Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 29 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


Sarkozy/Lagendijk ? MafÍn Kurdan
Tarih: 23.11.2007 Saat: 17:36 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Îbrahîm GUCLU(ibrahimguclu21@gmail.com)   Ji bona hemû kurdên Kurdistanê û dinyayê, demekî dirêj e ku rojeva sereke êri?a Tirkiyeyê ya bi tevayî li hemberî tevgera bakurê Kurdistanê û Herêma Federe ya Kurdistanê ye.  Ev jî bû sedem ku hemû kurd bi vê rojevê re eleqeder bibin, ev rojeva sereke ?irove bikin, li hemberî êri?a Tirkiyeyê tedbîr û karên bên kirin tespît bikin, bikevin nav hewildenekê. Loma jî gelek mijarên din yên girîng ku bi kurdan re girêdayî bûn, nehatin dîtin û nehatin minaqe?e kirin. Ezê di ev nivîsara xwe de derkevim derveyî rojeve rojane û stratejîk, li ser mijarên din rawestim. Ev mijarên ku ez li ser rawestim, ji bona Bakurê Kurdistanê û mafên gelê kurd gelek girîng in. Ev mijaran jî helwesta Fransayê û serokdewleta Fransayê Sarkozyî, helwesta Lagendijkî ya di derbarê statûya Kurdistanê û neteweya kurd de ye.

