Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 50 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


?erÍ Tirkan ? Kurdan DÍ «Ínebe
Tarih: 11.12.2007 Saat: 13:36 Gnderen: Editor

PHP-Nuke                                           Hevpeyvîn bi ›smail Be?ikçi re ?erê Tirkan û Kurdan Dê ÇênebeJi roja ku êrî?a derveyî sînor ketiye rojevê û vir de hîsterîyeka civakî derketiye holê. Tu dibêjî qey her kes di nav haletê rûhîyeyeka wisa de ye ku, hema dixwaze wî jî bigrin le?keriyê. Gelo cenabê we viya çawa ?îrove dike?

Di meha kewçêra 1998an de bona ku serokê PKK Abdullah Öcalanî ji Sûriye bidin derxistin fi?areka tund li ser Sûriyeyê hate me?andin. Rêveberiya Sûriyeyê, serokkomar hafiz Esad hate tehdîdkirin. Serokkomarî, serokwezîrî, serokê TBMM, serekerkanî û fermandarê hêzên bejayî berdewam daxuyanîyên ku Sûriyeyê tehdîd dikin belav kirin. Di van daxuyaniyan de dihate gotin ku, “Em dizanin Öcalan li Sûriyeyê ye. Ger di demeka kurt de ji Sûriyeyê neyête derxistin, em ê bi xwe ?amê dagîr bikin û pirsê hel bikin.” Fermandarê hêzên bejayî Atila Ate? çû ser sînorê Sûriyeyê û van tehdîdan li wir dubare kir. Di encama van gefxwarinan de serokê PKK Abdullah Öcalan di roja 9 kewçêr 1998 de ji Sûriyeyê hat derxistin. Di destkeftina vê serketinê de roleka gelek mezin a van tehdîdan hebû. Bona Öcalan pêvajoya Yewnanîstan, Federasyona Rûsyayê, Îtalya… bi vî awayî dest pêkir. Gefxwarineka bi vî rengî di mehên îlon û kewçêr ên sala 2007an de bona Hukûmeta Herêma Kurdistanê, bona serokê Partî Demokratî Kurdistan û serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bona serokê Yekîtî Ni?timanî Kurdistan û serokkomarê Îraqê Celal Talebanî jî derxistin rojevê. Ji serokên kurdan dihat xwestin ku ew bona damezrandina dewleteka federal nexebitin, bila referanduma Kerkûkê betal bikin, bila li hemberî PKK ya ku li Çiyayê Qendîl baregeha xwe danîye, bi awayekî aktîf bikevin nav ?er û bila berevaniya mafên neteweyî yên tirkmanan bikin. Di prosesa van gefxwarinan de ji bo êrî?a li ser Ba?ûr PKK wek hincetekê dihat bikaranîn.Cihêtiyeka gelek girîng di navbera tehdîda kewçêra 1998an û kewçêra 2007an de heye. Li sala 1998an Sûriye dihate tehdîdkirin lê le?ker neçûbûn ser sînorê Sûriyeyê. Çekên ?er ên giran, mîna tank û top nebiribûn ser sînor. Lêbelê di kewçêra 2007an de le?kerek gelek zêde biribûn ser sînor. Amûrên ?er yên giran, mîna tank û top û hawan û wesaîtên din ên ?er biribûn ser sînorê ku 200 kîlometre dirêjahiya wî heye. Tew ji sala 2006an de dest bi vê amadekariya hanê kiribûn. Dihat diyarkirin ku, 100 hezar an 150 hezar, carînan jî 250 hezar le?ker li ser vî sînorî hatine komkirin.Herwekî sala 1998an dixwestin bi riya gefxwarinê serkeftinekê bidest xînin. Diviyabû ku ligel vê gefxwarina le?kerî rayagi?tî jî hî?yar bikin da ku bibe pi?tgîrê vê gefxwarinê. Bi riya merasîmên cenazeya ?ehîdan, bi riya rîtuelên alayê û bi wan çalakiyên provakatîf