Baykal dikare bibe mÍvanÍ TalebanÓ
Tarih: 14.11.2007 Saat: 20:12
Konu:


Serokomarê Iraqê Celal Talebanî li Misirê, li ser beyanên dawî yê serokê CHP ê Deniz Baykal daxuyaniyek belav kir. Talebanî wisa axifî:

   Di axaftina serokê CHP Deniz Baykal de, gelek aliyên erênî hene. Bi baweriya min beyana wî, ji bo pê?ketina têkiliyên Iraqê û Tirkiyê dê bibe alîkar. Di nava kurda û tirka de dê encamên erênî bi dest bixîne. Tansiyona bilind a ji ber terorê dê kêm bike.    Deniz Baykal serokê CHP ê ye. Ez û ew, em endamê Sosyalist Enternasyonalê ne. Nêrînên me yê wekhev hene. Ez bi beyana serokê partiyek e wisa ku eleqatên kurd û tirka bi hêz dike, pir memnun bûm. Dema niwênerê me vegere Tirkiyê, ez ê spasiyên xwe pê?kê?î Baykalî bikim. Gava Baykal bixwaze were Iraqê û bibe mêvanê me, bê kêfxwe?î em wî dawet dikin.                                     Talebanî:Krîza Iraq û Tirkiyê bi dawî hatSerokomarê Iraqê Celal Talebanî ji bo serdanekê çû Kuweytê. Serok Talebanî li Kuveytê bersiva rojnameya Errai da. Li ser krîza di navbêra Tirkiyê û Iraqê wisa go: Krîza di navbêra Iraq û Tirkiyê bi dawî hatiye û têkiliyên herdu welatan ber bi ba?iyê ve diçe.    Rew?a Iraqê jî ber bi ba?iyê ve diçe. Hêza le?kerî û a ewlekariyê têne organîzekirin. Ji bo berdewama vê rew?a erênî, hewildana pir alî ji awira lihevhatin û hevfêmkirina navxweyî pêwîst e.    Li gelek herêmên Iraqê rew?a ewlekariyê ba?tir bûye. Ji bo yekîtiya welêt û rew?a ewlekariyê, pêwîstî bi hêza Emerîkayê li Iraqê heye. Dema hêzên Iraqê piralî xurt bibe, hêzên hevalbend dikarin hêdî hêdî xwe bik?înin. Xwe ki?andina wan dikare dawiya sala li pê?iya me were rojevê (Zarathustra News). 





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=622