MUHEMMED IHSAN: EM D  HEM€ P DIV Y N BI CIHANŒNA REFERANDUMA KERK€K  BERDEST BIK
Tarih: 19.11.2007 Saat: 15:36
Konu:


Wezîrê kar û barên derve yên herêma kurdistanê Dr. Muhemmed Ihsan ragihand, ku komîteya bilinda maddeya 140 a destûra herdemîya Iraqê bi hevkarîya li gel komisyona bilinda hilbijartinê, dê berî sozê destnî?ankirî hemû pêdivêyên bi cihanîna referanduma kerkûkê û deverên dinên dabirrayî yên herêma kurdistanê berdest bike. Li angora ajansa Eswatuliraq jî, Muhemmed Ihsan daye xuyakirin ku dê arê?eya bajêrê kerkûkê bi referandumê bihê çareserkirin û biryar weha hatiye dan, ku di 31, 12 / 2007 de bihê encamdan.

   Herweha jî, dê di heman demê de çarenivîsa parêzgeha kerkûkê û deverên dinên dabirrayîyên herêma kurdistanê bihê destnî?ankirin.
  Muhemmed Ihsan got: hukûmeta Iraqê alîkarîya me kiriye.. belê alîyên dinên rêvebirîyê yên fermangehên fermîyên nêv hukûmeta Iraqê rêzê li biryarên serokatîya encûmena wezîrên Iraqê nagirin.. ev jî bûye kelemek û dihêle ku kar û barên taybetî yên maddeya 140 bi sistî pêk bihên.
  Encûmena nûnerên Iraqê jî biryar da, ku pê?wazîya komîteya bilinda taybetî ya maddeya 140 bike û mêvandarîya wê li parliyamentê bike, da ku reporta xwe ya di evê bareyê de pê?kê? bike û pirsên hilawîstî bi hêminî û aramî bihên çareserkirin. PNA





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=640