R. ElÓ: Dibe, li gor serjimara 57-an referand?m bibe
Tarih: 19.09.2007 Saat: 18:08
Konu:


    Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rizgar Elî li ser gotegotên taloqkirina bicihanîna madeyên 140 û ?andina dosyeya Kerkûkê ji Neteweyên Yekgirtî re daxuyanî da. Rizgar Elî ragihand, ku hêj ne dema wê yekê ye ku behsa ?andina dosyeya Kerkûkê ji Neteweyên Yekgirtî re bê kirin û ragihand jî bo pêkanîna referandûmê serjimarî pêwîst nake.

    Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rizgar Elî wiha ragihand:"Hêj dema wê nehatiye ku em behsa ?andina dosyeya Kerkûkê ji Neteweyên Yekgirtî re bikin.Çimkî Hikûmeta Iraqê berdewam e li ser pêngavên bicihanîna madeya 140.Lewre ger pêngavên hikûmetê ?ikest bîne, wê demê dikarin li ser meseleyê ti?tên din biaxivin." Rizgar Elî da zanîn jî dema referandûma Kerkûkê kem maye lê hêj bi ser neçûye û got:"Li gor min bo çarenûsa Kerkûkê derfeta pêkanîna referandûmê jî heye."    Rizgar Elî balki?and li ser wê yekê ku bo pêkanîna referandûmê serjimarî pêwîst nake û got:"Çimkî dibe,li gor serjimariya 1957-an jî referandum bê kirin û her kesek  li gor wê referandumê xelkê Kerkûkê be, dikare dengê xwe bide."
Çavkanî :pukmedia






Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=398