Helwesta Serok BarzanÓ Helwesta me ye!
Tarih: 21.04.2007 Saat: 12:47
Konu: PHP-Nuke


Ji Raya Gi?tire/Karbidest, siyasetmedar we?an û çapemenîya Dewleta Tirk li hember Iraqa Federal, Kurdistana me ya Azad, li hember gelê me û serkirdayetiya kurd helwesta xwe ya bê edeb û dijminanê gîhi?tand astekî herî bilind. Karbidest, siyasetmedar we?an û çapemenîya Dewleta Tirk li hember Iraqa Federal, Kurdistana me ya Azad, li hember gelê me û serkirdayetiya kurd helwesta xwe ya bê edeb û dijminanê gîhi?tand astekî herî bilind.

Dewleta Tirk, wisan zane kû ew di dema Osmanîyandane, Irak jî, ne welatekî serbixweye hîn jî, li jêr bandore hûkma osmanî daye û di derhaqa kar û barên îdara iraqêde jî xwedî biryar ewin! Ji bo vê yekê jî roj nine kû mudaxaleyê nav kar û barê iraqa federal û Kurd?stana azad neke.Dewleta tirk di destpêka pêvajoya rûxandina Rejîma baasda jî bokû pê?î li gêleme yê li ba?ûrê Kurdistan bigre, heq û mafên neteweyî û demokratîk bi dest nexe ji turkmenan bi navê " Cepha Tirkmen" rêxistinekî totik avakir. Bi destê vê rêxistana totik dest dirêjîya nav Kurdistana azad kir, îro jî dike. Qaso, ji bo " heq û mafê tirkmenan" cîh hat gefan xwar, cih hat histêrê (rondik) çavan ên direwîn barand.Lê Hukûma baas û rejîma Saddam 35 sal çawan zilm û tehdayî li gelê kurd kir her usan tirkmenan jî ,ji wê dema zordar û re? para xwe girtin. Dewleta tirk rojekî halê tirkmenan nepirsî. Heta Rejîma saddam helnewe?îya jî, piranîya gelê tirk li iraqê jî hebûna tirkmenan ji bê hay bûn.Îro li jêr hukmê Hukûmeta Herêma Kurdistanda wek hemû kêmnetewên Kurdistanê, tirkmen jî kû jimara wan 2-3 sed hezarin-, xwedî hemû heq û mafên kêmnetewîne. Sazîyê wanê sîvîl, rêxitinê wanê sîyasî, bi azadî karê xwe dime?înin. Bi nasnama xwe bê?darî hilbijartinan dibin, di parlaman û hukûmeta herêma kurdstan da têne temsîlkirin, di îdare û daîrên rismîde wezîfe digrin. Di dibistanande bi zimanê xweyî zikmakî dixwînin û dinivîsînin. Rojname, kovar, radyo, tv yê wan bi azadî we?an dikin.. Ya girîng jî ewe ku desthelata hêrêma kurdistan tirkmenan bi tevî haq û mafê wan, biraye xwe û hevwelatîyê kurdistanê dinasin. Li hêladin li kurdistana bakur 30 mîlyon kurd ji hemû haq û mafên kû tirkmenare hatîye nasîn bêpare. Piranîya tirkmenên Kurdistanê vê rastîyê dibinin, û rew?a kû têdane pê razîne. Lê totikên dewleta tirk li ser daxwaza dewleta tirk direw û tometên bêbingeh dikin. Karbidestên dewleta tirk wan tomet û direwên bê bingeh ji xwere dike wesîle û dest dirêjîya nav kar û barê iraqa fedaral û Kurdistana azad dika.Îro li iraqa federal zagonekî(destûreki) bingehîn heye ku ji % 80 gelên iraqê dengê erênî daye. Parlamento heye ku gelên iraqê di jêr çavdêrîya navnetewîde bi irada xwe û bi dengê xwe hilbijartyî, Wê parlamentoyê welatê xwere serok dewletekî hilbijartîye, Hukûmetekî ava kirîye . Sîstema federalî neqandîye. Iraqa federal wek dewletekî serbixwe di yekitiya miletande cîh digre. Her eynî ti?t li Kurdistana azad jî usane. Gelê Kurdistan çi kurd, çi tirkmen,çi asurî, keldanî çi ereb li Kurdistanê ji bo parlamentoya herêmê deng dan, wê parlamentoyê Hukûmeta herêma kurdistan avakir û serokê herema Kurdistan hilbijart. dewleta tirk vê rew?a yasayî û ?erhî li ber çav nagire, Serok komarê iraqa fedaral MAM CELAL ji bo ku kurde nas nake.Destkevtîyên gelê me li Kurdistana ba?ûr tahmûl nake, parlaman hukûmet û serokê herêma Kurdistan serok BARZANÎ nanase. Destûra iraqa federal re rêz nagire. Nemaze: mada 140 madekîye ji zagona bingehîna iraqa fedaral. Gelên iraqê %80 jêre gotîye erê. Li gor wê made jî pirsa kerkûkê û cîh û warên ku îro li derî sînorên herêma kurdistanê mane wê di nav vê saledê li gor prosesa zagona bingehîn were çareserkirin. Eva hukmê destûrêye û kar û barê iraqê bi xweye. Niha Dewleta tirk bi çi heqî dibêjê "d?vê li kerkûkê referandûm nebe" yan jî " ji bo demekî dirêj bê pa?ta xistin". Dewleta tirk bi çi heqî dikare bi vî ?iklî têdaxûlê nav welatekî bike? Di serîde serkirdayetîya kurd û berpirsîyarên hukûmeta iraqa federal bê guman li hember vê dest dirêjî û bê adaletîyê nerîzayetîya xwe tînin ziman û vê dest dirêjîyê mahkûm dikin. Li hember vê helwesta serwer dewleta tirk gefan dixwe,tehdîdan dike, bi taybet kurdistana azad tehdît dike û dagirkirina kerkûkê tîne rojevê. Di van rojên dawîde çavsorî û dest direjîya dewleta tirk li ser kurdistana ba?ûr, serkirdayetîya sîyasîya kurd û serokê herêma kurdistan rêzdar SEROK BARZANÎ gîhi?te astekî herî bilind.Em wek Hevkarîya Partîyên Kurdistan yên li çar be?ên Kurdistan, li Danîmarka,(HEVKARÎ-DANÎMARK) Însîyatîfa Kurdên li Danîmark (IKD)Komelên Kurd li Danîmark kû navê wan li jêrin;Di serîde, midaxela nav karû barê iraqa fedaral û Herêma Kurdistana Federal ji alîyê dewletên cîranên iraqa federal bi tundî sermezar dikin, taybetî jî helwesta dewleta tirk, ku helwestekî bê ehlaqî, bê rêzdarî û helwestekî dijminayetîya kurd û kurdistanîye, sermezar dikin. Li hember wê helwestê em pi?tgirîya helwesta Serokatîya hêrêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistan rêzdar Mesut BARZANÎI dikin.Helwesta wan ya derheqê kê?eya Kurd li seranserî Kurdistanê wek helwesta xwe dizanin.Li hember çavsorî û erê?an em bê deng namînin!HEVKARÎI-Danîmark Însîyatîfa kurd li Danîmark (IKD)KOMKAR-DanîmarkKAK- DanîmarkYekîtîyî Qutabîyanî Kurdistan- DanimarkYêkîtî Afretanî Kurdistan- Danimark (IKD)KOMKAR-DanîmarkKAK- DanîmarkYekîtîyî Qutabîyanî Kurdistan- DanimarkYêkîtî Afretanî Kurdistan- Danimark





Bu haberin geldigi yer: Pdk Bakur
http://arsiv.pdk-bakur.com

Bu haber icin adres:
http://arsiv.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=115