Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
Tarih: 03.12.2007 Saat: 13:22
Konu:


Duhî bi serokatiya serokomarê Iraqê Celal Talebanî û bi amadebûna her du cîgirên serokomarê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Tarîq Ha?imî, serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û nûnerên fraksiyonên Parlementoya Iraqê, Civata Siyasî a Ewlehiya Ni?tîmanî li hev civiya.

Di civînê de nîqa? li ser hin meseleyên siyasî ên girîng û wan meseleyên ku pêwendiya wan bi rew?a jiyana xelkê Iraqê ve heye, hate kirn.Di vî warî de çavkaniyekê ji civînê ragihand ku di civînê de her kesî nîrînên xwe li ser nûkirina dema mayîna hêzên pirnetewe di Iraqê de anîn ser ziman û biryar jî hate dayîn ku lîjneya pêncqolî a (YNK-ê, PDK-ê, Civata bilind a îslamî ya Iraqê, Partiya îslamî a Iraqê û Partiya Dewa a îslamî) dest bi kar be û bi armanca zêdetir pê?vebirina prosesa siyasî û a?tbûna ni?tîmanî li seranserî Iraqê di sazkirina civînên xwe de berdewam be.  Wê çavkaniyê got:"Di be?eke din a civînê de pêwîstiya parastina Makedestûra Iraqê hate dubarekirin û tekîd hate kirin ku rê bi tu aliyekî nayê dayîn ku madeyên Destûra Bingehîn a Iraqê binpê bike."





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=675