   Siyaseta Franseyê ya nû ji bo kurdan gelek girîng e…Di helwesta Fransayê de pi?tî ku Sarkozy bû serok dewlet guhertineke stratejik hate holê. Mîna tê zanîn dema ku Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA-yê) biryar da ku midaxeleyî Iraqê bike, girêdayî Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn rejima baasî û seddamî ji holê  rake û biguherîne, Fransa bi xurtî li dijî vê midaxeleyê derket, bi awayekî endîrek pi?tgiriya rejima baasî û seddamî kir. Di hemen dem de li dijî siyaseta DYA-yê û hevalbendên wê ya li hemberî Îranê jî konseptek ava kir. Ev helwesta Fransayê û Elmanyayê di rojhilata navîn de û bi taybetî jî li Iraqê li ser siyasetên DYA-yê tesîreke mezin ya negatîv kir. Ev rew?a bû sedem ku di navbeyna DYA-yê Fransayê û Elmanyayê de nekokî derkeve holê,  rejimên otorîter û totalîter jî ji vê nekokiyê îstifade bikin. Ev nekokiya di hemen dem de dihat wê wateyê ku di navbeyna dinyaya rojeva de birînek jî heye.   Pi?tî ku Sarkozyî bû serokdewlet di ev siyaseta Fransayê de hêdî û hêdi  guhertin pêk hat. Sarkozyî, dostekî kurdan Dr. Kouchner kir wêzîrên karên derve. Di pêvajoyê de eleqeya DYA-yê û Fransayê xurt bû. Fransayê bi Herêma Federe ya Kurdistanê re danûstandin kir û li Kurdistanê berpirsiyariyek (konsolosî) ava kir. Siyaseta kevn ya Fransayê li hemberî Îranê jî hat guhertin. Fransayê konsepta DYA-yê ya li hemberî Îranê jî eciband.    Ev guhertina siyaseta Fransayê ji bona neteweya kurd him li Iraqê, him li Îranê û him jî  li Rojhilata Navîn gelek girîng e. Divê kurd di siyaseta û xebata xwe ya lobîst de vê guhertinê bidin ber çav, ji bona xwe konsepteke nû ya rojane ava bikin.    Ev guhertina siyaseta Fransayê dema ku bi guhertina li Elmanyayê re digihîje hevûdu girîngtir dibe. Elmanyayê jî dema ku DYA-yê midaxeleyî Iraq’ê kir, li dijî midaxeleyê bû. Pi?tî ku hukûmeta Markelê hat ser hikûm, di siyaseta Elmanyayê de jî guhertineke stratejîk hat rojevê, Elmanya nêzikî siyaseta DYA-yê bû. Ev guhertina siyaseta Elmanyayê jî pozîsyona DYA-yê li rojhilata navîn û li hemû dinyayê xurt kir.   Sarkozyî pi?tî ku bû serokdewlet zor dide Tirkiyeyê. Tirkiye ji bona ku nebe endamê Yekîtiya Ewrupayê (YE-yê) xebateke xurt pêk tîne. Sedemê vê helwesta Sarkozy û hukûmeta Fransayê ji gelek aliyan de a?kere bûye. Wusa diyar e ku di pê?erojan de li wan sedemên ku dihat ser zimên, sedemeke din ya girîng û girêdayî kurdan dê lê zêde bibe.   Sarkozyî di van rojên dawî de ji bona YE-yê, konsepteke gelek girîng ku di rojên pê? de zorê bide YE-yê û Tirkiyeyê diyar kir. Sarkozy dibêje ku “YE-yê ji bo mafên mirovan kar dike, an jî YE-yê ji bo mafên mirov yekîtiyek e. Divê qiymet bide mafên mirov. Lê konsepta YE-yê bes bi mafên mirov yên ?exsî re eleqeder bûyin nîn e. Divê YE-yê ji bo mafên gelan jî xebat bike. YE-yê di vê qadayê gelek pa?vemayî ye. Dema ku Fransayê serokatiya demî ya YE-yê girt ser milên xwe, emê hîn zêdetir ji bo mafên jinan, zarokan û mafên gelan xebat bikin.”   Ev konsepta Sarkozyî ya nû tê wê wateyê ku di rojên pê? de mafên gelan dê di YE-yê de derkeve pê?, li ser minaqe?e dê bên kirin. Helwesta Fransayê li hemberî Tirkiyeyê û ev konsepta nû ya Sarkozyî diyar dike ku di pêwendiya Fransayê û Tirkiyeyê de mafên nateweya kurd dê derkevin pê?, Fransayê, bi mafên neteweya kurd Tirkiyeyê bixwe quncike teng.   Ev konsepta ji bo kurdan gelek girîng e. Divê kurd û bi taybetî jî kurdên Bakurê Kurdistanê vê konsepta nû bi?opînin, ji van konseptên nû û ji YE-yê îstifade bikin.    Lagendijk jî got otonomî û ozerkbûn mafê kurdan e…Telewîzyona Tirk NTVê bi Lagendijkî re li ser pirsgirêka DTPê hevpeyvînek pêk anî. Lagendijkî di hevpeyvîna xwe de li dijî doza di derbarê DTPê de li dadgeha qanûnaesasî vebû derdikeve, vê dozê ji aliyê demokrasiyê de tehlûke û xeter dibîne. Dibêje ku “di rojên pê? de ev doza dê bikeve rojeve YE-yê, ev doza dê bibe sedem ku bi Tirkiyeyê re mizakare bên rawestandin.” Li cem vê yekê ji demên berê, ji konsepta YE-yê ku heta nûha li hemberî Tirkiyeyê te me?andin mijareke gelek cûda û girîng tîne ser zimên. Dibêje ku “ev stratejiya demokratîk ya ozerk ku ji aliyê DTPê de hatiye pejirandin, li dijî demokrasiyê û krîterên YE-yî nîn in. Wek tê zanîn, li Engilîstanê, li Elmanyayê, Îspanyayê jî herêmên otonom û ozerk hene.”   Ez, ji destpêkê de û dema ku min felsefeya YE-yê eciband tînim ser zimên ku Tirkiye bi avayiya xwe ya unîter nikare bibe endama YE-yê. Ji bona endametiya Tirkiyeyê, de-santralîzebûna Tirkiyeyê pêwîst e. Lewra demokrasî û rejimên YE-yê bi tevayî ne merkezî ne, bi piranî jî otonom, ozerk, feedral in. Otonombûn û federalbûna YE-yê li ser bingeha plûralîzma îdarî û neteweyî avabûye. Dema ku li welatekî çend netew û kêmnetew bijîn, li wî welatî sîstema demokratîk ya rasyonal û ya edlayî: Sîstemên federal û konfederal in.    Heta  nûha YE-yê di pêwendiyên xwe yên Tirkiyeyê de ev rastiya nedianî rojevê. Helwesteke wusa diyar dikir ku li Tirkiyeyê kurd desthilatdar jî nebin, neteweya kurd xwediyê mafên kolektîf jî nebin,Tirkiyeyê dê bibe endama YE-yê.    Lê derket holê ku endametiya Tirkiyeyê ji bona YE-yê ewqas hêsan nîn e. Divê em Kurdên Bakurê Kurdistanê ev guhertin û ew konseptên tên ser zimên ba? bi?opînin, ?irove bikin, ji bona mafên xwe yên ?exsî û kolektîf encaman derxin, ji van encaman bona xwe bikin xalên stratejîk, siyasetake rasyonal û realîst ava bikin.Amed, 23. 11. 2007

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur