Bi pÍ?peymana IFIAS ? Sara yÍ hate diyarkirin:``M?zexaneya kurdÓ`` li Amed Í ava
Tarih: 05.06.2007 Saat: 11:54
Konu:


Berî niha ji bo avakirina ``Weqfa Pirtûkxane û Mûzexaneya Kurdî`` biryar hatibû wergirtin. Li gorî biryarê, projeya ku ji aliyê SARA yê hatibû pê?kê?kirin bersivek erênî wergirtibû. Dezgehên Yekîtiya Ewropayê û Swêdê ji bo avakirina vê dezgehê pi?tgiriya xwe nî?an dabûn. Pi?tî biryarê, niha jî pê?peymana xebata di navbêra weqfê- SARA û IFIAS ê hate îmzekirin.

Li gorî peymanê, li Amed ê navendek ji bo çavdêriya mafê mirovan jî dê ava dibe. Navend dê bi Yekîtiya Ewropayê ve girêdayî be. Weqfa kurdî û Navenda mafê mirovan dê di yek bînahiyê karên xwe bidin me?andin. Me, pê?peymana di navbêra IFIAS û SARA yê de hatiye îmzekirin bi dest xist û wergerande kurdî:Pê?peymanEv beyanatek e di navbera Înstîtuya Navnetewî ya Alîkarî û Pi?tgiriyê - IFIAS'ê û Projeya Pirtûkxaneya Kurdî SARA'yê. Ev her du avahiyên navbirî, xwedî yek mebest in da ku li pê?erojê karê cihêreng ên çandî yê demdirêj bi hev re li Amedê bikin. IFIAS ji hêla Civata Ewrûpî (EC) ve hatiye fînansekirin, da ku li Diyarbekrê navendek çalakiyê ya Mafê Mirovan ava bike, da ku derbareyê mafên standard ên navneteweyî xelkê herêmê û avahiyên gelêrî yên li herêmê (NGO) rohnî û agehdar bike, di gel wan hevxebatkariyê bike. Projeya Kitêbxaneya Kurdî ya SARA'yê ku pirtûkxaneyek ji ser 20 hezar berhemên ji zimanê kêmneteweyên li herêmê pêk dihê wek kelepûrek ferhengî pê?kê? dike ji xelkê herêmê re. IFIAS li navenda bajêr li ciyek guzîde sûnewarek bi 175m² kirê kiriye. Kiriya vî ciyî ta dawiya meha îlonê hatiye cîbicîkirin û her wisan jî ji bo vê domanê jimareyek personel jî daniye ser kar. IFIAS ji bo berdewamkirina projeyê pi?tî vê demê jî dest bi karê peydakirina kaniyên aboriyê kiriye. Projeya Pirtûkxaneya Kurdî SARA'yê ta nuha ji bo peydakirina avahiyek li nav bajêr, kaniyek ji bo fînansê peyda ne kiriye. Birêvebirin vê projeyê dixwazin di gel IFIAS'ê be?darî karguzeriyan bibin û daxwaza wan ew e ku bi hevxebatkariya bi sûd û kelk, li heman navendê gava xelk dihên û diherin û li nav karguzeriyan de ev proje wê were birêvebirinê. Her du komik jî wê di domana damezirandinê û her wisan domana pi?tî damezirandinê de jî berdewam li kaniyên fînansî bigerin. Li gor vê bingehê wê avahiyek li gor qanûnên Swêdê wê were avakirinê ku hevkarên vê avahiyê wê ji endamên her du avahiyan û ji kesayetiyên navdar ên swêdî werin pê. Ev avahî wê ji bo cîbicîkirina van xalan kaniyên fînansî peyda bikin: - Peydakirina avahî û kiriya wê
- Lêçûnên raxistina avahiyê
- Lêçûnên ji bo karkeran
- Lêçûnên ji bo pîsporiya navnetewî
Ji bo peydakirina kaniya fînansî, bi pêwendiyên wek avahiyên Belçîqî û Almanî ya SIDA'yê û KRG'yê ve were avakirinê. Navenda Mafê Mirovan wê Projeya Pirtûkxaneya Kurdî SARA'yê li jêr navê Kitêbxane û Muzexaneya Ewrûpayê ya Kêmneteweyên Herêmê were destpêkirin. Karguzerî û çalakiyên Navendê yên li pê? ev in: Pi?tgiriya qanûnî ji bo afret û zaroyan. Xebat û îradeya ji bo rêxistinên gelêrî yên herêmî (NGO'yan) jî wê li gor standard û tora pêwendîya navnetewî were li darxistinê.Bruksel, 10 Gulan 2007
?anenav: IFIAS          ?anenav: Projeya Pirtûkxaneya Kurdî SARA (Zarathustra News).







Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=233