Di navbera hÍzÍn pÍ?merge ? ÁekdarÍn PJAK-Í de pevÁ?n
Tarih: 28.08.2007 Saat: 23:34
Konu:


Îro sibê li navçeya Comeresî ya Pênciwênê di navbera Hêzên Parastina Herêm û çekdarên PJAK-ê de pevçûnek rû da.Di encama pevçûnê de pê?mergeyek birîndar bû û di nav çekdarên PJAK-ê de birîndar hene.

Cîgirê Fermandeya Gi?tî ya Hêzên Pê?mergeyê Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir li ser vê pêvçûnê bo PUKmedia wiha ragihand : "Duhî jî mufrezeyekî PJAK-ê li navçeya Comeresî ya Pêncwênê hate dîtin û hatin agahdarkirin ku navçeyê bicih bihêlin.Bo vê yekê jî di navbera Hêza Berevanî ya Bihawardeçûna Herêma Kurdistan û di navbera çekdarên PJAKê de pevçûnek rû da.Me wan li navçeyê derxist.Çimkî em dixwazin sînorên xwe li gel cîranên xwe biparêzin.Herwiha em cîranên xwe jî daxwaz dikin ku ew jî sînorên xwe ji çekdarên ku ji sînorên wan ve tên Herêma Kurdistanê, biparêzin." Mistefa Seyîd Qadir wiha got:"Cihê çekdarên PKK lê ne, diyar in, hatiye diyar kirin.Hikûmeta Iraq, Îran, Tirkiye û Amerîkayê vê yekê ba? dizanin.Em jî rê nadin ku çekdarên PKK-ê cihên din yên ku hêzên Herêma Kurdistanê û Iraqê lê ne de hebin."Mistefa Seyîd Qadir balki?and ku hewl didin ku pirsgirêk di gel  hemû welatên cîran, aliyên sîyasî û hêzên çekdar de, bi riya diyalog û gotûbêj ve bên çareserkirin û got:"Lê divê bê zanîn, ku parastina sînorên Herêma Kurdistanê li ser milên me û Hikûmeta Iraqê de ye û ew jî erka me ye ku Herêma Kurdistanê biparêzin."  Ji aliyeke din ve Fermandeya Hêza Berevanî ya Bihawardeçûna Sînorê Pênciwênê Remezan Dê Konî li ser pevçûnê wiha got:"Ew pevçûn li ser giliya gundiyên vê navçeyê rû da ku çekdarên PJAK-ê bi zorê pere û ti?t ji wan gundiyan distînin û gundiyên navçeyê bezar kirin e.Herwiha çekdarên PJAK-ê xwe nî?anê baregehên Îranê didin û ew jî dibe sedema topbarana Îranê.Bo vê armancê jî Hêzên Parastina Herêmê çûn gel çekdarên PJAK-ê û agahdarî kirin ku dev jî van karan berdin û navçeyê bi cih bihêlin.Di encam de îro di demjimêr 03.00-an de hêzên PJAK-ê êrî?ê hêzên pê?merge kirin û pê?mergeyek jî birîndar kirin." Fermandeya Hêzê Berevanî ya Bihawardeçûna Sînorê Pênciwênê ragihand jî pi?tî ku çekdarên PJAK-ê ji navçeyê bi cih hi?tîn, hate zanîn ku birîndarên wan hene.





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=376