ên hêzên ve?artî yên dewletê rayagi?tî hat provekirin û kela wê rakirin. Gelek a?kera ye ku rayagi?tî li hemberî kurdan dihate pîjkirin û dixwestin bi vê rêyê, fi?ara li ser kurdan hîn tundtir bikin. Çapemenî û masmedya bona pêkanîna rayagi?tîyeka wisa û bona tevgerên vê rayagi?tî roleka sereke lîstin. Lewre jî ne rast e ku meriv rabe bibêje ev rayagi?tî ya hanê û bizava wê ji xwe re, xwe bi xwe dest pêbûye. Ev rayagi?tîya hanê ji layê hêzên dewletê û ji layê vê çapemeniya ku gelek pêt bi îdeolojîya fermî ve girêdayî ye, hate pêkanîn û rêvebirin.Li sala 1998an di encama tehdîdan de serkeftinek bi dest ketibû. Êdî zehmet bû ku serokkomar Hafiz Esad, rêveberiya Sûriyeyê lîderekî gerîlayan li welatê xwe bihewîne. Lê serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi pê?xistina berxwedaneka biryardar û maqul balê ki?ande ser mafên kurdan, gelek rewabûna van mafan da zanîn, herwisa, da zanîn ku ev mafên hanê, ango mafên xwezayî yên civaka kurd bona tu kesî û bona dewleta tirk jî nabin tehdîd. Vê berxwedanê pê?î li wê serketina ku tirkan dixwest bi dest bixînin girt. Lêbelê li hemberî vê berxwedana biryardar û maqul pêwîstî bi tehdîdên hîn tundtir û berfirehtir hebû. Lewre jî bi riya çalakîyên provakatîf, bi riya merasimên cenazeyên ?ehîdan, bi rîtuelên alayê, bi riya talankirina hindek maxazayên kurdan, bi êrî?kirina li ser Partiya Civaka Demokratîk û bi êrî?ên girseyî yên li hemberî kurdan radeya vê tehdîda hanê bilindtir kirin.Çi dema ku pirs were ser mafên filîstînîyan, tirkên Bulgarîstanê, tirkên Trakyaya Rojavayê, tirkên Qibrîsê, tirkmanên Kekûkê, tirkên li Kosovayê, bo?naq, çeçen û vîetnamîyan hingê Tirkiye ji layê azadîyê ve nêzîkî pirsa wan dibe. Dide zanîn ku daxwazên wan daxwazên rewa ne. Lê çi dema ku pirs were ser mafên kurdan hingê ji layê bereveniya dewletê ve bala xwe dide ser û dibêje, daxwazên demokratîk ên kurdan asayî?a dewletê tehdîd dikin. Bona ku van daxwazan bipelêxe tundiyekê ku digihê radeya terora dewletê tetbîq dike. Di warê pelaxtina van daxwazan de fi?ardin, qedexekirin û cezakirin wek polîtîkayên bingehîn têne dîtin. Hîç ne di bala dewletê de ye ku mafên azadîyê yên kurdan jî, qet nebe, bi qasî mafên wan gelên ku me li jor navê wan hejmart hene û rewa ne. Daxwazên kurdan tune dihesêbe, ji nedîtî ve tê. Lêbelê ev polîtîkaya hanê tenê li hemberî kurdan ku wek “bira” têne bi nav kirin tê pê?xistin. Lewre, li kuderê dibe bila be, Tirkiye nasnameya kurd nas nake, naxwaze nas bike. Hîn jî wek komikên ku dê bêne tirkkirin li wan dinêre. Bona tirkkirinê, bona asîmilekirinê her tedbîrî tetbîq dike. Di vê rêyê de fi?ardin, qedexekirin û cezakirin bi awayekî tund têne bikaranîn. Ew deverên ku kurd têde ni?tecih in, mîna parçeyek ji welatê tirkan têne dîtin. Digel ewçend fi?ardinê, dîsa jî, hindek meriv van rîskan digrin ber çav û dawa mafên xwe dikin. Ev jî dibe sedem ku dewlet fi?ardin û qedexekirin û cezakirinan