Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 26 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


Jina ku bi ?Íx SeÓd re di zindanÍ de mab? diaxife
Tarih: 10.11.2007 Saat: 10:11 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Hediye Akyildirim a 96 salî ku di serhildana ?êx Seîd a di sala 1925'an de çêbû de, hate binçavkirin û bi ?êx Seîd re di girtîgehê de maye, serpêhatiyên xwe ji DÎHA'yê re vegotin. Akyildirim, got; "Bila ti?tên êz ê vebêjin, bigihîjin qirnên pê?erojê." Dema serhildana ?êx Seîd di 13'ê Sibata 1925'an de li Navçeya Palo ya Elezîzê destpê kir, li tevahiya herêmê deng veda.

   Serhildan di demeke kurt de, heta Mû? û Amedê belav bû û ji van deran gelek jin, mêr û ciwan tevlî serhildêran bûn. Li Amedê jî gelek kesan zarok û malên xwe li pey xwe hi?tin û be?darî serhildêran bûn. Yek ji van kesan jî Alî Beg e. Alî Beg ku li Navçeya Hênê rûdini?t, li navçeyê wekî 'Eliyê Fetî' dihat nasin, di dema serhildanê de jina xwe Sidika, keçên xwe Hediye Saniye û Zehra û kurê xwe Mahmut li pey xwe hi?tin û tevlî serhildêran bû. Di wê demê de Hediye Akyildirim hîn 5 salî bû. Hediye Akyildirim ku niha 96 salî ye serpêhatiya xwe ji DÎHA'yê re vegot.
   Çîroka sirguniyê destpê dike
Hediye Akyildirim dema bavê wê tevlî serhildanê bû, li Taxa Deregel a Hênê bi dayik, xwî?k û birayên xwe re rûdini?t. ?evekê le?keran bi ser mala wan de girt û jiyana wê guherî. Ev serdagirtin, dibe destpêka çîroka sirguniyê ya Akyildirim a ji girtîgehê heta Kayseriyê didome û di hi?ê wê de bicih dibe. Li gorî agahiyên Akyildirim, di ?eveke zivistanê de, dema ew bi dayik, xwî?k û birayên xwe re di xemde bûn, bi sedan le?keran bi ser mala wan de digirin. Pi?tî serdagirtinê, le?ker zarok û dayika wan, pêxas û bi tenka pêjemayan dibin yekîneyek le?kerî ya li Hênê. Bi vî rengî çîroka sirgun û sefaletê jî destpê dike.
   Di 5 saliya xwe de ket Girtîgeha Saraykapi
Pi?tî rojekê li vir têne girtin, Hediye Akyildirim, xwî?k û birayên wê, dayika wê û bi dehan kesên din ên li qereqolê dihatin girtin, bi qamyonan dibin Girtîgeha Saraykap? ya li Semta Surîçî ya Amedê ku niha kirine muze. Hediye Akyildirim ku wê demê 5 salî bû, bi vî rengî girtîgehê nas dike. Akyildirim ku wekî belgeyek dîrokî ye, wan rojan bi van gotinan tîne ziman.
   "Dema em birin Girtîgeha Saraykapi, li ser me, cilên me yên ?evê hebûn. Dema em ketin hundir, em birin kogu?ek mezin. Li hundir bi sedan kes hebûn. Tam nayê bîra min, lê bawerim 500 kes hebûn. Gelek sar bû, ez û xwî?k û birayên min di recifîn. Dayîka min bê çare bû. Ti?tek ku em bavêjin ser xwe jî nebû. Hemû jin û zarok li kogu?a em lê bûn digirtin. Em tîn û birçî bûn. Me nedikarî cilên xwe jî biguherin. Heta me dilopek av jî peyda nedikir ku destên xwe bi?un."
   Xwî?ka wê ji tîn û birçîtiyê mir
   Girtîgehê tenê bi tîn û birçîtiyê di jiyana Akyildirim de cih ne girtiye. Di girtîgehê de ê?a gelekî mezintir jiyaye. Xwî?ka Saniye ya 4 salî, di hembêza dayîka xwe de ji ber serma û birçîtiyê jiyana xwe ji dest dide. Akyildirim, ew dem bi gotinên, "Dayika min li dîwarê kogu?ê da. Pi?tre le?ker hatin û xwî?ka min ji destê dayika min girt û birin. Ji ber ku ez zarok bûm, ez jî bi wan re çûm. Le?keran li ber çavên min, erd kola û xwî?ka min avêtin wir. Ne ?u?tin, ne jî kefen kirin" anî ziman. Akyildirim, pirsa me ya wekî, "Heke tû niha biçî Amedê, tû dê bikarî gora xwî?ka xwe bibînî an na?", bi rondikên çavan wiha birsivand: "Gora çi. Gor nebû kî. Erd kola û binax kirin."
