kiryarên PKKê wek sedem nî?an didin û hukumeta Federa ya Kurd û deweleta Iraqê ya hukumdar tehdîd dikin û dixwazin ku di navbera Kurdan de birakujîyeke nû biafirînin.”   Dîsa di daxuyaniyê de armanca ?erê Tirkiyeyê te diyar kirin û tê gotin ku “armanca ?erê Tirkiyeyê ya yekdengî, bi qasî ku hilwe?andina Dewleta Federe ya Kurd dixwaze ewqas jî dixwaze pê?î li azadiya Kurdistana Bakur bibirre. Ji ber vê yekê, li ser civata Kurd ên li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê kiryarên tirsehêz û bêdengkirinê tên ajotin.”   Daxuyaniya TEVKURDê,  bûyerên li sînora Kurdistanê hatine qewimandin û le?ker hatine ku?tin û ji bona ku li Herêma Federa ya Kurdistanê operasyon pêkanînê sedem tê nî?andan, bi ?ik lê mêze dike. Ev jî diyar dike ku dewleta komarî ya Tirkiyeyê bi xwe van bûyeran dikare organîze bike, provakasyonan pêk bîne û li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê planên xwe bi cîh û cîh bike.   Di daxuyaniyê de helwest û vatiniyên pêk bên jî tên diyar kirin û tê gotin ku “ji ber pêdiviya zanîna neteweyî û berpirsiyariya dîrokî, herkesên ku xwedî nasnameya Kurd in û hemû hêzên polîtîk ên kurd, divê li qezenca hevpar a neteweya kurd ango dewleta Federe ya Kurd xwedî derên û ji bo îstîkrara Kurdistanê pi?tgiriyê bikin. Ev berpirsiyarîya dîrokî, PKKê jî tê da, li ser milê me hemûyan e.”   TEVKURD di daxuyaniya xwe de ji dewlet û hukumet û muxalefetê daxwaz dike ku ew “li defa ?er nexin û gelê Tirk provake nekin, bo huqûqa navneteweyî rêz bigrin û hewil bidin ku pirsgirêkan bi hevdîtinên a?tîyane û diyalogê çareser bikin.”     Di encamê de “TEVKURD bang dike ku merivên bi wîjdan ên Tirkiyeyê li hember operasyon û dagirkirina Kurdistana Ba?ûr bêdeng nemînin û pi?tgiriya gelê Kurd bikin.”  Encam:Ev civîna çapamenî ya di 31.10.2007-an de ji aliyê TEVKURDê de hatibû bidarxistin û daxuyaniya di civînê de hatibû pê?kê? kirin jî, di vê çarçewê de ye. Ev yeka jî divê di çarçewa azadiya fikrî, xweîfadê kirinê de bê ?irove kirin.    Di derheqê vê daxuyaniyê de lêpirsîn kirin, li dijî Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê, krîterên Kopenhagên, biryarên dadgeha Ewrupayê û peymanên din yên navneteweyî ye. Divê ev lêpirsîna bi dozvekirinê encam nebe, bi “bêtakibîyê” encam be.   Di rew?ên wusa de û lêpirsînên di ev ewhalî de him ji aliyê we de û him jî ji aliyê gelek dozgerên din de encama lêpirsînê, biryara doznevekirinê hatine girtin. Ez ji bona vê jî daxwaz dikim ku ev lêpirsîna ji holê rabe.04. 12. 2007





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=679