Amnesty International: DijÓtiya Óslam ? cih?tiyÍ xurt dibe
Tarih: 25.05.2007 Saat: 08:54
Konu:


Rapora Amnesty International ya 2007 an li London ê bi civînek e çapemeniyê hate belavkirin. Sekretera gi?tî yê Amnesty International-AI, Irene Khan bi mûnasebeta belavkirinê raporê de dîtinê xwe anî zimên. Khan, rapora salê bi kinahî nirxand û wisan got: Cewaziya di nav musilman û nemusilman de her ku diçe mezintir dibe. Bi derxistina qanûnên terorê û tedbîrên li roavayê Ewropayê gelek kes ji aliyê polîsan ve hate fî?kirin, anku qeyidkirin. Netehemûlkirina îslamiyet û cihûtiyê zêde bûye û li hemberî komên olî gavên neyenî li gelek deverên cîhanê pêk hatin e. Nijadperestî û neyartiya biyaniyan li Ewropayê, berepê? çûye. Nekirina ?erê nijadperestiyê, kêmasiya serokatiyên wan e.

     Helwesta li dijî hizirkirina azad li gelek deveran bi ?êweyek vekirî hat kirin. Li Tirkiyê li dijî nivîskar û parêzvanên mafê mirovan dawe hatin vekirin. Internet ji bo mûxelefeta teko?er bûye eniyek nû. Lê ji ber herikandina deng û behsan û têkiliyên di net ê de, ?îrket û kes ketin ber xezeba hejmarek dewletên mîna Îran, Sûriye û Zîmbabwe...Yekîtiya Miletan di sala 2006 an de li hember gelek bûyerên giring ya nexwest gavan bavêje, anjî bêtecrube bû ku destê xwe dirêjî pirsan bike. Pirsên li Kolombîa, Srî Lanka û Rojhilatanavîn be?ek ji wan pirsan bûn ku hatin jibîrkirin.Mafê jinan185 dewlet bi ?êweyek fermî peymana `parastina mafê jinan li hember sebîqekirinê`  îmze kirin. 62 dewlet be?ek ji bendên di peymanê de hene, nepejirandin. 9 dewletan peyman îmze nekirine.Salê 2 mîljon kes dibe qûrbana bazara firotina jinan. Bûyerên firotina jinan li 137 welatan dibe. Bazara jinan bêhtir li navend û rohilata Ewropayê, Roavayê Afrîkayê û Latîn Emerîkayê dibe .Bazara çekanWelatên Asya, Rojhilatanavîn, Latîn Emerîka û Afrîkayê salê bi qasî 22 mîlyar dolar çekên cewaz dikirin. Ji % 85 ji wan çekan diçe cihên ?er. Cezayê darvekirinê û î?kenceLi cîhanê di zindanên cewaz de zêdeyî 20 hezar kesan li bendî roja îdamkirina xwe ne.  1591 kes hatin darvekirin. Li 99 welatan cezayê îdamê hate rakirin. Li 69 welatan cezayê darvekirinê berdewam e. 144 welatan peymana `li dijî î?kencekirinê` pejirandine. Li 102 welatan bi ?êweyên guhertî î?kence hatiye kirin (Zarathustra News). 





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=215