ZebarÓ: Planek e ne e?kere a TirkiyÍ heye
Tarih: 30.10.2007 Saat: 15:11
Konu:


Ji bo çareserkirina pirsgirêkên nav Iraq û Tirkiyê, heyetek Iraqî ku di nav wan de rêvebirên Herêma Kurdistanê hebû, hefteya derbasbûyî serdana Tirkiyê kiribû.

Li gorî nûçeyên gihi?tine destê me, Iraqê, pê?niyar kiribû ku, ji bo rêlêgirtin û ¨pirsa îhlalkirina herdu sînoran, dikare sînorê di navbêra Iraq û Tirkiyê ji aliyê hêza navdewletî bê parastin. Lê Tirkiyê, bi neyênî nêzî pê?niyarê bûbû û ji heyeta Iraqê xwestibû ku, rêvebirên PKK ê teslîmî Tirkiyê bike. Ji civîna herdu aliyan çi encam nehatibû destxistin.    Li ser pirsê û encama serdana heyeta Iraqê, Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Ho?yar Zebarî bi BBC re axifî. Zebarî anî zimên ku, Tirkiyê pê?niyarên Iraqê li ber çavan negirtiye û eleqe nî?an nedaye ku wan binîrxîne. "Tirkiyê, ji Iraqê dixwaze ku rêvebirên PKK ê bêne teslîmkirin. Lê em nikarin vê daxwaziya Tirkiyê bi cî bînin. PKK yî ne di kontrola me de ne. Ew, xwe li çiya vedi?êrin û çekdar in. Pirs ciddî ye. Tehdîta Tirkiyê a operasyonê jî nî?an dide ku, Tirkiyê, ji bilî têko?îna li dijî PKK, planek e xwe heye. Plan ne e?kere ye û ev yek li cem mirovan dibe cihê ?ik û ?upheyan".    Zebarî di dawiya axaftina xwe de anî zimên ku, gavek e wisa a Tirkiyê dê di nava herdu welatan û herêmê de bê îstiqrariyê pêk bîne (Zarathustra News).





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=546