FKKS ” Em qetlÓama li hember KurdÍn  zÓdÓ bi tundÓ ?ermezar dikin”
Tarih: 18.08.2007 Saat: 03:16
Konu: PHP-Nuke


Di 14.08.2007ê de Kurdên êzidî li ?ingalê tû?î qetlîamekê terorîstî bûn Terorîstan bi kiryarên xweku?tinê êri?î bazara merkezî ya Gir Uzêrê û gundê Sîba ?êx Xidir kirin.  Li qor qeymeqamê ?ingalê Dexîl Qasim Heso di êri?a de zêdetirî 200 kurdên êzidî hatine ku?tin û evqas jî hatine birîndar kirin. Lê li gora ajansên dinyayê hejmara miriyan li ser 500 kesî ne.




?ingal bajarekî Kurdistanê ye û ni?tecihên Gir Uzêrê û gundê Sîba ?êx Xidirî hemî kurdên êzidî ne.  Dijminê gelê kurd  bi van êrî?ên hovana dixwazin ewleyî û bêîstikrariya herêma Kurdistanê xerab bikin, di navbera kurdan de dubendiyê derxin û refarandûma Kerkûkê pê?ve bixîn. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bi tundî vê êrî?a hovane ya dijî mirovayiyê ku li ?ingalê li dijî hevwelatiyê me yê Êzîdî qewimî ?ermezar dike, ji malbatên ku?tiyan re sersaxiyê ji birîndaran re ?îfayê dixwaze.  Herweha em bi herhawî pi?tgiriya fermana seferberiyê ya Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî û beyana Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî dikin ku bi lêzûbêz birînên kurdên Êzîdî bên pêçandin, terorîst bên girtin û bên mahkeme kirin û tedbîrên îdarî, emnî û ewleyî bên girtin ku kiryarên weha dubare nebin. Federasyona Komeleyên Kurdisatnê li Swêdê 15.08.2008





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=363