Hilmek ji Áiya ? zozanÍn KurdistanÍ: ``Jan Jariya JÓnÍ``
Tarih: 18.05.2007 Saat: 12:42
Konu: PHP-Nuke


Gabar Çiyan/ Jan jariya Jîne, pirtûkek helbestan e. Helbestvanê kurd Mahsum Özer helbestên xwe yên di navbêra salên 2000-2005 an, di vê xebata xwe de berhev kiriye. Di helbestan de xwe?ikbûna xwezaya Kurdistanê derdikevin pê?. Ê?, kûl û keserên civakî, pirsa netewî rengek xwe? didin naveroka wan. Zimanê Özer xwezayî ye, bi hêz e. Kê?er e. Ji xwendevanên bi kurdî re hatine nivîsîn. An ku kesên bi giranî bi kurdî dixwînin û dinîvisînin dikarin ba?tir wî, cîhana wî fêm bikin. Car carna bi zimanê rojane, carna jî derdikeve derveyî sînoran û kûrtir bi rêz dike peyvên helbestan. Di nava helbestên wî de bêhtir ``Qederê`` bala min dik?îne. Helbestek lê hêja ye:

Ay lê qederê qederê / tu bûye ê?a serê raman
jê nagerê / te dest û lingê min
kirine qeydê / bi kefenê re? pêçam
bi saxî avêtî me qebrê / lê qederê...
     Carna dibe evîndar. Dibe zimanê Mem û Zîn û Seyrê ya hevala teyr û xezalan. Li evîna xwe digere, dike axîn, nalînî pê dikeve. Dibe tercûmanê evîndaran, jana dilê wan dirêje ser kaxezê. Helbesta ``Kenê bi girî`` gelek ti?tan ji mirovê evîndar re dibêje. Li ser hîsên wan kûr dibe, mirovan agehdar dike, dibe cîhana wan:
Bi stirana dildarî geriyam / wek Yûsif
bê serî û bê ber / xwe li min pêça ziley ha kezî zer
 xunav bi rû ket / di nêçîra Azra de / terqiyam çolistanên beyar
û daristanên bi lawir / di nalînên Elî de
Seyrê keliyam / û baskên evîna ?ikestî
di bin siya heyvê de / dilerizîn
nerînên xwar / bi bêhna deng û behsan / diyar bûn
    Helbestên wî ne li cihekî Kurdistanê hetine nivîsîn. Gerok e Özer. Li gelek çiya û zozanên Kurdistanê geriya ye û li wir nivîsîne, afirandine. Hinek jê li Garê, Nînova, Mexmûr ê û hinek jî li Çirav, Mûsil û Besta Botanê hatine nivîsîn. Reng û behna zozan û çiyayên Kurdistanê ji wan difûre. Helbesta ``?ikêrhestî`` li Mexmûrê hatiye nivîsîn. Balkê? e helbest:
 
Qey te aqil / di dilê axifî de
winda kiriye / lo lo bê sewdano
tu çawa di derya bê binî de / li diyarê hêviyan digere
guh dirêjê raman kurt / ev çi hejandin e
ka tu / li awirê min / binêre
tê qêrîna bav û bavpîrên xwe / bibîne
û wê zikê erdê / kom bi kom nawirandinê
?kêr hestiyan / ji te re bêje / ma guhên te
neketiye / mîna doh / îro ji kûlîlk xwîn diherikîn
û rehên giyanê diqetînin / qey agirê ?ewata pozê te / xelas bûye
tu çawa ji xwe baz dide / bê agirê çav kor
 
Jan Jarira Jînê xebatek lê hêja ye. Xebata Özer di nîsana 2006 an de li Swêdê hatiye çapkirin û belavkirin. Pirtûk çapa xwe bedew e. Ji 130 rûpelan pêk tê. Cihê xwestinê bi e-nameyê mûmkin e: Navnî?an wisan e: merwannisebini@hotmal.com 
 
Li ser xebata Özer, em pê re peyivîn. Di hevpeyvîna xwe de bi firehî em li ser helbestvaniya wî û pirtûkê rawestiyan.
 
