HevdÓtina Bush ? Erdogan
Tarih: 06.11.2007 Saat: 10:10
Konu:


Duhî êvarê li Ko?ka Spî Serokê DYA-yê George W. Bush û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan li hev civiyan.Civîn seat û nîvek domand û pi?tî civînê Bush û Erdogan civîneke çapemeniyê li dar xistin.Her du serok mesaja 'Bo teko?îna li hemberî PKK-ê dê pê?engî ji hevpariya îstixbaratê re bê dayîn' dan.

Mesajên ku li civînê derketin ew in-Li hemberî PKK-ê dê pê?engî li hevparkirina îstixbaratê bê dayîn.-Di navbera Amerîka, Tirkiye û Iraqê dê mekanîzmayeke le?kerî bê danîn.-PKK rêxistineke terorêye û dijminê Tirkiye, Iraq û Amerîkaye.Daxuyaniya BushSerokê DYA-yê Bush got:"PKK rêxistinekî terorê ye û dijminê Tirkiye, Iraq û Amerîkayê ye.Me li gel Serokwezîr Erdogan bo hevpariya îstîxbareteke ba? em ê çawa kar bikin, axivî.Bo qetilan bigirin pêwîstiya îstîxbaratê heye."Bush teko?îna li hemberî PKK-ê girîngiya mekanîzmaya sêqolî anî ser ziman û ragihand jî di navbera Tirkiye û Amerîkayê de komîteyeke koordînasyonê ya bilind ya le?kerî bê pêkanîn. Ev komîte dê ji Cîgirê Serokerkanê Amerîkayê, Serokerkanê du yê Tirkiyê û  Fermandeyê Hêzên Amerîkayê yê li Iraqê general Petreous pêk bê. Bush di axaftina xwe de girîngiya îstîxbaratê anî ser ziman û got:"Divê arte?ên me berdewam di nav pêwendiyan de bin.Divê çavkaniyên aborî yên PKK-ê hi?k bikin."
'Ger Tirkiye operasyon bike'
Li ser pirsa 'Ger Tirkiye operasyoneke pêk bîne reaksiyana wê çawa be?' Bush got:"Ez ji pirsên ku xwe dispêrin îhtimalan hez nakim. Me li gel Erdogan ji bo ku em ji heqê problema PKK-ê derkevin li ser 'em dikarin çi bikin', axivîn. Îstixbarat pir giring e. Gava sereke hevpariya îstixbaratê ye.Eger îstixbarateke ba? nebe em nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Bi bikaranîna teknolojiya modern ve dikarin pir bi hêsanî heqê vê meseleyê derkevin."
Bush balki?and li ser wê yekê jî karê hevpar pir girîng e û di serbestberdana le?kerên tirk de jî ew yek girîngiya xwe nî?an daye.
Bush ragihand jî ew kar li gel Herêma Kurdistanê jî dikin û bo rawestandina PKK-ê jî ew hevkarî pir girîng e.
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan jî ragihand ku hikûmeta wî bi pi?tgiriya parlementoyê ve li 17-ê Cotmehê de biryara tezkereyê daye û got:"Ew operasyon dê tenê li hemberî PKK-ê be.Bi tu ?êweyek li hemberî kesên sivîl nîne."
Erdogan jî balki?and li ser wê yekê ku hevpariya îstîxbaratê pir girîng e û got:"Di vî warî de ?irîktiya me ya stratejîk pir girîng e.Ji ber ku îlankirina PKK-ê wek rêxistineke terorê û teko?înkirina li hemberî PKK-ê merc e."






Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=580