WezÓrÍ karÍ derve yÍ IraqÍ ZebarÓ:Em pi?tgiriya Maliki dikin
Tarih: 14.08.2007 Saat: 13:53
Konu:


    Wezîrê karê derve yê Iraqê Ho?yar Zebarî di daxuyaniya xwe ji bo rojnameyekî anî zimên ku, Serekomarê Iraqê Celal Talabanî û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pi?tgiriya peymana Iraqê û Tirkiyê dike. Zebarî da zanîn ku, be?ek ji birêvebirên kurd li Iraqê li dijî vê peymanê beyan belav kirine. Di daxuyaniya wan de tê gotin ku, kurdên Iraqê peymanê nas nakin. Beyanên wan çi girêdanekî pêk nayîne û pêwîst e li ber çavan neyên girtin.

    Li gorî nûçeya "HaberTürk" ê Zebarî qal kir ku, wî îro bi Serokomar Talabanî û Serok Barzanî re rûni?tiye û li se encama gera Maliki axifî ne. Zebarî got ku, herdu jî ji encama gerê memnûn in. Li gorî peymanê, "Iraqî, PKK jî di nav de, li dijî çalakiyên hêzên terorê li Iraqê ne". Talabanî û Barzanî çi dijitiyek xwe li hemberî vê yekê tune ne.     Weke tê zanîn, Serokwezîrê Iraqê Maliki di 7 ê tebaxê, bi heyetekî ku 30 kesan pêk dihat re hatibû Tirkiyê. Serokwezîrê Iraqê Nuri El Maliki û heyeta pê re bi birêvebirên hikûmeta Tirkiyê re li Enqerê rûni?tin û li ser bendên cewaz gihi?tin hemdîtinekê. Dîtina wan weke bîrnameyekî ji aliyê herdû serokwezîran, Nuri El Maliki û Recep Tayip Erdo?an ve hate îmzekirin. Peymana herdu aliyan li ser bingeha rêzgirtina herdu welatan bo hev, hevkarî, dostanî, nemudaxelekirina nava karê hundir yê herdu welatan û eleqatên ba? di navbêra herdu welatan de ava bibû.     Giraniya peymana Iraq û Tirkiyê ji sê bendan pêk dihat: Hevkariya ewlekarî û xebatên li dijî çalakiyên terorî: Herdu welat hevkariya xwe li ser bikaranîna qanûnên ewlekariyê dê xurtir bike. Hevkarî armanca xwe sistkirin (pasiv), tecrîtkirin û ji holê rakirina hêzên terorî ye. Di vê çarçoveyê de operasyonên li dijî hêza PKK ê jî dê were rojeva wan. Ji bo guftogoyên berfireh û îmzekirina peymanê, serokwezîrên karê hundir yê herdu welatan dê li hev bicivin û bingeha peymanên nû dê pêk bînin.      Dîplomasî: Tirkiyê û Iraq bi vekirina konsolosxaneyên nû dê têkiliyên xwe xurtir bikin. Tirkiyê dê konsolosê xwe yê Basrayê ji nû ve aktiv bike. Iraq jî dê bi ihtîmalek mezin li Entabê konsolosxanyekî nû veke. Her wisan civîna duwê ya "Wezîrên welatên cînarên Iraqê" dê li Stenbolê pêk were.     Enerjî: Peymana herdu aliyan bêhtir li ser elektrik, kolandina bîrên petrolê û gazên xwezayî pêk tê. Tirkiyê dê be?darî îhaleyên mafgirtina kolandina bîra bibe. Tirkiyê dixwaze petrol û gaza Iraqê di ser Tirkiyê re bi?îne Ewropayê. Ji bo vê heyetek teknîkî rûni?t û bi firehî pirs hate niqa?kirin. Tirkiyê firotina elektrîkê bo Iraqê dê zedetir bike. Ji bo vê xetên elektrîkê dê bihzêtir bike. Herdu welat ji bo avakirian 2 sentralên elektrîkê gihi?tin hevdîtinekî. Santralên termîkî, yek jê li Iraqê, yê din li Tirkiyê dê ava bibe (Zarathustra News) 





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=349