- Di helbestên te de zimanê rojane zêde xuyanî nake. Çima?
Mahsum Özer: Zimanê rojane gelek caran bersifê nade, têr nake ku bibe zimanê helbestê. Peyv û hevokên taybetî hene ku di zimanê rojane de nayên holê. Dema mirov wan peyvan bi ?êweyek sîstematîk bîne rojevê, zimanê rojane jî pê bi hêz dibe. Belê, ez derdikevim derveyî zimanê rojane. Ez vê yekê bi zanatî dikim. Di destpêkê de dikare helbest ji xwendevanan re giran were. Lê pi?tî demekê tê fêmkirin ku zimanê min ji yê rojane ne gelekî dur e.
 
- Çima giraniya helbestên te li ser xwezayê ye?
M. Özer: Kurd bi tevayî hez ji xwezayê dikin. Zimanê kurdî dewlemendiya xwe ji xwezayê werdigire. Dema ez li Kurdistanê digerim, xwe?bûn û bilindbûna xwezaya Kurdistanê min serxwe? dike. Ez nikarim ji rastiyê dur bikevim, nebînim. Ez evîndarê xwezayê me, a?iqê xwezaya Kurdistanê me. Gotin û dîtin ne mîna hevûdu ye. Kesên ku bibe mêvanê zozan û çiyayên Kurdistanê, wê xwe?ikbûnê bibîne, divê qala wê bike, li ser binîvisîne. Min tenê hewil da ku hinekî qala wê xwe?ikbûnê bikim. Lê têr nake. Pêwîst e ji gelek aliyan li ser xwezaya welatê me bê nivîsîn.
     - Te li ser evînê nivîsî ye? Ji me re qala hezkirinê, cîhana xwe ya evîndariyê bike...
M. Özer: Hezkirin, hizirkirin û hîs sê ti?t in ku helbestên min bi xwîn û go?t dikin. Weke mîsal, hezkirina li hemberî kûlîlkekê li nik min pir bilind e. Bi saetan ez dikarin li kûlîkekê tema?e bikim. Xwe?ikbûna wê ya di nava xwezayê de min dide hizirkirin. Pa?ê ez mecbûr dibim ku bi hîsên bilind wê xwe?ikbûnê bînime zimên. Ev yek, ji bo çavên xezal yê dîlberekê jî derbas dibe. Ji bo çiyayekî bilind, ser bi mij û dixan jî wisan e.
     Dema mirov bi hezkirinek xwezayî li xwe?ikbûnek xwezayî binêre berhemên mirov jî li ser bingeha hezkirinê ava dibe. Hezkirina evînê, ya welatê mirov pir bilind dibe.
         - Qala xebatên xwe yê pê?erojê bike...
M. Özer: Pirtûka min ya duwê ku ji helbestan pêk tê li ber çapê ye. Bêhtir bi kafîye ne.Yek din heye ku ji helbestên serbest pêk tên. Ew jî hêdî hêdî amade dibe. Lê bi dawî nehatiye. Hejmarek çîrokên zarokan ji gelek hêlên Kurdistanê hatibûn berhev kirin. Ez li serwan dixebitim. Ez dixwazim wan di pirtûkekî de berhev bikim. Ev demek dirêj e ku di destê min de romanek heye. Nivîsîna wê berdewam e.
      Mahsum Özer kî ye
Mahsum Özer, anku Merwan Nisêbînî bi eslê xwe ji aliyê Omeriyan, gundê Çalê ye. Di sala 1964 an de hatiye dinyê. Pi?tî xwendina navîn derbasî ba?ûrê welêt dibe. Li gelek deverên Kurdistanê digere. Li wir, di gel xebatên ramyarî de, berhemên wêjeyî yê devkî berhev dike û helbestan dinîvisîne. Ew di sala 1988 an de ji aliyê dewleta Tirkiyê tê zîndanî kirin. 4 salan di hepsê de dimîne. Pi?tre mecbûr dibe ku derkeve derveyî welêt. Niha li Swêdê dijî (Zarathustra News).






Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=194