SerokÍ KurdistanÍ pÍ?eroja Iraqa Federal Áawa dibÓne ?
Tarih: 18.09.2007 Saat: 14:52
Konu: PHP-Nuke


Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di hevpeyvînekê de bi rojnameya El-Xelîç a Îmaratî re bersiva hin pirsên aktuel dide û gelek meseleyên giring ku girêdayî rew?a Îraqê û pê?eroja Kurdistanê ne zelal dike. Barzanî ew yek tekîd kir ku Îraq tu carî nazivre bo rew?a xwe ya berê, ango Îraq nabe dwleteke merkezî û got: Lazime hemû li ser herêmên federalî li hev bikin, ji ber ku ev yêk tesbît bûye hemû çareseriyên din jî biserneketine”.

   Di bersiva pirsekê de ka dê erebên Sunne federaliyê qebûl bikin, Barzanî got: çareserî çi ye? Lazime bizanîn ku ev yêk di berjewendiya Sunneyan de jî ye û gereke ew federaliyê qebûl bikin ji ber ku dê rola wan di warê siyasî de mezintir be û erebêb Sunne yên ku federaliyê jî naxazin, bi dîtina min ew berjewendiya xwe nizanin.
   Di bersiva pirsiyareke rojnameya navhatî de, ka serokê Kurdistanê pê?eroja Îraqa federal çawa dibîne ? Barzanî got: Peymaneke demdirêj ya emnî û le?kerî di navbera Îraq û Amerîkayê de dê çê be û ev yek dê be?eke mezin ji pirsa hebûna hêzên biyanî li Îraqê çareser bike û parçekirina Îraqê jî li ser herêmên federal ba?tirên çareseriye bo pê?eroja Îraqê.
   Li dor topbarana Îran ya deverên ser sînor yên Kurdistanê, Barzanî got: Bê ?ik ev destdirêjiyek e?kere ye û nayê qebûl kirin û ev çende me ji birayên xwe yên îranî re jî gotiye, em hêvî dikin ku ew êrî? dubare nebin ji boy ku zirarê negehînin têkeliyên kurdî- îranî.

Çavkanî: KTV






Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=395