hîn di radeyeka bilindtir de bi kar bîne. Ew dewleta ku ziman û kultur û nasnameya miletekî nas neke, mafên wan ên demokratîk qebul neke, bêgav e ku fi?ardinên di radeya terora dewletê de bi kar bîne. Li Tirkiyeyê sedemê bingehîn yê pêkhatina rew?a ?iddet û terorê ev helwêsta dewletê ye.Ev hemî didin nî?an ku kurd ne mîna welatîyên wekhev lê mîna civakek ku li ber asîmilekirinê serî çemandiye, wek civakek ku divêt bête asîmilekirin têye dîtin. Em dikarin vê yekê wek muameleya koletiyê jî bi nav bikin. Li salên 1930, wezîrê Edaletê yê wê demê Mahmut Esat Bozkurt gotibû, “… Tenê mafek bo kurdên li Tirkiyê heye, ew jî xizmetkariya bo tirkan e.” di roja îroyîn de jî, kurd cardin wek kole têne qebulkirin. Di vê çarçoveyê de daxwazên azadiyê yên ku ji layê kurdan ve çêdibin, bi reaksiyoneka tund têne pê?wazîkirin. Ez dibêjim qey çêkirina çalakiyên provakatîf, sloganên ku di cenazeyên ?ehîdan de têne avêtin, pê?xistina rîtuelên alayê, herwisa, bi vê rêyê ge?kirina bizavên girseyî yên civaka tirk, peywendiya van ti?tan bi vê têgiha?tinê heye. Dibêjin, “Hîn heta bi duhî solên me dialastin, nûke çawa radibin dawa azadiyê dikin!” Ev têgiha?tin heye.Gelo meriv dikane bibêje ku çapemenî ji layê siyasiyan û le?kerên malni?în ve têye pîjkirin?Belê, meriv dikane bibêje ku çapemenî ji layê siyasiyan û le?kerên malni?în ve têye pîjkirin. Be?eka mezin ya çapemeniya tirk wek liqekî Rêxistina Muxaberata Neteweyî (M›T) dixebite. Meriv dikane hindek ji endamên çapemeniyê û hindek ji endamên zanîngehan jî, ji yên ku pîjkirinê dikin, bihesibîne.Gelo encamên harbûna hestên neteweyî çi ne, aya dibe ku ev reksîyon ji kontrolê derkevin?Di encama manîpulasyonên dewletê de hestên neteweyî, ya rast hestên nîjadperestiyê bilind dibin. Helbet ev pêvajo, ji layê rêvebirina dewletê ve jî layên xwe yên xetereyê hene. Çi dema ku mîtîng û numayî? û me? bi vî awayî bêne pê?xistin hingê têgiha?tina “em sînoran bibezînin, em lêdin, bi?kênin, bipelixînin…” jî pê? ve diçe, daxwaza van ti?tan zêde dibe. Hingê pi?tî ku ev neyêne kirin, yan jî di dema xwe de neyêne kirin, îcar baweriya bi sazîyên dewletê jî kêmtir dibe.Ez ne bawer im ku ev reaksîyon ji kontrolê derkevin. Sedem jî ev e ku, di pirsa kurd de polîtîkaya bingehîn a dewletê asîmilasyon e. Di vê derbareyê de du kirinên bingehîn hene. Yek jê ev e ku, rê nedin pêkhatina burjuvaziyeka kurd ku li ser xaka xwe hilberîniyê bike, li herêma xwe karxaneyan veke, berhemên xwe belav bike, bazara herêmê bigre bin kontrola xwe. Di herêma kurdan de bi polîtîkayeka gelek taybet dewlet pê?î li vê yekê digre. Ji sermayedarên kurd têye xwestin ku ew li rojavayê kar bikin. Bi riya mekanîzmayên cûr bi cûr berê sermayeyê didin rojavayê. Wek mînak, ger yek li rojavayê karxane veke hingê dikane gelek bi hêsanî krêdî wergire lê çi dema ku bona avakirina karxaneyek li herêma kurdan daxwaza krêdiyê bête kirin hingê bank gelek zemetî derdixin pê?iya karsazan. Di vê çarçoveyê de xwedî lê derketina li axayên gundan û ?