Di dest?ra n? ya dewleta Tirk de ne navÍ Kurd ? ne jÓ mafÍ perwedeya KurdÓ heye
Tarih: 21.09.2007 Saat: 18:31
Konu:


DIYARBEKÎR, bakurê Kurdistanê (HAWAR) -- Hikumeta AKP di wan rojan de xebatên xwe yên bo amade kirina destûra nû ya Tirkiye zêdetir dike. AKP diyar dike ku armanca wan amadekirina destûreke sivîl, pê?ketî û demokratîktir e.Erdogan jî di riya Ataturk de dime?e û niha dibêje pirsgirêka Kurd êdî nemaye

Lê li gor pe?numaya destûra nû ku gihê?tiye raya gi?tî tu xalên girîng bo dayina mafên bingehîn ya neteweya Kurd nîne.  AKP, ev 3 rojin ku li pi?t deriyan pê?nûmeya Destûra Bingehîn a nû gotûbêj dikin, li Desteya Wezîran hat nirxandin.Desteya wezîran di bin serokatiya Serokwezîr Erdogan de civiya.     Pi?tî civînê Alîkarê Serokwezîr û berdevkê Hukumetê Cemîl Çîçek daxûyanî da û got, 'li ser pê?nûmeyê gihi?tine qonaxeke grîng, lê pêwiste hinek din jî bixebitin.'Wezîr Çîçek got, ew hêvî dikin, ku Destûra Bingehîn a nû di sala 2008an de bikeve meriyetê. Komîteya rektoran jî wê 19 Îlonê roja Çar?emê pê?nûmeya Destûra nû binirxîne.
     Bo milletê Kurd guherandineke cidî nîne Bê guman ji holê rakirina destura darbeya le?kerî ya sala 1980 pêngavek girîng e.Lê Kurd benderwarî vê yekê ne ku hêç nebe be?ek ji pirsgirêkên netweyî û sosyal ya netweya Kurd bê çareser kirin ku Kurd 85 sale ku bo bidest xistina wan mafan bê navber têdoko?in û hemberî zordestî, êrî? ,asîmîlasyon, ku?tin, înkar kirin û zextên rejîma Kemalîst rûbirû dimînin.
    Li gor pe?numaya destûra nû ku gihê?tiye raya gi?tî tu xalên girîng bo dayina mafên bingehîn ya neteweya Kurd nîne. Destûra nû de jî behsa neteweya duyemîn ê herî mezin ya Tirkiye yanî behsa milletê Kurd nayê kirin mafên neteweyî ya gelê Kurd nayê dayin. Dîsa rêgeza yek netew, yek ala ,yek dewlet, yek ziman tê parastin.
    Di pê?iya gelê bakurê Kurdistanê de problem girîng, cidî û acil hene ku di heviya çarser kirinê de ne wek pêk anîna perwerdeya bi zimanê kurdî, pê?xistina aborîyê û ji holê rakirina bê kariyê, bi temamî serbest berdena we?anên bi Kurdî, rakirina qedexeyên ser navên Kurd(navên gund û bajaran), di resmîyetê de pejirandina navê "Kurd", bi kar anîna zimanê Kurdî di kamûyê de, guherandina helwestên dewleta Tirk û civaka Tirk hember Kurdan, herî kêm avabûna rêvebiriyeke herêmî ya Kurdan li bakurê Kurdistanê û heta çareser kirina problemên civaka Kurd ku di nava ?erê dijî Kurdan a 30-40 salên dawîn de pêk hatine.
     DTP;"Nabe ku pirsgirêka Kurd beyî Kurdan were çareserkirin"Cîgira Hevseroka DTP Selma Irmak jî di serî de pirsgirêka Kurd, ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiye pêdiviya destûreke bingehîn a demokratîk destnî?an kir. Irmak diyar kir, di zextên ku di dema dawî de li dijî partiya wan tê me?andin jî, dewama kampanyaya zextê ya li dikî DEPîyan e.
Irmak, li ser pê?nûmeya Destûra Bingehîn a AKP amade kiriye rawestiya.
    Irmak diyar kir, ku destûra nû ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd jî firsendeke dîrokî ye û divê ji bo vê yekê gavên bi cesaret bên avêtin. " Irmak anî ziman, ewê civakê mehkumî pê?nûmeya AKP nekin û weha got, "Divê polîtîkayên ?îdetê ku ev bi salane asoya gel tarî kiriye bi dawî bibe." Irmak got, "Kurdan hem weke cihêengiyekê qebûl dikin, hem jî nûnerên wan ên rewa ku ew bi xwe bijartine li derve tên hi?tin. Ev jî nî?aneyên girîng dide ku wê siyaseta neçareserkirinê dewam bike." Irmak diyar kir, nabe ku pirsgirêka Kurd beyî Kurdan were çareserkirin.
    Hedefa AKP beyî dayina mafên neteweyî ya Kurdan, meseleyê ji holê rakirin eHikumeta AKP ku ji ber gelek sedemên cuda di serî ji qelsiya politikayên DTP û bi helwestên xwe yên nerm li hemberî Kurdan li bakurê Kurdistanê dengên xwe zêde kir û pi?tî hilbijartinan di meseleyên wek xirabkirina Hesenkêyf, qebul kirina perwerdeya bi Kurdî û di hin mijarên din de li dijî daxwazên kurdan helwest vergirt. Pi?tî zêde bûna dengên AKP serokê AKP Tayyip Erdogan jî got pirsgirêka Kurd hatiye çareser kirin û pirsgirek tenê pirsgirêka aborî ye..     Tê xwestin ku di hilbijartinên li pê?iya me de jî dengên AKP li Kurdistanê zêde bibe û Kurd zêdetir entegreyî sîstema Tirk were kirin û li ?ûna çareser kirin û pêkanîna daxwazên neteweyî û civakî ya Kurdan bi serdan û bi çend febriqa û serdan û geran Kurd bêne xapandin.    Lê hêzên siyasî yên Kurd dikarin vê rew?e gor berjewendiyên Kurdan bikarbînin û riya pûç kirina stratejiya AKP ya engere kirina Kurdan bênavber anîna rojavê ya daxwaza Kurdan e û xebat kirina bo vê yekê ye.    Berdewamiya hebûna Kurdan li bakurê Kurdistanê girêdayî perwerdeya Kurdî yeNebûna perwerdeya Kurdî hebûna Kurdan dixe xeterê. Berî her ti?tî ji bo parastin û pê?xistina zimanê Kurdî perwerdeya bi zimanê Kurdî pêwîste.Divê berê ji bo vê yekê hewl bê dayîn.Ne qurs û wekî din divê hemû dersan ji dibistina sereta û heta zanîngehan bi zimanê Kurdî perwerde were dayin.
    Ji bo bal ki?andina zimanekî divê ev ziman xwedî girîngî û statuyekî fermî û aborî jî be.Her wiha hin malbatên Kurd bi sedema ku zarokên wan di dibistana sereteyî de zorê nek?înin û ji hevalên xwe dûr nemîna hînî zimanê Tirkî dikin û hînî zimanê Kurdî nakin.Divê malbatên Kurd dev ji vî çewtîyê xeter berdin. Zarokekî ku temamî zimanê xwe û çanda xwe hîn nebe ev zarok nikare bi temamî hînî tu çandî na jî zimanî bibe û avayekî xwezayî di vê zarokê de “bê nasnameyetî” derdikeve holê.
    Divê Kurd bi hêzekî mezin giranîya xwe bidin vê mijara krîtîk.(HAWAR DENGÛBAS)






Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=401