Li zindanÍn TirkiyÍ cÓ peyde nabe, Her roj sed kes tÍ zÓndanÓkirin
Tarih: 04.04.2007 Saat: 10:40 Gnderen: Editor
|
|
Zindanê li Tirkiyê çi caran wisan nehatine dagirtin. Li gorî îstatîstîka niwênerê komîsyona mafê mirovan ya parlamentoya Tirkiyê Ahmet Ersin, di meha çile de hejmara zindaniyan 74 399 kes bû, di ya sibatê de ev hejmar hilki?iyaye 77 425 kesan.
Li zindanên Stenbol, Izmir, Edenê, Antalya, Aydin, Entab, Konya û Mersinê kapasîteya hejmara girtiyan zêdeyî normên zîndanan e. Ji bedêla 11 089 neh kesan, 20 053 kes dimînin. Ev yek ji awira sihet, xwarin û jiyanê dikare pirsgirêkên cidî bi xwe re bîne. Girtî, ji bilî sê ranzayên li ser hevûdu yê xewê, li erdê jî cihê razanê çêdikin. Li gorî ajansa HH yê, di 27 salên dawî de hejmara zîndaniyan mîna îsal bilind nebûye. Ev bilindbûn, di dema 12 îlona 1980 î de hebû. Wê demê hêza le?kerî dest danîbû ser hikûm. Li gorî ajansê, ji ber ku rê di zindana de pêyde nabe, kesên girtî di?înin hepsên din. Hejmara kesên girtî jî 80 hezar e. Hepsên nûLi gorî beyanên wezareta edaletê ya Tirkiyê, li Stenbolê 8, li Izmîrê 3 hepsên nû tê çêkirin. Hejmarek hepsên navdar yên wek mîna Buca ya Izmirê, Ulucanlar a Enqerê, Ya Metrisê dê bên girtin (Zarathustra News).
|