Civata Bilind ya PartiyÍn SiyasÓ yÍn KurdistanÍ kom b? ? biryara yekrÓziya parti
Tarih: 09.06.2007 Saat: 13:37
Konu:


Civata Bilind ya Partiyên Siyasî yên Kurdistanê di bin serokatiya serok Barzanî de kom bû. Mijara ajendeya kombûna Civata Bilind li ser rew?a siyasî ya Kurdistanê Iraqê bû. Civata Bilind bi taybetî li ser konferansa Qahîreyê ya ko di 28/4/2007-ê de j aliyên hindek hêzên be’sî ve bi arîkariya îstixbaretên welatên nêxêrxwazên kurdan hatibû pêk anîn, rawestiya û be?darbûna Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ya wê konferansê raxist ber çavan.

Wekî tê zanîn pi?tî encama konferansa Qahîreyê hat ragihandin, polîtbîroya YNK-ê û PDK-ê bi tundî ev konferans ?ermezar kir û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî ragihand ko ew bi tenê tevlî kombûnek ya van derdora bûyê û diyar kir ko wê peyewendiyên xwe yên digel vê konferasnsê û wan derdora rawestandiye. Civata Bilind di kombûna xwe ya îro de ji bo parastina yekrîziya partiyên siyasi yên Kurdistanê ev biryarên li jêr girtin:1 –Di encama lêkoklînên li ser konferansa Qahîreyê de, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji aliyê xwe ve ronî xist ser be?darbûna xwe ya vê konferansê û diyar kir ko ew têkiliyên xwe yên bi vê konferansê re radiwestinê. Civata Bilind ya Partiyên Siyasî yên Kurdistanê jî ev beyana Yegirtûyê qebûl kir.2 – Çênabe ti partiyên siyasî yên Kurdistanê nemaze partiyên ko be?dar in di Civata Bilind ya Partiyêne Siyasî yên Kurditanê de, be?dariyê li bereyên wiha bikin bêyî ko hayê Civata Bilind ya partiyên Siyasî yên Kurdistanê jê hebe.3 – Bo xizmetkirina yekrêziya Kurdistanê, partiyên siyasî yên Kurdistanê û tecirbeya federal, di kombûnê de li hemberî her tenhdîteka bêt pê? dubarê biryara pêgiriya yekbûn û yekdengiya di nêva partiyên kurdistaniyan de hat girtin. Serok û berpirsên paertiyên siyasî be?darî lî vê kombûnê kirin:Partiya Demokrat ya Kurdistanê, yekîtiya Ni?timanî ya Kurdistanê, Partiya Komunîst ya Kurdistanê, Komaleya Îslamî ya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Sosyalîsta Demokrat ya Kurdistanê û Hizba zehmetekê?anên KurdistanêCivata Bilind ya Partiyên Siyasî yên Kurdistanê






Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=240