DengÍ dayikÍn bi k?l ? keser
Tarih: 15.05.2007 Saat: 13:53
Konu: PHP-Nuke


Ey?e ?an      Ev hefte, hefteya dayikan e. Roja dayikan, anku hefteya dayikan li tevayê dayikên cîhanê, bi taybetî li dayikên kurdan pîroz be. Îro roja wê ye ku cî û nirxê dayikan bê diyarkirin.  

     Gelê kurd li ser fedekariya dayikan gelek ti?t anîye zimên. Mezinbûn, fedekarî û dilbikûlbûna dayika kurd di gelek çîrok, serpêhatî û stiranên kurdî de cî girtine. Lê têr nake. Dayika kurd, di qonaxên dîrokê de fedekarî û lehengiyên mezin kiriye. Li Dêrsim, Mehabad, Amûdê û Helebcê. Li hemberî zilmê derketiye. Zarokên xwe feda kiriye. Wê bi xwe jî di ?erê rizgariyê de cî girtî ye. Roj hatiye bûye qûrban. Anjî hewî anîne ser wê, anku bûye qûrbana toreyên beyanî. Û nanê xwe yê tisî di nav hêstirên xwe de cûtiye û cûtiye. Lê gepa jehrdayî bi hêrsa re neçûye xwar...     Belê, dîroka fedekariya dayika kurd li benda lêkolînên firehtir e. Bi mûnasebeta roja/hefteya dayikan, me xwest em qala jiyana dayikek kurd bikin. Ew, ne tenê dayikek kurd bû. Her wisan hunermendek mezin bû. Ew, dengê dayikên bi kûl û keser bû. Jiyana wê, nimûneyek ji ya dayikên kurdan e. Em qala hunermenda hêja û nemir Ey?e ?an ê dikin. Osman K?l?ç-ANF&Diyarbak?r Net, di bin sernivîsa ``Prensesa bêtac û text: Ay?e ?an`` de qala jiyana wê bi dirêjî dike. Me, ev xebata wan ya hêja ji bo xwendevanên xwe wergerande kurdî...                         ``Prensesa bêtac û text: Ay?e ?an``  Dengê wê mîna êgir bi ?ewat bû. Tevayê Kurdistanê dixwest li stiranên wê guhdarî bike. Lê hayê çi kesan ji jiyana wê ya bi kûl û keser barkirî tunebû. Ji ber ku jiyana wê bi tevayî li sirgonê derbas bûbû: Ji Amed ê hetanî Entabê. Pa?ê Stenbolê, Almanya, Bexdayê û Hewlêrê. Û Izmîr ê ku jiyana wê li wir bi dawî hat...     Abîdeya kûl keseran e Ey?e ?an ê. Ev 10 sal in ku di ser mirina wê re derbas bûye. Lê hi?kayî û neheqiya li hemberî wê îro jî berdewam e.       Ey?e ?an ê, di sala 1996 an de ji ber nexwe?iya kanserê li Izmîrê çûbû rehmetê. Daxwaziya wê ya dawî ew bû ku cendekê wê li Amed ê bi cî bikin. Lê hetanî niha ew daxwaziya wê nehatiye bi cî anîn. Sedema kîna li hemberî wê, ji xezeb û hi?kayiya pa?verutiyê pêk tê. Ev yek, ji civata kurdan re ne xerîb e. Çîroka wê ya hevaltiya bi derd û kûl û keseran re, di dema zarokatiya wê de dest pê dike...     Ew bi navê Ey?ana Kurd, Ey?e Xan, Ey?ana Elî hatibû naskirin. Wê, stiranên mîna ``Qederê``, ``Dayikê`` afirandibû.      Ey?e ?an ê di sala 1938 an de li Amed ê tê dinyê. Bavê wê dengbêj bû. Ew bi hunermenda re, bi mûzîkê re mezin bû. Li mala bavê xwe di dîwanên dengbêjan de çavên xwe vekir. Jiyana wê ya hunerî bi xwendina mewlûdê û stiranên olî destpê kiribû. Dema dibe 9 salî bavê wê dimire. Ji ber qedexeyên li ser stiranbêjiya jinan û zordestiya feodalî, di dema ciwaniya xwe de Amed ê bi cî dihêle û berê xwe dide Entabê. Li wir xebatên xwe yê hunerî dide destpêkirin. Di wan deman de zimanê kurdî qedexe ye. Ey?e ?an ê, di radyoyê de stiranan bi tirkî distire. Pi?tî du salan, di sala 1963 an de, li gorî dîtina wê, berê xwe dide navenda çandê, diçe Stenbolê.     