êx û seroke?îran jî ew e ku pergala xwe ya feodal berdewam bikin. Ev jî polîtîkayeka bingehîn e. Korucutî (hêzên ceh?) jî, sazîyeka wisa ye ku dem û dezgehên feodal, peywendîyên feodal li ser piyan dihêle, berevaniya wan dike. Û bi vî awayî bizava rizgariya kurd hîn ba?tir dikeve bin kontrolê, hîn ba?tir pê?î lê têye girtin. Ew pereyên ku dikeve destê serekê korucuyan, yan jî darayîya ku bi dest dixînin, cardin wek polîtîkayekê berê vê sermayeyê jî didin bajarên rojavayê. Bona viya têne te?wîqkirin.Kirina duyemîn, li hemberî ro?inbîran e. Ev jî, dibêjin em fi?ardineka wisa bikin ku bila ro?inbîrên kurd nikaribin li ser axa xwe, wek mînak, bila nikaribin li bajarên wek Diyarbekir, Batman, Wan, Sêrt, Cûlemêrg, Mêrdîn, Mû?, Agirî, Bazîd, Melazgir, Gever, Nisêbîn, Qoser û Farqînê bimînin. Gelek evkirî ye ku tunebûna burjuvaziyeka kurd a li ser axa xwe, herwisa, tunebûna ro?inbîriya kurdî ya li ser axa xwe, ji layê pirsa kurd ve xwedî karîgerîyeka girîng e. Asîmilasyon li sazîyên wek xwendegeh, dayreyên dewletê, çapemenî û heta ku li nav malbatê jî têye pê?xistin. Dîn jî di vê çarçoveyê de dikane rolekê bilîze. Divêt ev di çarçoveyên cihê de bêne helsengandin. Ji layê din ve gelek karsazên kurd yên ku li bajarên rojavayê yên mîna Stenbol, Bursa, Anqere, Îzmîr, Aydin û Îzmîtê jî kar dikin hene. Lêbelê evên hanê ne burjuvaziya kurd in, meriv dikane wan di nav burjuvazîya tirk de bihesibîne.Di vê çarçoveyê de gelekê kurdan cih-warê xwe terk kirin, çûne metropolan, çûne li bajarên rojavayê akincî bûne. Hewl didin xwe da ku li wan deran bi cih bibin. Be?eka girîng ya van merivan dev ji mal û milkê xwe, xanî û zevî û rezê xwe yên li welatê xwe, ango li cografyaya kurd berdane û dixwazin li bajarên rojavayê ji xwe re milk bikirin, êdî li wir koka xwe berdin erdê. Ev proses bona asîmilasyonê rew?eka gelek guncaw pêk tîne. Herwisa, têye zanîn ku xwendegeh û çapemenî û malbat û dayreyên dewletê jî bona pêkhatina asimîlasyonê her di nav hewldanê de ne. Surgûnkirin jî helbet bona asîmilasyonê rew?eka guncaw pêk tîne. Herwisa, çûnûhatek ji ber sedemên zêdebûna nufûsê, ji ber sedemên ekonomîkî, ji ber sedemên kar peydakirinê jî her tim heye. Peywendiyên ku di vê çarçoveyê de çêdibin jî, bona pêkhatina asîmilasyonê rew?eka guncaw tînin holê. Wisa texmîn dikin ku di encama van peywendiyan de çend nif? bi ?ûn de dê asîmilasyon temam bibe. Jixwe, di encama ?ewitandin û xirakirina gundan de be?eka grîng a nufûsa kurdan bêgav maye ku koçberî bajarên rojavayê bibe. Xebateka dewletê ya di vê derbareyê de jî her heye. Lêbelê, dewlet bi zanebûn rê nade ku nufûsa kurd berê koçberîya xwe bide kampa Mexmûr a li navbera Mûsil û Duhokê. Çunke li wan deveran asimîlasyon çênabe û tew di ser de jî gelek a?kera ye ku nasnameya kurdayetiyê hîn xurttir dibe. Meseleya neteweyî di bingeha xwe de meseleya axê