nivÓskarÍ kurd Mehmed UzunÓ Óro li paytexta bakurÍ KurdistanÍ,bi be?darb?na dehh
Tarih: 13.10.2007 Saat: 20:09
Konu:


DIYARBEKIR, 13/10 2007 — Cenazeyê nivîskarê kurd Mehmed Uzunî îro li paytexta bakurê Kurdistanê, li Diyarbekirê, li goristana Deriyê Mêrdînê, bi be?darbûna dehhezaran kurdan hat ve?artin. Siyasetmedarê kurd ?erefedîn Elçî di merasima ve?artina cenazeyî de got Mehmed Uzun gula kurdan e û miletê kurd dê wî ji bîr neke.


   Ji bilî ?erefedîn Elçî, nivîskarê tirk yê esilkurd Ya?ar Kemal, Ahmet Turkê serokê grupa DTP-ê yê parlamentoya tirkan û serokê belediyeya Diyarbekirê Osman Baydemirî jî behsa ked û hinera Mehmed Uzunî kirin.
Rojnameya Azadiya welat di malpera xwe de axaftina herçaran belav kiriye û nûçeya wê li jêrê ye.
    AMED- Ya?ar Kemal ko li ser daxwaza wêjevanê kurd Mehmet Uzun axivî diyar kir ko Uzun ji dûndeha Xanî, Feqiyê Teyran û Evdalê Zeynikê tê û nêrinên xwe bi gotin, "Ez her tim li dijî ?idetê me. Di demek kin de dê ev ?er biqede. Çi bibe bila bibe, kî li dij rawest e bila rawest e dê Tirkiye bigihe a?tiyê. Yên ?er dixwazin dê belaya xwe bibînin ne gelên me. Ji bo domandina vî ?erî tu sebep tunin. Di demek kin de ev ?er dê bi a?tiyê biqede û Mehmet dê di gora xwe de rihet binive" anî ziman.
    Nivîskarê kurd û wêjevanê bêhempa Mehmet Uzun ko bi keda xwe li esmanê wêja kurd bû stêrkek paye bilind ji hêla 30 hezar hezkerên xwe ve hate rêwîkirin. Cenazeyê Uzun ko di seatên serê sibê de bi konvoyek qelebalix ji Morga Nexwe?xaneya Tipê ya Zaningeha Dîcleyê hate girtin ji bo bicihanîna wecîbeyên olî anîn Uluca Camiyê. Cenazeyê Uzun li mizgeftê ji hêla 30 hezar kesî ve hate pê?wazîkirin. Ji bo cenazeyê dê li Goristana Deriyê Mêrdînê bê definkirin, nimêja cenaze hate kirin. Li ser wasîyeta Uzun di cenazeyê wî de Nivîskarê Navdar Ya?ar Kemal axaftinek kir. Ligel Kemal, ?erafettîn Elçî, Ahmet Turk û wekî malovan ?aredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî axaftinek kir. Di axaftinên li ser platforma hatî amadekirin hatin kirin de peyama biratî û a?tiyê hate dayîn.
   Kemal: Mehmed romana kurdî afirand
Di axaftina xwe de Ya?ar Kemal balki?and ser girîngiya Uzun a di warê romana kurdî a nûjen de û ev ti?t gotin: "Kesê min ê herî nêzîk mir. Mirin bi ê? e lê berhevbûna ev qas kesî girîng e. Yekem car e ev qas kes ji bo kesek romannûs berhev dibe. Mehmed her ti?tê min bû. Mehmed re?ika çavê gelekê bû. Nivîsandina bi dijwariyan karê kesek mîna Mehmed bû. Pi?tî Mehmed jî dê ev ziman pê? bikeve. Roman tê wateya çandê. Mehmed romana kurdî afirand. Ez bi eslê xwe kurd im lê ne nivîskarek kurd im. Mehmed nivîskarek kurd bû. Riya bi strî ya ziman û romana kurdî vekir. Mehmed bi romana xwe dengbêjên kurd û destanên kurdan bi romanên xwe afirandin. Romanên Mehmed di heman demê de li zimanên biyanî hatine wergerandin. Maceraya Mehmed a romanê dirêj e. Ew di deriyê hostayên mezin tê de borî, derbas bû. Pir kêm kes di wî derî de derbas dibin. Mehmed li cihek kurdî lê tê axaftin mezin bû. Kurdî zimanek dewlemend ê Melayê Cizîrî afirandiye. Mehmed li cografyayek wêjeya nivîskî û devkî lê mezin bûyî hate cîhanê. Wekî zimanê xwe yê zikmakî tirkî jî hîn bû. Destanên gel ên tirk jî dizanîn. Zimanê her du gelan kir çavkaniya xwe. Di serî de Siwêd çanda cîhanê li cem xwe eciband. Nazim Hîkmet ?aîrî herî mezin ê tirkî ye. Ji ber ko zimanê gel bikar aniye. Mehmed ji dûndeha Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û Evdalê Zeynikê hatiye. Wêjeya cîhanê jî ba? dizanî. Nivîsandina bi zimanek zelal karê hostayan e. Mehmed bi zimanê xwe yê zelal sîhîr li ser mirovan kir. Mehmed ji bo zimanê kurdî ko zimanê herî qedîm ê Mezopotamyayê ye, bextewariyek mezin bû. Mehmet kevirê bingehîn ê vî xîmî danî û ev rûmet a wî ye. Di vê serdemê de danîna kevirê yekem hêsan nîne. Wêjevanên mezin dê ji vê destpêkê derkevin. Tu çand zirarê nadin çandek din. Çand hev nakujin. Lê ev nayê famkirin. Yên vê yekê dikin hem çanda xwe û hem jî çanda qedexe dikin, dikujin. Pirçandî dewlemendiya welatê me ye. Mehmed di polîtîkayê de jî her tim serbilind bû. Di wê qadê de jî xeta nekirin. Her tim ?idet ?ermezar kir. Bi gotin û berhemên xwe ev kiriye. Di demek kin de dê ev ?er biqede. Çi bibe bila bibe. Kî li dijî kerkeve bila derkeve. Tirkiye dê bigihe a?tiyê. Belayê dê kesên ?er dixwazin bibînin, ne gelên me. Ji bo domandina vî ?erî tu sebep tunin. Di demek kin de ev ?er dê biqede û Mehmed dê di gora xwe de rihet be."
    Elçî: Têkûzkirina vê ronahiyê di destê gelê kurd de ye
Siyasetmedarê kurd ?erafettîn Elçî di axaftina xwe ya bi kurdî di wiha got: Kekê Mehmed gula kurda ye. Lê ev gul pir zû çilmisî. Mehmed ji bo gelê kurd ronahiyek bû. Lê ev ronahî zû vemirî. Têkuzkirina vê ronahiyê di destê gelê kurd de ye. Mehmed di nava ê?an de jiya. Li heps û zindanan de ma. Derbarê wî de gelek doz hatin vekirin. Ji welatê xwe hate sigûnkirin. Van pêkanînan di hundirê Memed de birînên pir mezin vekirin û bû sedema nexwe?iya wî. Mehmed tenê di warê fîzîkî de çû. Ew di dilê me de ye. Wî jiyana xwe li ser jiyana kurdan ava kiribû. Ji ber vê yekê jiyana wî dê di nava kurdan de dê bidome. Mehmed evîndarê gelê xwe bû. Ew ji bo asûriyan, kurdan, ermenî û keldaniyan jî dengek bû. Wan jî xwe di romanên Mehmed de didîtin. Divê Xelata Nobelê bidana Uzun. Mehmed Uzun girîngî dida du ti?tan. Yek zimanê xwe û yek jî çand û dîroka xwe. Wî dizanî bû ko gelek bi çand û dîroka xwe ve heye. Ez bawer im ko Kekê Mehmed dê her tim di dilê kurdan de bijî û bigîhîje armanca xwe."
   Ahmet Turk: Ew bû wijdan û dengê gel
Li ser wasiyeta nivîskarê kurd Serokê Koma DTP'ê ya Parlamentoyê û Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk jî axaftinek kir. Turk di axaftina xwe de wiha got: "Bila serê me sax be. Em Mehmed di dilê xwe de di mejiyê xwe de didin jiyîn. Em xizmetên ko wî ji bo gelê xwe kiriye ji bîr nakin. Beriya niha ?erafettîn Elçî got ko divê Mehmed Uzun Xelata Nobelê ya Wêjeyê bigirta. Lê ji bo wî ne Nobel xelata ko gel bide girîng bû. Vî gelî îro bi hatina xwe ya vir ev xelat da. Me ew di temenekî ciwan de winda kir. Gelê kurd pir hez ji wî dikir. Bi kurdî gotinek heye dibêjin ko 'ga dimire tenê postê wî dimîne. Leheng dimire navê wî dimîne' Belê navê Mehmed ê mezin ma. Zêde jiyîn ti?tekî nade mirov. Mirov bi hilberîn û berhemên xwe ve bêmirin e. Me ev pir zû winda kir. Ew bû deng û wijdana gelê xwe. Ez Uzun tenê wekî wêjenasekî nabînim. Ev di heman demê de siyasetmedar, dîplomat û zanyarek bû. Dema ko wî Siya Evînê dinivîsand min jê pirsî û got 'te Memduh Beg ji ko anî.' Gote min 'Min rojekî li Sûriyeyê hevsera Celadet Bedirxan re hevdîtin pêk anî. Wî qala kesekî bi navê Memduh kir. Memduh Beg rew?enbîrek bûye û li Stenbolê jiya ye pi?tre sirgûnî Sûriyeyê hatiye kirin. Li vir evîneke pir mezin jiya ye. Lê pi?tre ji bo gelê xwe dev ji her ti?tî berdaye. Çûye Agiriyê û pêywira xwe bihcih aniye. Her wiha di pirtûka xwe ya 'Nar Çîçeklerî" de hesreta xwe ya ji bo gelê xwe aniye ziman. Li wir vî peyamê dide: 'Ez li cihê herî xwe?ik ê cîhanê bim jî heke ev cih ne azad be mirov jî nikare azad be.' Wî di rêwitiya xwe ya dawî de jî peyamek da. Ev peyameke watedar bû. Dîsa xwest ko Ya?ar Kemal, ?erafettîn Elçî û ez li vir biaxivin. Axaftina m aya vir ne girîng bû. Wî xwest ko fikr cuda bin jî divê kurd bên ba hev û diyalogê bidin destpêkirin. Wî xwes ko edî em diyalogê pêk bînin. Memedê dilovan çepik heq kir."
