Di hilbijartina li TirkiyÍ de Propogandeya bi kurdÓ Qedexe ye
Tarih: 17.05.2007 Saat: 14:18
Konu:


Li Tirkiyê xelk hêdî hêdî ji bo hilbijartinên nû xwe amade dikin. Lê li Kurdistanê, ji ber qanûna partiyên siyasî benda 81/c yê, ku propogandeya bi zimanê kurdî qedexe dike, berendamên kurd dixe rew?ek xirab. Li gorî qanûnê, li deverên vekirî anjî girtî we?ana programa partiyan û belavkirina wan bi hemû ?êweyan dikare tenê bi tirkî bê kirin. Pankart, vîdeo, bro?ûr û beyaname tenê bi zimanê tirkî dikarin bên belavkirin. Kesê ku li dijî qanûnê xebatê bike bi qasî 6 mehan dê bê zîndanî kirin.

    Serokê DTP yê Amed ê Hilmi Aydo?du dîtinê xwe li ser qedexeyê wisan anî zimên: Qanûn ne demokratîk e. Pêwîst e bê guhertin. Divê rastiya gelê kurd bê dîtin. Gelek mirov bi tirkî nizanin. Ew dixwazin bi kurdî pirsên xwe bînin zimên. Qanûn rê lê digire ku mirov li gundan û deverên din qala armancên xwe bike. Ji ber qedexeya heye em dê nikarîbin hevûdu fêm bikin. Ev yek mirov di tengasiyê de dihêle. Tangasiya li herêmê heye têra xwe cidî ye. Li gorî nûçeya Evrensel ê, dîtina serokê AKP ê yê Amed ê Mahsum Özbek hinekî guhertî ye. Li gorî wî, dema îcazeya propogandeya bi kurdî hebe, erênî ye. Lê tune be jî, ew li hemberî biryara dewletê bi rêz bin. Li gorî qanûnê dê xebata xwe bidomînin.      Serokê CHP ê yê Amed ê Medeni Öz, bi çavek neyênî li qanûnê dinêre. Qedexeya propagandeya bi kurdî dê li herêmê bibe sedema nexwe?î û tengasiyê. Pêwîst e qanûn bê guhertin. Gava neyê guhertin, ew mecbûr in ku li gorî qanûnê karên xwe bidin kirinê (Zarathustra News).





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=193