ye. Ger lingên meriv li ser axa meriv bin, meriv li ser axa xwe be, di nava gel û meriv de peywendîyeka organîk hebe, hingê di warê helkirina pirsê de meriv di pozîsyoneka guncaw de ye. Ger ji sedemên aborîyê, bi mebesta peydakirinê kar meriv ji ser axa xwe, ji gelê xwe bi dûr ketibe, ji axa xwe, ji gelê xwe veqetiyabe hingê ev yek têye vê wateyê ku li hemberî dewletê meriv gelek lawaz e. Di roja îroyîn de êdî gelek ro?inbîrên kurd ji vê yekê haydar in. Ro?inbîr êdî dizanin ku surgûn çima çêdibin. Ro?inbîr êdî jê haydar in ku çima herêma kurdan li pa? hi?tine, çima rê nedane ku sinaî bi pê? keve, wek mînak, êdî dizanin ku bendav ne bona avdanê lê tenê bona hilberandina elektrîkê çêbûne, vê elektrîkê jî didin rojavayê. Herwisa, çima gund têne ?ewitandin û xirakirin, bona çi korucutî têye arastekirin, çima malbatan ji cih û warên wan didine koçberkirin? Derbareyê van mijaran de li gel be?eka ro?inbîrên kurd pêzanîneka nû ge? dibe. Ji ber vê yekê êdî pêwîstiyek e ku ro?inbîrên kurd di ?ûna ku li bajarên metropolê yên mîna Stenbol, Anqere û Îzmîrê binecih dibin, divêt li ser axa xwe binecih bibin. Ev ro?inbîr di nav prosesa ji metropolên Tirliye, ji Ewropayê bo vegera ser axa de ne. Di roja me de yek ji prosesên grîng ev e. Ro?inbîrên ku li metropolên Tirkiyeyê yan jî li bajarên Ewropayê dimînin êdî dest pêkirine demeka grîng ya ji salekê li welatê xwe derbas dikin. Meriv dikane vê pê?veçûnê bi?opîne. Di mijara ro?inbîrên kurd de meriv dikane proseseka wisa bibîne. Ev jî rastîyek e ku veger, ango vegera bo welêt hindek rîskan di nav xwe de dihewîne. Lêbelê ro?înbîr jî, jixwe, van rîskan digrin ber çav û vedigerin. Ev êr?înê ku li van mehên dawîn li hemberî kurdan, bi taybet li hemberî Partiya Civaka Gel çêdibin, dibin sedem ku di kurdan de hî?yarîyek çêbibe, hestên netewî bihêztir bibin. Meriv dikane viya wek karîgeriyeka neyînî ya îdeolojîyê jî bihesibîne. Ev bizavên komelî yên ku têne pê?xistin, ev nîjadperestî wê encama ku dixwazin bi dest bixînin ligel xwe nayne, berevajiya wê, rew?a ku dewlet qet naxwaze çêbibe pêk tîne. Mîtîng û numayî? û me?ên li dijî kurdan, herwisa, êrî?ên li hemberî kurdan, li hemberî saziyên kurdan wisa hate pê?xistin ku, vê yekê hindek kurdên ku di xewê de bûn jî hî?yar kir. Di vê çarçoveyê de, êrî?î hindek kurdan hate kirin ku ew gelek wext berê bar kirine hatine li bajarên rojavayê bicih bûne, tu peyweyndiyeka wan bi siyasetê re nîn e û bi qasî dewletê li hemberî gerîla ne. Di encamê de em dikanin vê êrî?ê wisa ?îrove bikin ku “Dibe ku we kurdîtiya xwe ji bîr ve kiribe lêbelê em dizanin ku hûn kurd in. Em li dijî we ne jî. Em ê we jî tune bikin.” Ew mîtîng û numayî? û me?ên ku hatin pê?xistin têgiha?tineka wisa, hi?yarîyeka wisa jî çêkirin. Ger ev pê?xistina van numayî?an zêdetir bibe, di van merivan de, li nav van malbatan xwestineka wisa hî?yar bibe ku cardin vegerin welatê xwe, ango vegerin ser axa kurdan. Ev jî dê pê?î li prosesa asîmilasyonê bigre, dê jê re bibe asteng. Ez ne bawer im ku di vê çarçoveyê de pevçûneka ciddî di navbera kurdan û tirkan de çêbibe. Meriv dikane vê mijarê wisa îfade bike ku polîtîkaya bingehîn asîmilekirin e, wek ?êwazek asîmilikirina kurdan bo tirkîtiyê têye tetbîqkirin. Di prosesa tetbîqkirina vê ?êwazê de bi taybet pê?î li pevçûneka kurdan û tirkan digrin. Nexwe, ?êwazên tund dikanin kurdayetiyê hi?yar bikin, vê prosesê bileztir bikin. Digel van hemîyê hewldanan ger dîsa jî komel li hemberî asîmilasyonê li ber xwe bidin, hewl bidin xwe da ku kurdayetiyê biparêzin, pê?detir bibin, gelo wê demê dê çaw be? Hingê pêwîst e, yên ku naxwazin asîmile bibin, li hemberî asîmilasyonê li ber xwe didin, dixwazin kurdayetiyê biparêzin û pê?detir bibin divê bêne tunekirin? Meriv dikane bifikire ku ev îhtîmal jî di fehma serweriya tirk de heye. Lêbelê ez ne di wê qenaetê de me ku ev îhtîmal dê were pêkanîn. Ji ber ku kurd êdî bi piranî ne li herêmekê ne, ji ber ku kurd li rojavaya Tirkîyeyê jî hene, ji ber ku amûrên ragihandinê hene, ji ber ku di warê peywendîdanînê de amûrên teknolojîk zêdetir bûne, lewre êdî ev yek rê nade bicihanîna nîyeteka wisa. Wek mînak, ger li go?eyeka din a cîhanê bûyerek rû bide, dikane bi riya telefonên destan hîn ku 24 saet di ser re neçûbe, li her alîyê cîhanê were bihîstin. Ev jî a?kera ye ku divêt operasyonên wisa bi ve?arî/nihênî bêne kirin. Wek mînak, êdî telefonên destan jî dikanin rê nedin ku karekî wisa nihênî bimîne. Êdî dewleta tirk, karbidestên hukûmetê, berpirsîyarên artê?ê jî jê haydar bûne ku pevçûneka etnîkî dê ji hev cudabûnê ligel xwe bîne. Wek mînak, serekerkanê ku hîn çar pênc meh berê digot “yê ku nebêje çi ba? e ku ez tirk im, ew di?minê me ye” pi?tî ku li meha kewçêrê mîtîng û numayî? û me? çêbûn û bi ?ûn de êdî pêwîstî pê dît ku bibêje “kurd Birayên me ne”. Li vir jî mumkin e ku meriv karîgerîya neyînî ya îdeolojîyê, encamên vê yekê bibîne.Gelo cenabê we ji layê haletê ruhîyeya civakî ve, vê rew?a neasayî ku her li dar e û her têye xwestin ku Tirkiye êrî?î derveyî sînor bike, çawa dibîne?Di nav civakê de, di nav hi?ê wan de ew xwestina bezandina sînoran tenê li hemberî kurdan derdikeve rojevê. Wek mînak, li navbera salên 1985 û 1988an li Bulgarîstan tirk dihatin çewsandin, navên wan bo navên Bulgarî dihatin guhartin, tirk dihatin bulgarkirin. Wê demê, “bezandina sînoran” hîç nehate rojevê. Gelek li hemberî vê polîtîkaya navborî ya Bulgarîstanê derketin lê kesî negot, “em êrî?î derveyî sînor bikin û hemnîjadîyên xwe rizgar bikin…” Ti?teka wisa nehate rojevê. Bona tirkên Trakyaya Rojavayê jî her wisa. Qibrîs jî, divêt di çarçoveyeka cihêtir de were helsengandin.­­­­­­­­­____________________Wergerandina ji tirkî: Ro?an Lezgîn & Çavkanî: Evrensel Kültür, Hej: 192, Berfanbar 2007, r. 74-77Zarathustra News - Peyamaazadi

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur