Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 10 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


?eva Kurd-DerÍ bi peyamÍn yekÓtiyÍ hat xemilandin
Tarih: 03.04.2007 Saat: 09:37 Gnderen: Editor

Enqere, Serokên partiyên kurd a yasayî, siyasetmedar û rew?enbîrên kurd di ?ahiyek ko ji aliyê Komeleya Pi?tgiriya Çand û Demokrasiya Kurd (Kurd-Der) ve hatibû amadekirin de, li hev civiyan û bi yekdengî banga yekîtiya hêzên siyasî yên kurd kirin.

Pi?tgiriya Çand û Demokrasiya Kurd (Kurd-Der), li Enqerê ?ahiyeke bi xwarinê li dar xist û bi qasî 500 siyasetmedar, rew?enbîr û serok û birêvebirên partiyên siyasî yên kurd be?darê ?evê bûn. Hatiye ragihandin ko birêvebir û serokên gi?tî yên partiyên kurdan yên wek Partiya Maf û Azadiyan-Hak-Par, Partiya Civaka Demokratîk-DTP û Partiya Demokratîka Bê?dar–Kadep jî be?darê vê ?evê bûn û hersê serokên kurd Sertaç Bûcak, Ahmet Turk û ?erefetîn Elçî di heman maseyê de li teni?ta hev rûni?tin û hersêyan jî di axaftina xwe de bal ki?andin li ser girîngî û pêwsîtiya yekîtiya hêzên siyasî yên kurd.

Herweha, hatiye ragihandin ko ligel serokê Hak-Parê Sertaç Bûcak, Serokê DTPê Ahmet Turk û Serokê Kadepê ?erefetîn Elçî bi qasî 500 siyasetmedar, rew?enbîr û birêvebir û nûnerên saziyên kurd yên wek serokê berê yê Hadepê Murat Bozlak, serokê Forma Demokrasî ya Kurd Feridun Yazar, serokê gi?tî yê Komeleya Mafên Mirovan Yusuf Alata?, sekreterê gi?tî yê Keskê Abdurrahman Da?demir, ji Ba?ûrê Kurdistanê General Osman Qasim, nûnerê PDKê yê Enqerê Omer Mîranî, parlementerê kevn Ha?im Ha?imî û her wek din be?darê ?evê bûn.

Serokê Hak-Parê Sertaç Bûcak, serokê DTPê Ahmet Turk û serokê Kadepê ?erefetîn Elçî di axaftinên xwe de bal ki?andin li ser girîngî û pêwsîtiya yekdengî û yekîtiya hêzên siyasî yên kurd û destnî?an kirin ko divê êdî dem, dema yekîtî û hevgirtinê ye. ?ahî, herweha bi deng, muzîk û stranên denbêj Kazo, Serbulent Kanat û Koma Nan ge? bû û bi co?î hat domkirin.

“Em wek DTP soz didin ko em ê bi partiyên kurd yên bira re, di nav diyalog û pi?tgiriyê de bin”

Serokê Partiya Civaka Demokratîk-DTPê Ahmet Turk, di axaftina xwe de li dijî bendava ji sedî 10, bang li partî û rêxistinên kurd kir ko tifaqa xwe saz bikin. Ahmet Turk, bi berdewamî weha got; “Em hemû dibînin ko pê?keftin û destkeftiyên Ba?ûrê Kurdistanê, bi yekîtî û diyalogên navxweyî hatiye bidestxistin. Pi?tî ko Emerîkayê mudaxeleyî Iraqê kir, heger serokdewletê Iraqê Celal Talebanî û Mesûd Barzanî yekîtiya xwe saz nekirana, wê rew?a kurdan jî îro ne di vê asta ba? de bûya. Ev yekîtiya me, wê pi?tgirî ji demokrasiya Tirkiyê re jî bike. Em wek DTP soz didin ko em ê bi partiyên kurd yên bira re, di nav diyalog û pi?tgiriyê de bin. Cûdabûna fikir û ramanên siyasî yê di navbera partiyên kurd de ti?tek xwezayî ye, lê bi pê?xistina helwestek hevbe? dikarin bibin xwediyê hêzek girîng.”

“Gelê kurd bi hesret e ko yekîtiya hêzên siyasî yên kurd pêk were”

Serokê gi?tî yê Partiya Maf û Azadiyan-Hak-Par Sertaç Bûcak jî di axaftina xwe de ragihand ko yekîtiya tevgera siyaseta kurd, wê bibe sîgorteya demokrasiya Tirkiyê jî. Sertaç Bûcak, di berdewamiya axaftin xwe de weha dibêje; “Di rew?a îroyîn de pêwîstiya kurdan bi hevkariyê heye û ev hevkarî wê bixwe re hevparî û pi?tre jî yekîtiyê bîne. Gelê kurd bi hesret e ko yekîtiya hêzên siyasî yên kurd pêk were. Divê ev her sê partî, di demek nêzîk de bi bersiveke dîrokî, hesreta gelê kurd bi cîh bînin. Ji bo gelê xwe, divê bi misegorî (mutleqa) em vê pêvajoyê bikar bînin. Lewra, pêwîstiya kurdan ji her ti?tî pirrtir, bi yekîtiyê heye. Divê ev diyalog û pêvendiyên germ, ber bi armancên ?ênber ve biçin. Rêka azadî û demokrasiyê di yekîtiya kurdan de derbas dibe.”

“Ji dema Ehmedê Xanî û vir ve gelê kurd xeyala yekitiyê dike”

Serokê gi?tî yê Kadepê ?erefetîn Elçî jî di axaftina xwe ya bi kurdî de destnî?an kir ko ji dema Ehmedê Xanî û vir ve gelê kurd xeyala yekitiyê dike û weha got; “Ger ji bo projeyên hevbe? fedekarî pêwîst dike, em bixwe ji vê fedekariyê re amade ne. Armanca hemû partî û rêxistinên kurd, azadiya kurdan e. Ev her sê partî jî¸ dikarin li ser vê esasê bên bahev. Em, ji bo vê yekê amade ne. Gelê me jî, di ?ahiyên newrozê de vê peyamê da.”

“Yekem car e ko ez rastê tabloyek weha yekdeng û hevbe?, têm”

Pi?tî axaftina serokên partiyên kurdan, siyasetmedar û entelektuelê kurd Canip Yildirim jî axaftinek diltepîn kir û wî jî, di axaftina xwe de girîngî û pêwîstiya hevkarî û yekîtiya hêzên kurd anî ziman. Canip Yildirim, di axaftina xwe ya diltepîn de weha got; “Temenê min nêzîkê 80 salî ye û yekem car e ko ez rastê tabloyek weha yekdeng û hevbe?, têm. Ez, bi bin tesîra vê tabloya yekdeng de mam û gellek kêfxwe? bûm. Hêvîdar im, wê hê ba?tir bibe û pê?detir biçe.”

Herweha, hatiye ragihandin ko pi?tî axaftina be?daran, siyasetmedarên kurd bi stranên hunermendê kurd Serbulent Kanat re destên hev girtin û rabûn govendê.

Çavkanî: PUKmedia/ Nevzat Karakeçi, 2/4 2007

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur