|
u an sitede, 28 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
SEROK BARZANŒ: HEGER TURKIYE MAF BIDE XWE € DEST N XWE DIR JŒ N V KERK€K BIKE,
Tarih: 07.04.2007 Saat: 15:22 Gnderen: Editor
|
|
Serokê kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî di ?eva 06/07 ê meha 04 de û di dîdarek taybetî de bi kanala televizyona Elerebiyye re, bi a?kirayî bersiva pirsên girêdayî rew?a niha ya siyasî û rêvebirîya kurdistanê, Iraqê û deverê da.
Serokê kurdistanê di ewê dîdarê de da zanîn ku kurdistan ji hemû hevwelatîyekî Iraqî re vekirî ye û ew dikarin bê dudilî serdana her bajêrekî kurdistanê bikin, belê kurdistan ji terorîstan re ne vekirî ye. Serok Barzanî weha jî da zanîn û dupat jî kir ku heger Turkiye rê bide xwe û destên xwe dirêjî nêv kar û barên bajêrê kerkûkê bike, em jî dê ewê rêyê bidin xwe û destên xwe dirêjî nêv bajêrê Diyarbekirê bikin. Serokê kurdistanê di alîyekî ewê dîdarê de got: yekbûn di mala Kurd de çê bûye û carek din ti arê?eyek di nêvbera alîyên siyasîyên kurdistanê de çê nabe.. evroj di kurdistanê de yek gotara siyasî heye û li derve jî weha ye.. bajêrê kerkûkê jî bajêrekî Iraqî ye û nasnameya wê kurdistanî ye û be?ekî herêma kurdistanê ye. Serokê kurdistanê di bareya peywendîyên kurdistanê û Israyîlê de jî weha got: peywendîyên bi Israyîlê re ne ti?tekî heram e û ne jî tawan e.. ji ber evê yekê jî, her dema ku balyozxaneya Israyîl li bajêrê Baxdadê bihê danîn, em dê rê bidin ku konsulxaneya Israyîl li bajêrê Hewlêrê jî bihê danîn.
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|