   Bi ?eyh Saîd re hevnasîna yekem
Akyildirim, rêberê serhildana ku li gorî nêrîna fermî 'olî', li gorî derdorên kurdan jî 'Serhildana kurd' ku bavê wê jî pi?tgirî dida ?êx Saîd, cara yekem li Girtîgeha Saraykapi dibîne. Akyildirim, wekî 96 sal berê di bîra wê de ?êx Saîd zîndîye û wiha vedibêje: "Min cara yekem ?êx Saîd di dadgeha ku li hew?ê hate pêkanîn de dît. Em li heman gîrtîgehê bûn. Ji ber ku birayê min gelekî giriya min ew girt himbêza xwe û bir cem dayika xwe. Wê demê min li dadgeha li hew?ê jî tema?e kir. Tam bibîra min nayê lê, li ser ?êx Saîd çakêt, ?alwar û ?a?ik hebûn. Bi serbilindayî disekinî. Wê demê yek ji kesên tevî serhildanê bibûn jî Salîh Beg ê ku li Hênê qadîtî dikir bû. Salîh Beg jî li salona dadgehê bû. Li herî pê? bû. Serokê Dadgehî ji ?êx Saît re got 'Sao tu yî. Tu yî yê ku li hemberî Komara Tirkiyeyê serî radikî?" Salîh Beg, bêyî ku derfetê bide axaftina ?êx Saîd wî bi xwe bersiv da serokê dadgehê û wiha got: "Ma qey zimanê te nagere ku tu bibêjî Saîd. Ne ew ez im ê ku li hemberî Komara Tirkiyeyê serî radike. Wî tu ti?t nekiriye." Serokê dadgehê bêdeng bû. Min cara yekem û a dawî ?êx Saîd li wir dît. ?êx Saîd jî û hevalên wî jî di dadgehê de bi tirkî diaxivîn."
       Tirsa ku?tinê...
Her wiha Akyildirim, ji Girtîgeha Saraykapi pi?tî windakirina birayê xwe bi salekê, yanî di 6 saliya xwe de derdikeve. Akyildirim û bi sedan kesên wekî wê sibehekî ji aliyê le?keran ve dîsa li qamyonan têne siwarkirin. Vê carê rêwîtî ber bi qiraxa Çemê Firatê ya li nêzî Navçeya Bîrecîka Rihayê ye...Rêwîtîya ku bi nediyarî dest pê kir, li ber qiraxa Çemê Firatê tirsa mirinê ji tevî dibe. Li gorî vegotina Akyildirim, ji bo ku bi sedan kesên bi tenê ji jin û zarokan pêk dihatin bavêjin Çemê Firatê le?keran emir dide peywîrdarên li wir. Akyildirim, ti?tên hatine jiyandin wiha vegot: "Li erdê bitenê kum hebû. Ne dar nejî giya nîn bû. Em li wir danîn û çûn. Em bi dehan zarok û jin bûn. Wê demê em hîm bûn ku le?keran ji peywîrdarên li wir re gotibûn 'wan bavêjin avê' Heta 3 rojan em bi wê tirsê jiyan. Em her wext li hêvî bûn ka wê kengî me bavêjin avê. Li nêzî me axayên Rihayê hebûn. Ligorî ku ez dawî hîmbûm, van axayîn han telefonî Enqereyê dikin û dibêjin 'Heke win van kesên mahsum bavêjin çem, em jî kurdin. Ti?tekî wiha em tu carî qebûl nakin. Em ê hemû tevî serhildana ?êx Saîd bibin û çekê rakin'. Li ser vê yekê ji Enqereyê emir hat û em bi kelekan derbasî aliyê din yê avê kirin."
    Û sirgun dest pê dike
Li gorî Akyildirim li ser telgirafa ji Enqereyê tê bi desan jin û zarok cardin li qamyonan tên barkirin û ber bi rêwîtiyek nediyar ve dikevin ser rê. Rawestgeha wan a yekemîn dibe Dîlok. Pi?tre Nîgde... û bi bajarên Akyildirim navê wan nizane rêwîtiya nediyar dom dike. Di encama rêwîtiya 6 meh dom dike de, rawestgeha dawî Qeyserî ye. Hind malbatên bi Akyildirim, dayîk, xwî?k û birayên wê re derketine rê li hind bajaran tên danîn. Malbata Akyildirim jî li Taxa Bahçeba?iya Qeyseriyê tên danîn. Akyildirim diyar kir ku li vir di malek ermeniyan de bi cih dimin û serpêhatiya xwe wiha vedibêje: "Ez dayîka, xwî?k u birayên xwe li malek 3 ode bi cih bûn. Hemû aliyên odeyek malê vekirî bû. Sir û serma hemû dihat hundir. Wê demê jî zivistan hatibû. Em ji be sermayê nexwe? ketin. Hemû cîranên me tirk bûn. Lê xirabî li me nekirin cîranan. Alîkariya me kirin. Di nav çend mehan de êdî çend e?yayên me çê bibûn." Êdî malek dayîka Akyildirim a Siddika xanim û zarokên wê tê de bisitirin hebû. Siddika xane ?evê goreyan radiçîne û rojve jî hiryê ?e dike û bi vî awayî debara zarokên xwe dike.
    Xwî?ka xwe winda dike
Akyildirim ku li mala li Qeyseriyê ya ermeniyan de bi xwî?ka xwe Zehre, birêx we Abdullah û dayîka xwe Siddika xanimê re jiyana xwe didomîne, di vê navberê de birê xwe yê din winda dike. Bijî?k sedema mirina zarokê biçûk wekî 'pir tirsiya ye û ji ber tirsê miriye' ji wan re dibêje. Akyildirim bi gotina, "Zehra 12 salî bû. Me nekarî me wê xilas bikin. Me ew winda kir. Min, diya min û hind cîranan me ew ve?art" ê?ên ki?andî tîne ziman. Ligel ku temenê borî jî Akyildirim dixwaze biçe Qeyseriyê û gora xwî?ka xwe peyda bike.
      Sirgûn pi?tî 6 salan diqede
Ligel ê? û azada bi mirina bira û xwî?ka wê zêde bûyî, vê carê jî bavê wê Alî Beg ku be?darî Serhildana ?êx Seîd bûye tê girtin û bi jêkirina serê wî, îdam dikin. Akyildirim vê rew?ê jî wiha tîne ziman: "Min bavê xwe qet nedît. Ji ber ku dema ez ji dayîk bûyîm, ew di nav têko?înê de bû. Li gorî gotina diya min birovek pir ba? bûye. Ji xwe diya min têk çûbû. Pi?tî em 6 kal li Qeyseriyê men, em hînî tirkî jî bibûn. Hinek jî pereyê me yê ji ber mesrefên me heyîn, mabûn. Diya min rojekê em hildan û birin Edeneyê. em hefteyekê li Edeneyê man. Di nav vê demê de em li nav ziviyan xebitîn. Rojekê dema ez û xizmek me ya bi navê Fatma li Edeneyê digeriyan mifeti?ek me ji Hênê nas dikir, rastî me hat. Pi?tî em demekê axivîn mifeti? ji me re got ku ji bo em vegerin Hênê dê alîkariya me bike. Mifeti? em ?andin ?aredariyê. Li ser emrê wî mifetî?î wesayîtek dan me û em vegeriyan Hênê."
       Lazim e ev ji ni?fên nû re bên gotin
Pi?tî 6 salên li sirgûna di nîva ?evê bi çavên xwe dest pê kirî, Akyildirim di 12 saliya xwe de vedigere ser axa xwe. Demek pi?tre dizewice. Niha 4 zarok û qasî hejmara wan nizane, nevî û nevîçirkên wê hene. Birayê wê Abdullah ku nîvekarê derd û kulên wê ye jî 6 sal berî niha winda dike. Daxwaza Akyildirim ku ?ahida Serhildana ?êx Sehîd a niha dijî ye, dixwaze ku bûyerên wê demê ji nif?ên îro re bê gotin.
(Wêne: Perîhan KAYA) D›HA,

Avestakurd.net

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur