Doza me?a Amed-XaburÍ Qonaxa dawÓ de ye...
Tarih: 14.10.2007 Saat: 16:23
Konu: PHP-Nuke


Îbrahîm GUCLU/ Di van rojên dawî de jî, operasyona Komara Tirkiyeyê li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê bûyereke rojane ye. Civata Wezîrên Tirkiyeyê ji bona ku le?ker bikare li Herêma Federe ya Kurdistanê operasyonê pêk bîne, dixwaze ji meclîsê îzin bigre.

    Ev operasyona bi salan e ku tê amade kirin. Ji bona operasyonê sedema xuyayî PKKê tê nî?an dan. Sedema bingehî ya operasyona Komara Tirkiyeyê, avabûna Herêma Federe ya Kurdistanê û Referandûma Kerkûkê ye. Komara Tirkiyeyê ji bona vê di destpêka sala 2006-an de 250.000 le?ker li tixûba Bakurê Kurdistanê û Ba?urê Kurdistanê bi cîh kir.
    Me sê hevalan (Min, Zeynel A. OZALP, A. Sedat OGUR) jî ji bona ku di derheqê plan û operasyona Komara Tirkiyeyê de reya gi?tî agahdar bikin, plan û operasyona qirêj protesto bikin, biryar da ku ji Amedê heta Xaburê bime?in. Hezar mixabin pi?tî civîna me ya çapemenî hêzên ewlekarî îzin neda ku em bime?in: Dozgerê komarî em bin çav, dadgehê em hepis kirin. Di derheqê me de doz vebû.
    Doza Me?a Amed-Xaburê di Hezîrana 2006-an de dest pê kir. Di 29.05.2007-an de dozger mûtalaaya xwe ya dawî pê?kê?î dadgehê kir û cezakirina me ji dadgehê daxwaz kir. Me jî di 02.10.2007-an de parêznameyên xwe bi niviskî û devkî pê?kê?î dadgehê kir.
    Doza Me?a Amed-Xaburê di qonaxa dawî de ye. Diru?meya dawî, li Dadgeha Cezayê ya Giran ya 6-emîn ya Amedê di 16. 10. 2007-an, katjimêr/saet 09. 00-an de dê pêk bê. Parêzer Sabahaddîn Korkmazê parêznameya xwe pê?kê? bike. Dadgehê biryara xwe ya dawî bide.
Amed, 13. 10. 2007
Îbrahîm GUCLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)






Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=462