Komiteya PDK-Bakur ya Almanya serdana Komela Mala Kurda kir
Tarih: 31.10.2007 Saat: 22:41
Konu:


Doh êvarê (30.10.2007) endamên Komiteya PDK-Bakur ya Almanya serdana Komeleya Mala Kurd li Kolnê kir. Hefteya buhorî fa?istên Tirk xwestin hêrî?ê Komeleya Mala Kurd bikin. Li gor agahdariyên ku berpirsiyarên Komelê dane ?anda PDK-bakur, berî hêrî? bibe, wan agahdarî girtine û welatparêzên Kurd tedbîran girtine. Fa?istên Tirkçî nekarîbûne nêzîkê Komeleyê bibin.

Di ?andeya PDK-Bakur de Rêzan Amedî, Hêja Dêrîkî, Ednanê Efrînî û Bawer E. cîh digirt. Siyasetvan û nivîskar Bayram Ayaz jî bi ?andê re serdana Komeleyê kir. Nûnerê Malpera Netkurdê Sefîq Oncu jî li gel vê serdanê bû. Sefîq Oncu, derbarê vê serdanê de di malpera Netkurdê de van agahdariyên jêr digihîne xwendevanan:
Li ser navê ?andeya PDK-Bakur Ayaz axivî û got; ev 20 sal in ku pîyê wî derbasî Komeleyek ku li ser xeta rêxistinek siyasî ye  nebû ye, ew îro li vê Komeleyê ye û sebebê hatina wî jî ev e ku ev Komele ji bo Komeleyek kurda ne, bûye armanca êrî?a tirkên nîjadperest. Ayaz bi berdewamî got ku ew di rojek ku tirkên kemalîst, milîtarîst û ultra nasyonalîst, hemû sazî, dazgeh û destkevtîyên kurdan dane pê?îya xwe û ji bo ku kurd in êrî?a dibin ser kurdan, destê biratîyê dirêjî her kurdekî dikin û  êrî?a ser Mala Kurda ?ermezar dikin û pi?tgirîya xwe bi Mala Kurd re diyar dikin. Di berdewamîya axavtina xwe de li ser diyalog û hevkarîya navbera kurdan rawestîya û got; çewa tirk dema pirsgirêka kurd tê rojevê, hemû dijberî û nakokîyên xwe datînin alîyekî û bi hev re tevdigerin, divê kurd jî di rojên weha de li rê û rêbazên hevkarîyê bigerin, mil û pi?t bidin hev da ku karibin êrî? û leyistikên dijmin pûç derxin. Bayram Ayaz di dawîya axavtina xwe de destnî?an kir ku hêvî dike pêla van êrî?ên dijmunayane ji nêzîkbûna kurdan jî bibe wesîleyek û ew ê bi xwe jî û wek PDK-Bakur jî di vî warî de erkên bikevin para wan, bi dilpakî bicîh bînin. Birêvebirên Mala Kurd jî kêfxwe?îya xwe diyar kir û ji birêvebiran Hemîd got; Ew bi serdana ?andeyê gelek kêfxwe? in, ji bo vê helwesta dostayane û kurdewarî spas dikin. Hemîd jî di axavtina xwe de li ser pêwistîya diyalog û hevkarîya navbera hêzên kurd rawestîya û got; dewleta tirk û tirkên nîjadperest li welat û dervayî welat êrî?an tînin ser kurdan, dixwazên sazîyên wan ji hev bixin kurdan çavtirsonekî û demoralîze bikin. Hemîd bi berdewamî got; rew? hesas û dijwar e lê ev rew? dikara ji bo hevkarîya kurdan bibe sebeb û ew ji bo dialoga di her sewyeyî de amade ne. Birêvebirê Mala Kurd li ser êrî?a roja yek?emê jî agahdarî da û got; jiber ew zû bi êrî?ê hesîyan wan rê neda ku êrî?ker bighêjin lokala Komelê, wan li serê kolanê midaxaleyî êrî?keran kirîye û êrî?kera nikaribûye zerarê bide Komelê. Hemîd destnî?an kir ku îhtîmala êrî?ên nû jî hene lê ew jî tedbîrên pêwist werdigrin û ew ê Komela xwe biparêzin.Hemîd di derbarê birîndarên kurd de jî got; tenê kurdek birîndar bûye û birîna wî jî sivik e. Di domahîka hevûdîtinê de herdu alîyan ji daxwaz û hêvîya berdewamkirina diyalogê dupat kir. Weka tê zanîn Mala Kurda roja yek?emê bibû armanca tirkên nîjadperest û di encama pêvçûnê de heft kes birîndar bibûn.” Malpera Avestakurd jî bi balkêsî vê serdanê sopand û derbarê serdanê de nûceyek wesand.  






Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=553