Fransa anÓ bÓra cÓhanÍ:?erek li hemberÓ ŒranÍ dikare were rojevÍ
Tarih: 18.09.2007 Saat: 15:04
Konu:


Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Bernard Kouchner bi rêya tv û radyoya fransî anî zimên ku, ji ber programa Îranê a nukleerî dikare ?erek li hemberî Îranê dest pê bike. Pêwîst e cîhan ji ?erekî wisan re amade be.

    "Pir giring e ku em ji bo îhtîmala herî xirap amade bin. Û îhtîmala herî xirap jî ?er e. Pêwîst e havdudîtinên bi Îranê re hetanî dawî raneweste, têkilî bidome. Lê divê neyê jibîrkirin ku, dema Îranê bibe xwediyê çekên nukleerî, ew ê ji tevayê cîhanê re bi xeter be."    Li ser pirsa girdanên aborî yên ?îrketên fransî bi Îranê re, dîtina Kouchnerî wisan e: "Daxwaziya me ji hejmarek fîrmayên mezin yên fransî ew e ku, têkiliyên xwe yên kar bi Îranê re qut bikin. Em kirina kar li Îranê qedexe nakin. Lê em tawsiye dikin ku karên bi wan re bêne rawestandin."    Îran gelek caran ji bo xebatên nukleerî hatibû ?iyarkirin. Lê wan programa xwe a dewlemend kirina uranyumê nedabû rawestandinê. Yekîtiya Miletan-UN li hemberî Îranê biryara ambargoya aborî dabû. Kouchnerî dixwaze ku, Yekîtiya Ewropayê-EU jî li hemberî Îranê gavan bavêje (Zarathustra News).





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=396