HevbendÓ`ye li London KonferansekÓ serkeftÓ pÍk anÓ
Tarih: 25.10.2007 Saat: 00:15
Konu:


Hevbendîya partî û rêxistinên bakurê Kurdistan, bi bê?darîya zêdetirî 100 welatparêzên kurdistanîDi 21.10-2007 da li paytexta Îngîlîstanê li komela Komkar konferansek li darxist.Axaftvanên konferansê nûnerê Hevbendîye, birêz, Dr Musa Kaval û sîyasetvan û nivîskarê kurd, birêz Bayram Ayaz bûn.

       Dr, Musa Kaval di axaftina xweda bi taybetî li ser kar û xebata hevbendî ya dîplomadîk û qada navneteweyîda karê lobîyên kurd sekinî. Musa Kava nêrîna xwe wiha anî ziman, Di rew?a ku îro cîhan têda derbas dibe da karê dîplomasî û xebata lobîîzmê kerê herî berbicav ku tesîra xwe li ser dîzayna sîyaseta navdewletî dike ye. Ji ber vê yêke jî gere em kurd li herderê û seranserê cîhanê giranîya xwe bidin ser karê dîplomasî û xebata lobîtîyê. Gere her kurdek li gor ?ert û mercên xwe, ji bo Kurdistan wek wezaretekê bixebite, dostên gelê kurd zêde bike yên hene jî pêywendîyên xwe hîn xurttir bike.Dijminên gelê kurd bi hemû hêza xwe û bi înformasyonên xwe yên xelet û ne rast dide welatên cîhanê û bi taybetî jî YE.Em jî wek Hevbendî li gor teqeta xwe YE û cîhanê li ser rew?a gelê kurd agahdar dikin. Em di gelek waran da serdikevin û gelek caran jî, ji ber ku em milletekî ne xwedî dewleti jî alozîyên mezin derdikevin pê?îya me.. Kemasîya me kurdan ya herî girîn eveye ku heya niha kurdên Kurdistana bakur di çarçeva berjewendîyên neteweyî yên mû?terek da nehatine ba hev û du serîtî heye. Bê sik serkeftina me hemûyan bi sîyasetekî  neteweyî û mûsterek da derbas dibe. Cûdabûn û tîfaq me hemûyan bi hevra pa?da dibe.       Bayram Ayaz jî nêrîna xwe wiha dîyarkir, wek mînak divê hemû kurd, partî û rêxistinên kurdistanî li ser vê teskereya dewleta tirk gelek hi?yar bin û ji bo alemê bidin dîyarkirin ku, dewleta Tirk PKK bo xwe dike hacetekê ku Kurdistana ba?ûr dagir bike. Di eslê xwe da hebûna kurdan pirsgirêka herî mezin ya dewleta Tirk e. Dewleta tirk tahamûla destkeftîyên kurdan li ba?ûr nake, tahamûla serokoyatîya sîyasî ya gelê kurd nake ku di qada navdewletî da îtîbar bibînin,  ji ber vê yêkê jî gere em bo hemû cîhanê bidin dîyarkirin û fehm kirin ku pirsgirêka tirkan ne PKK ye, bil ekis hebûna milletê kurde û ji holê rakirina paradîkmaya neteweyî, mîllî û Kurdistanî ye.      Ji ber vê yêkê jî, divê gelê kurd yêkîtîya nav xwe pêkbîne, roj roja birayetîya kurdane, Îro erka herî girîng li ser milê hemû kurdan bi hemû hêza xwe parastina Kurdistana azad û serokatîya sîyasî ya Kurdistanê ye.. Ez gazî li hemû, sîyasetvan û ronakbîrên kurd, partî û rêxistinên Kurdistanî  û hemû gelê kurd dikim û dibêjim dem dema yêkîtîyêye,dem dema di zûtirîn demda sîyasetekî  hevbe?, mîllî û neteweyî pêkanînêye.Konferan bi pirsên bê?darvanan dewlementir bû û li gora nêrîna bê?darvanan jî berhemên gelek ba?  Ji konferansê hatin girtin û hêvîyek mezin çêbû ku kurdên London ji berhemên konferansê sûd wergirin û di karê xwe yên dîplomatîk û lobîtîyêda bi kêr bînin.Herwiha herdû axaftvanan ji bo amadekirina konferabsê sipasîyên xwe pê?kê?î  komîtên PSK û PDK-bakur li Îngîlîstanê kirin, hêvî û daxwaz kirin ku konferans û civînên bi avayî li seranserî Avrûpa bên pêk bên. Tarik u Azad ji London21.10-2007





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=525