Erdogan:"Di rojeva me de teskere tuneye"
Tarih: 10.07.2007 Saat: 12:20
Konu:


Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tevî ku 12 roj bo hilbijartinên hikûmetê re mane, ragihand di rojeva wan de teskere tuneye. Lê ji aliyke din ve karbidestkî kurd ragihand ku planekî nehênî ya Tirkiyê heye ku dixwazin pê? hilbijartinan operasyonekî teng pêk bînin.


Li ser helwestên Amerîkayê jî Erdogan ragihand ku divê Amerîka alikariya wan bike, ger na ew ê li gor daxwazên xwe tevbigerin. Erdogan di bersivandina pirsên TRT 2-yê de ragihand ku ew ê pi?tî hilbijartinê li ser vê mijarê nirxandineke nû bikin.Erdogan di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji êrî?a Duzxurmatu ya bajarê Kerkûkê, di yekem derece de hikûmeta navendî ya Iraqê berpirse.
Erdogan bi rengekî nehênî gef li Iraqê xwer û got:"Hinek dikevin nav çewtiyên cidî.Divê ti?tê ku ji devê wan derdikeve guhên wan bibihîze.Sebra me tenê ji ber cîrantiya wî welatiye."Ji aliyeke din ve karbidestekî kurd ku naxwast navê xwe a?kere bike, weha ragihand:"Biryarnegirtina operasyoneke le?kerî ya civîna Civata Wezîran ya Tirkiyê nayê wateya operasyonek naye kirin.Planekî nehênî ya Tirkiyê heye ku dixwazin pê? hilbijartinan operasyonekî teng pêk bînin.Çavere nakin ku pê? hilbijartin operasyonek berfireh bê pêk anîn." 






Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=291