Li Stenbolê konserên bi kurdî û tirkî dide. Stirana wê ``Ez xezal im`` di wan deman de deng dide. Pi?tî demeke kin, kasêta wê ya bi kurdî û tirkî tê belavkirin. Bi saya wê kasetê, li tevayê Kurdistanê tê nasîn. Nasdarbûna wê nikare rê li ber çewsandinên li dijî wê bigire. Di wê demê de li dijî kurda û zimanê kurdî gef û hi?kayî piralî ya dewletê hebû. Ey?e ?an ê ji ber gef û çewsandinên dewletê nema dikare debar bike, bêçare dimîne û berê xwe dide Almanya yê. Li xerîbiyê hewil dide ku karê xwe yê hunerî berepê? bibe. Lê mirina keça wê ya 18 mehî, ?ahnaz ê wê perî?an dike. Stirana ``Qederê`` berhema wan salên bi kûl û keser e.Ey?e ?anê pi?tî demekê tê li Stenbolê bi cî dibe. Zewacek ba? dike, sê zarokên wê çêdibe. Lê jiyana wê, ji ber zordestî û neheqiya dewletê dîsa dibe mîna dojehê. Li aliyê din zarokên Ey?e ?an ê lê xwedî dernakevin. Ew, pi?tî van bûyeran, di sala 1979 an de berê xwe da Baxdayê.                                  Naskirina Cizrawî û BerwarîEy?e ?an ê bi alîkariya çend hevalên xwe, bi navê Ey?ana Elî, di Radyoya Dengê Baxdayê de hêdî hêdî tê nasîn. Ew ji aliyê Waliyê Hewlêrê tê vexwandin. Li Hewlêrê hunermendên kurd yên bi nav û deng Mihemed Arifê Cizîrî û Îsa Berwarî nas dike. Bi herdûwan re li gelek deverên Kurdistanê konsêran didin. Awayê jiyana Ey?e ?an ê bandora xwe li Cizîrî dike. Stirana wî ya ``Lê lê lê wayê, Ey?anê lêwayê, çav biçûkê lê wayê`` ku bêhna evîna Ey?e ?an ê jê tê, di wan deman de hatibû afirandin.       Amed ê li ber dilê Ey?e ?anê ?êrîn bû. Lê wê ji ber gefên kû?tinê yê bira û xizmên xwe, neçû Amed ê. Li gorî malbata wê, li hemberî mêran stiranbêjiya jinan, gunehkarî ye. Tenê dayika Ey?e ?an ê xwedî lê derketibû. Lê xwedî derketina dayika wê têr nekir ku a?itiyek were holê. Dayika Ey?e ?anê, berî mirina xwe dixwest ji bo cara dawî keça xwe bibîne. Lê îcaze nedanê de. Vê yekê brînek kûr di dilê Ey?e ?anê de vekir. Ey?e ?an ê wê demê tevayê ê?a xwe bi stirana ``Dayikê`` anîbû zimên. Stirana wê di dilê kurdan cihê xwe çêkir û di mûzîkê de ?opek e kur hi?t.                           Bi dayikê bû dengê qîrîniya dayikanEy?e ?anê bi stirana`` dayikê`` bû tercûmanê dilê dayikan. Stiranên wê mîna jiyana wê, û jiyana kurdan bû. Ew têra xwe bi ê? û keser in, û bi pirsên neheqiyê barkirî ne. Bi dilgiranî sedema ê?a xwe wisan dihanî zimên: Rencdarbûyin, bi xwe re kûl û keserên mezin diafirîne. Dema welatekî me yê azad hebûna, nirxên me jî li cem gelê me dê bi qiymet û buha bûbûna. Em ê bibin feda ji bo gelê xwe, ji bo welatê xwe yê bindest û rencdarbûyî...         Jiyana Ey?e ?anê ya bi kul û keser pi?tî nexwe?iyek giran ya kanserê li Izmîrê di 18 berçileya 1996 an de bi dawî hat. Wasiyeta wê ew bû ku cendekê wê li Amedê bê bicîkirin. Lê daxwaziya wê bi cî nehanîn.       Hinek ji stiranên wê ku ji bîra mirov naçin ev in: Lê lê bêmal, Lorkê lorkê, Daykê qurban, Qederê yar, Cemîle here were, Xezal, Lê lê dînê, Xiv?ê, Kirasê te melese, Yar Meyro, Derdê hewiyê, Hepsîyo, Min tu dibu, Memê Alan, Nazliyê ve Wey Saliho Kurmam...                                                     DAY›KÊ ?ivan Parwer û gelek hunermendên din ev stiran stirandine. Dayîkê qorban ava çemê Diyarbekir îro diherike leme leme eeee
Dayîkê qorban pêl li pêlê dixe davê keleme
Wele îro dayîka min nexwe?e waya min turine
Hêsrê çavê mi dêrana xwedê weke baranê biharê diherike, nasekine
Hey wax dayê xerîbim dayê, hey wax dayê nemînim dayê,
Hey wax dayê bêkesim dayê, bê te kesê min nemaye li vê dunyayê ez bimrim dayê QEDERÊ Stirana “Qederê” çi caran nayê jibîrkirin. Were yar... Qederê yar
Qederê ?er bikim mîna qederê xelkê tu ji min re nebûy yar
Te ez kirim peyakê rêdurê westiyayî peyayê piyadar Tu bûy siwarekî bi rim û bi mirzaq
Li ser pi?ta sêwîxelqê bûy siwar
Yar yar yar qederê
tuyê li dawiyê buye gurekî
siba tu birçî ye har yar yar yar (Wergêra ji tirkî: Gabar Çiyan & Zarathustra News)...





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=188