     Baydemîr: Gasî Cîgerxwîn xebitî
?aredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî di axaftina xwe ya kurdî kiri de wiha got: "Dostê gelê xwe, xwediyê soza xwe îro cejn e. Bila tu kes li kincên me yên re? nenêre. Li xemgîniya me nenêre. Bi sedsalan e li welatê me cejn bi xemgînî derbas dibin.
    Bi awayek dilê?î derbas dibe. Îro jî cejna me ?în e. Lê ev zehmetkê?iya gelê me dê berf û cemeda li esman bihelîne. Hêviyên me ji hêviyên we tên. Gelê min ê birêz; Roj dê bê ev ewrên re? û tarîtî dê belav bibe. Tu nivîskar en li sirgûniyê, ne jî li girtîgehan ê?an naki?înin. Tu nivîskar ji çira nînin. Ji ber ko ew ronahiya stêrkan e. Ronahiya roj heyvê ne. Ew nivîskarên hestên me yên azad ni. Ji bo nêzîkbûna van rojan roja te em anîn cem hev. Keda te mezin e. Tu di riya Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran de me?iyayî. Te zindan dît, tunebûn û singûn bû para te. Lê te tu caran welatê xwe, evîna xwe û dostaniya xwe berneda. Hêza ziman û a?tîperweriya xwe berneda. Hindan got, 'Zimanê te tune ye. Nasnameya te tune ye'. Lê te wekî Cîgerxwîn got, 'Na. Heye. Ji ?ekira ?amê ?irîntir e'. Te tenê negot. Bi romanên xwe yên mezin nî?anî cîhanê da. Te di tenêbûna xwe de bi rûbar, çavkanî û çivîkên çiyayên welatê xwe re axivî. Te di tenêtiya xwe de hewara Dîcle guhdar kir. Bi dengê dengbêjan tu co?iyayî. Kekê Mehmet tu pir xebitî. Te pir zehmet ki?and û te pir hilberand û afirand. Lê sirgûn, haster û tenêtiyê tu westandî. Tu di sermaya ?evên sirguniyê de wekî mûmekê heliyayî. Ji bo dîtina ?ifayê vegeriyayî welatê xwe nav gelê xwe. Bu mêvanê amedê. Îro Mehmet Uzun mêvanê we ye. Mêvanek ?ehîd e. Wî rakin ser milên xwe. Xwedî li pênûsa wî derkevin. Bêjin, 'Hezar Mehmet Uzun vaye em li vir ni. Wekî Dîcleyê herikin kuçeyên Amedê. Ala Mehmet Uzun ji Ehmedê Xanî, Elî Herîrî, Cîgerxwîn, Hejar, Hemîn, Celadet, Osman Sebrî, Erebê ?emo û Ya?ar Kemal hildayî niha di destê we de e. Barê me pir giran e. Gelê min ê rêzdar; Rabin xemgîniya mêvanê me bi heft rengan bipêçin. Em jiyana wî bi?înin jiyanek din. Milên xwe vekin û destên xwe rakin hewa. Bifirin wekî kevokek spî. Rakin em wî rêwî bikin. Li ser xêrê be. Em wî bi?înin cem Musa Anter, Vedat Aydin, orhan Dogan. Em hemû dibêjin riya re bi xêr be."
     Bi deh hezaran kes ber bi Deriyê Mêrdînê ve bi rê ket
Pi?tî axaftinan cenazeyê Uzun bi çepik û tîlîliyan danîn ser wesayîta cenaze. Di dema rakirina cenaze de slogana, "?ahît namirin", "Rêhevalê Rojê nemir e" hatin avêtin. Hevsera Uzun, 2 zarokên wî û malbata wî jî li wesayîta cenaze ket. Di dema me?a ji mizgeftê ber bi Goristana Deriyê Mêrdînê ve de bênavber sloganên, "?ehît namirin" hate berzkirin. Li pê?iya girseyê pankartek mezin a wêneya Uzun li ser heyî hate hildan.





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=460