Œ sal 20-saliya damezirandina Navenda «ap ? Belavkirina We?anÍn KurdÓ - SARA'yÍ
Tarih: 16.09.2007 Saat: 19:38
Konu: PHP-Nuke


 Î sal 20-saliya damezirandina Navenda Çap û Belavkirina We?anên Kurdî - SARA'yê ye.
Ev e bîst sal e ku SARA li qada cîhanî bi belavkirina wêjeya kurdî dirabe.
    Î roj li ar?îvxaneya SARA'yê ji ser 50 hezarî pirtûk, govar, rojname, kasêt,
LP, CD, VHS û DVD'yên kurdî komê ser hev bûne.


Berî her ti?tî SARA, vê ar?îva xwe ya nadîde dixe ber xizmeta nivîsevan û lêkolînerên,
ku karê wan pê?vebirina ziman, wêje û çanda kurdî ye.
 
Deriyê SARA'yê ji kesayetî û xebatkarên çanda kurdî re her dem vekirî ye.
 
Her bi vê sedemê, Navenda SARA'yê dîsan dixwaze rabigehîne We hêjayan, ku heger We we?anek
taybet a kurdî pêwîst be, hûn dikarin bêdudilî vê we?anê ji Navenda SARA'yê bi dest xin.
 
Her wisan jî em ê gelekî dilxwe? bibin, heger We berhemên kurdî yên ji bo belavkirinê
hebin, Hûn ji çakiya xwe ew bi?înin ji SARA'yê re. Yan jî heger di kitêbxaneya We de pirtûkên
serzêde hebin, ji chakiya xwe, wan bi?înin ji SARA'yê re daku SARA
Împaratoriya Weshanên Kurdî ava bike.
 
Her wisan jî, ji çakiya xwe, ji her berhemên nuhderketî,  ji Arshîvxaneya SARA'yê re
4 ta 5 nusxeyan verêkin.
 
Her bimînin shad û bextiyar û
Di Gel Slavên Germ û Gurr !!!
 
Goran
Kurdish Book Bank - SARA
www.kurdishbookbank.org
+46 70 791 36 06
+46 8 33 12 29
 
Navnîshana Me:
KURDISH BOOK BANK - SARA
Dalag. 48
S-113 24 Stockholm
SWEDEN
Em wek xebatkarên malpera  www.pdk-bakur.com  pîrozbahîya we?anên Kurdî Sara dikin. Destê we xwe? u emir dirêjbin.






Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=393