Platforma dÍ ? bavÍn kurd hat damezirandin
Tarih: 24.04.2007 Saat: 13:25
Konu: PHP-Nuke


FKKS/Li ser banga seroka FKKSê Aycan ?ermîn Bozarslan Platforma dê û bavên kurd ji bo alîkariya zarok û ciwanên kurd di 1 ê Nîsana 2007ê de li lokala FKKS li Swêdê hat damezrandin. Armanca vê platformê ew e pirsên ku di pêvajoya koçberî û entegrasyonê de derdikevin holê bi perspektîva mafê mirovî ya navnetewî alîkarîya dê û bavên kurd û ciwanên kurd bike da ku bên çareserkirin. Di civînê de komîteyek ji bo têkilî û organîzekirina kar hat hilbijartin. Komîteya Platforma dê û bavên kurd civîna xwe ya yekem di 9 ê Nîsanê de li dar xist.


Be?darên civîna Platforma kurd dîyar kirin ku di jiyana me ya Swêd de, di pêvajoya koçberî û entegrasyonê de, di navbera du kulturan de gellek problem derdikevin pê?iya malbat, zarok, ciwanên me. Ji bo pê?îlêgirtin û ji holêrakirina problemên ?iddet bikaranîn, perwerdeyî, nasname, kriminalitet û her wekî dî hevkarîya dê û bavan pêwîst e.Dê û bavên kurd, ciwanên kurd!Dema pirsiyarên we li ser dialog digel dê û bav, zarok an jî ciwanan hebe; dema pirsiyarên we yên nefsî, perwerdeyî, xwendinê, perwerdekirina zarokan, bikaranîna tûndî û tûjî hebe:Di destê komîteyê de lîsteya psikolog, sosyolog, pedagog, hiqûqnas, mamosteyên ku amade ne ji bo dê û bav û ciwanên kurd, ?êwirmend/alîkar bibin hene.Endamên jêrîn yên komîteya platforma dê û bavên kurd ji bo alîkariya zarok û ciwanên kurd li gor pirs û daxwazên we ger hewcedarî hebe dikarin têkilîyê we digel yek mamoste, sosyolog, pedagog an jî psikolog çêbikin.
Alîkariya herî mezin digel yekî dî an jî digel yekî ?êwirmend axaftin e. Endamên komîteya Platformê û hemû ?êwirmendên me sozê didin ku gotinên tu kesî/ê ji yekî dî re nebêjîn û belav nekin.Di rew?a taybet de birêvebira platformê di nav komîte û ?êwirmendan de ji bo serdana malbatan û çareserkirina pirsê li gor taybetmendiya pirsê komîteyekî piçûk ya alîkariyê pêk tînin.Herweha platforma dê û bavên kurd hin dem grûbên guftûgo, minaqe?e û semîner dê amade bikin. Pirsên heyî bidin minaqe?ekirin û agahdarî û zanyarî belav bikin.
Endamên komîteya platform ji bo dê û bav û ciwanên kurd
?ermîn Bozarslan
Seroka FKKS, seroka SIOS, Birêvebira pedogojî, pedagoga taybet,
Mobil: 073-6556715
E post: asbozarslan@fkks.seSeyran Duran
Seroka YJK / mamoste, birêvebira proje
Mobil:070-6422740
E post: seyran.duran@kurdiskakvinnor.netChiavan Bamernî
Serokê YCK û xwendewan
Mobil: 073-752616148
E post: chiavan@kufs.sePirshang Tiwana
Berpirsiyara komîteya kultur û perwerde / hunermend
Mobil:073-9430294
E post. pirshang_t@hotmail.comLokman Ertas
Berpirsiyarê komîteya handikapp û salmezinan / xebatkarê projê ji bo mêrên Kurd
Mobil:073-9843504
E post: ertas@chello.seLutfu Baksî
Mamosteyê zimanê kurdî, sîyasetmedar
Mobil:073-9916723
E post: lutfibaksi@hotmail.comHêvî Sabrî
(Alîkara komîteyê) Pedagog (förskollärare)
Mobîl:0736001553
E post: hiviesabri@yahoo.seAlikariya me bi pedagog, psikolog, sociolog û juristên kurd hene
Ger te li swêdê di be?a sosyal/civakî de mekteba bilind xwendibe, an jî li Swêdê di sewîya bilind de pedagojî, psikolojî, hiqûq xwendibe û wek psikolog, sociolog, pedagog, jurist û her wekî dî kar kiribe û xwestina te hebe wek ?êwirmend alîkariya platforma dê û bav bo zarok û ciwanên kurd bikî, dikarî digel komîteya Platformê têkîlî deynî û navê xwe li cem wan bidî qeydkirin.Alikariya zarokên kurd bikin!Zarokên kurd ku bi tenê hatine Swêdê, demek pêwistîya mayîna wan li cem malbatên kurd hene.
Ji bo muracaat û agahdarî hûn dikarin info@fkks.se re mail bi?înin.






Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=125