Mesr?r BarzanÓ: Heger Tirkiye me ji xwe re bike hedef Ái ji destÍ me bÍt em dÍ b
Tarih: 24.10.2007 Saat: 11:38
Konu:


HEWLÊR, 24/10 2007 — Serokê Ajansa Parastina Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneka digel kanala El-Cezîre ya ingilîzî de duhî got hikûmeta herêma Kurdistanê ji kiryar û hebûna PKK-ê ne berpirs e û got heger Tirkiye bi çi bihaneyê jî be êri?î herêma Kurdistanê bike kurd dê ji bo parastina xwe her ti?tî bikin.


Mesrûr Barzanî di heqê problema PKK-ê û Tirkiyeyê de û ka kurd dê ji bo vê problemê çi bikin got:
— Destê me di afirandina vê problemê de nîne û ji ber hindê ez nizanim çima ji me têt pirsîn ka em dê çi bikin. Em dê parastinê li xwe û helwêst û prensîpên xwe bikin û me navêt têkiliyên me digel Tirkiyeyê xirab bin.

Di heqê tesîra ba?ûrê Kurdistanê li ser PKK-ê jî Mesrûr Barzanî got:

— Em ne berpirsê her daxuyaniyeka ko ji aliyê PKK-ê ve derdikeve ne. Di demên borî de jî hertim me gotiye ko em li dijî ?idetê ne û bi qenaeta me PKK nikare bi ?idetê û karên eskerî ti?tekê bi dest bixe û ev herêm jî ber bi serketinê ve naçe. Lewra jî em wan te?wîq dikin ko diyalog û danûstandineka a?tiyane digel Tirkiyeyê bikin çimkî ev problem problemeka siyasî ye û ne problemeka eskerî ye û bi rêyên eskerî çareser nabe.

Mesrûr Barzanî di heqê ka gelo kurd dê qebûl bikin ko Tirkiye operasyoneka ve?artî li ser axa herêma Kurdistanê li hemberî PKK-ê bike got:

— Wekî min gotî, ew problema ne ya me ye, ew problemeka nêvxweyî ya Tirkiyeyê ye digel hemwelatiyên wê. Heger hat û Tirkiye hinek karên ba? bike û bi rêyeka cida li kurdan tema?e bike û hemî kurdan PKK-yî nehesibîne hingê bi qenaeta min gelek daxwaz dê bêne pêkanîn. Em ne be?eka vê problemê ne çimkî berî ko hikûmeta herêma Kurdistanê ava bibe PKK hebû, yanî ew ti?teka wisa ye ko hikûmeta herêma Kurdistanê jê ne berpirs e û em nabin be?ek ji wê problemê û em rê nadin ti kesê jî vê problemê bînin nêv me.

— Em hêvî dikin ko Tirkiye problemên xwe neîne nêv herêma me lê belê heger her bi çi sebebî be me bikin hedef ji xwe re, yanî heger hikûmeta herêma Kurdistanê bikin hedefa operasyoneka eskerî ya mezin hingê ji bo parastina xwe em dê her ti?tî bikin.

Tirkiye bi her minasebetê dixwaze hikûmeta Kurdistanê berteref bike û dibêje ko hikûmeta Bexdayê tenê mixateba wê ye. Kurd jî ji vê siyaseta dijminane ya Tirkiyeyê aciz in û Mesrûr Barzanî di heqê danûstandinên Tirkiyeyê û Iraqê de got:

— Her mizakereya ko Iraq digel Tirkiyeyê yan welatekê dî yê cîran di heqê herêma Kurdistanê de bike divêt bi cidî raya kurdan bêt wergirtin ji ber em be?ek ji vî welatî ne û em dê pi?tgiriya her hevdîtinekê û peymanekê bikin heger ew bi mi?awereya digel hikûmeta herêma Kurdistanê bêt kirin. Lê belê wekî nimûne, heger bêyî be?dariya herêma Kurdistanê hevdîtinek yan peymanek bêt kirin hingê herêma Kurdistanê nabe pêgira wê.






Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=515