DOZA KONFERANSA KERK€K  DEST P  D›KEÖ
Tarih: 09.09.2007 Saat: 12:27
Konu:


     Kerkûk, ji aliyê dîrokî û cografyayê û demografiya nûfusê de bajarê Kurdistanê ye. Pi?tî rûxandina rejîma baasê û Seddam, ji bona ku rew?a Kerkûkê ya hiquqî û îdarî diyar bibe, di destûra dewleta federal ya Iraqê de biryar hat girtin ku li Kerkûkê referandûm pêk bê û gelê Kerkûkê di darbarê qedera xwe de biryar bigre, bibêje ku ez dixwazim jiyana xwe bi otorîteya navendî ya federal re, yan jî bi Herêm Federe ya Kurdistanê re bikim yek. Hezar mixabin Tirkiye,  çawa ku li dijî rûxandina rejîma baasê û federalîzebûna sîstema Iraqê bû, li dijî referandûma  Kerkûkê jî dijberiya xwe gelek a?kere diyar kir û hiquqa navneteweyî da bin linga.  

   TEVKURDê (Gruba Xebatê), li Tirkiyeyê, ji bona dewleta federal ya Iraqê û Herêmê Federe ya Kurdistanê û bi taybetî jî girêdayî referanduma Kerkûkê bîr û reyên ne heq û, ne hiqûqî û xeter hatibûn rojevê, biryar da ku Konferansa Kerkûkê, di 04. 03. 2005-an de bidarxe.  Feqet Konferansa Kerkûkê  bi biryara  waliyê Diyarbekirê di 02. 03. 2007-an de hat qedexe kirin.     TEVKURDê jî ji bona ku ev biryara waliyê Diyarbekîrê rexne û ?ermezar bike, birûreyên xwe di derbarê Referandûma Kerkûkê û siyaseta Tirkiyeyê de diyar bike, roja Konferansa Kerkûkê biryar da ku li ber salona konferansê civîneke kîtlewî ya çapemenî pêk bîne. Çend sedan kes bi co? be?darî civîna çapemenî bûn. Berdevikê TEVKURDê parêzer Sabahaddîn KORKMAZ, daxuyaniya ji aliyê Meclîsa TEVKURDê de amade bibû, bi niviskî kurdî û tirkî pê?kê? kir.    Pi?tî civîna çapemeniyê, dozgerê komarî bi lez û bez di derbarê civînê de dest bi lêpirsînê kir û pi?tî civîna çapemeniyê mehek 9 rojan, di 13.04.2007-an de doznameya xwe amade kir û di doznameyê de bes di derheqê berdevikê TEVKURDê Sabahaddîn KORKMAZ de doz li dadgehê vekir.     Di merhela lêpirsîna dozgerê komarî de endamên Meclîsa TEVKURDê bi niviskî serîlêdan li dozgerê komarî kirin ku ew jî di daxuyaniya çapemeniyê de berbirpirs in  û divê di derheqê wan de jî lêpirsîn bê kirin. Hezar mixabin dozgerê komarî ev daxwaza Meclîsa TEVKURDê neda ber çav. Ji bona vê roja  dirû?meya yekem endamên Meclîsê dê ev daxwaza xwe li dadgehê bînin ser zimên. Ev jî diyar dike ku divê hemû endamên Meclîsê TEVKURDê (Gruba Xebatê) be?darî dirû?meyê bibin.    Dozgerê komarî di derheqê berdevikê TEVKURDê  parêzer Sabahaddîn Korkmaz de  ji xala 216/1-emîn a zagona cezayê de doz vekiriye. Dozgerê komarî îdia dike ku berdevikê TEVKURDê, “gel a?kere tehrikî dijminitî û kînê kiriye.” Di doznameyê de bîrûreyên ku ji aliyê TEVKURDê hatine ser zimên, ji bîrûreyên serokê DTPê ya ?axa Diyarbekirê xetertir tê ?irove kirin.     Dirû?meya (dani?în) yekem dê di 13. 09. 2007, seet 09. 50-an de li Dadgeha Asliyê Cezayê ya 6-emîn ya Diyarbekirê de pêk bê.    Diyar e ku pi?tî civîna çapemenî ya TEVKURDê li dijî tu kes, hêz û dezgehên dewletê çalakiyeke fizikî pêk nehatiye. Ev yeka jî diyar dike ku ev doza di derheqê TEVKURD û berdevikê wî de vebûye, dozeke siyasî ye. Be?ek ji helwesta siyasî ya li hemberî referandûma Kerkûkê û Herêma Federe ya Kurdistanê ye.    Ev doza a?kere ye ku di hemendem de li dijî mafên gelê Kurd e, li dijî mafên azadiya fikrî û rêxistinî ye.  Divê hemû kurdperwer ji vê dozê re xwedî derkevin. Ji vê dozê re xwedî derketin, ji referandûma Kerkûkê re xwedî derketine. Amed, 08. 09. 2007                                                                  Îbrahîm GUÇLU                                                               Sekreterê TEVKURDê                                                              (ibrahimguclu21@gmail.com) 





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=388