PlanÍn Erdogan yÍn Áekberdana PKK-Í zelal dibin
Tarih: 20.11.2007 Saat: 23:24
Konu:


Rojnameya Taraf a ku li Tirkiyeyê nuh dest bi jiyana we?anê kiriye û ji bal gelek rojnamevan û nivîskarên naskirî û cidî yên Tirkiyeyê tê derxistin, radigihîne ku hêdî hêdî planên serokwezîrrê Tirkiyeyê Receb Tayyib Erdogan ên destjiçekberdana PKK-ê diyar dibin.

Li gor rojnameyê, çavkaniyên nêzî serokwezîr zelalkirinek xist palnên Erdogan ên çekberdanê. Li gor vê, berê ê du ?ertên Erdogan ji bo DTP-ê hebin:- Divê DTP ferqekê têxe navbera xwe û PKK-ê û terorê- DTP divê bangî PKK-ê bike ku PKK çek deyneEger ev bê kirin Erdogan amade ye di mesela vekirina pakêta demokrasiyê de hevkariyê bi PKK-ê re bike. Li gor derûdora Erdogan, gava pê?î divê ew be ku PKK çek berde, yan çek bi wê bê berdan.Eger ev bibe ê dest bi demokratîzebûnekê bê kirin ku hin xalên wê bi guhertina destûrê ve bestî ne. Di projeyê de efuyeka ku Abdullah Öcalan jî bigire nav xwe nîne. Çavkaniya nêzî serokwezîr Erdogan wiha dibêje:” Divê kes ji me nexwaze ku bila Ebdullah Öcalan jî serbest bê berdan. Libendêbûna efuyeka gi?tî jî ne waqiî ye. Divê xeyala vê nekin”Ji dêlva vê ve, ê hin çaksazî di qanûna heyî ya bi navê ‘qanûna vegera bo malê’ de bê kirin, yan hin madde lê bên zêdekirin. Hin qanûnên nuh jî dikare bên derxistin.Emîne Ayna parlamentera DTP-ê a Mêrdînê û hevseroka nuh a DTP-ê gazî serokwezîr Erdogan kir, got “projeya xwe bînin em pi?tgiriya wê bikin”. Ayna got “Eger kanalên siyasetkirina li bajaran vebin em ê destekê bidinê. Em amade ne ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hevkariyê bikin.”Îro serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyib Erdogan di civîna gruba parlamentoyê ya partiya xwe de axaftinek kir û bêyî ku nav bide gazî DTP-ê kir ku ew mesafeyekê têxe navbera xwe û PKK-ê, li hemberî çekhilgirtinê raweste. Wî got du rê li ber we ne, yan hûn ê bibin hevalên çekhilgiran yan hûn ê bibin hevalên a?tîxwaz û demokratîxwazan.netkurd





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=643