Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 19 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


«ima bi PKKyÓyan re diyalog ?
Tarih: 01.11.2007 Saat: 14:21 Gnderen: Editor

PHP-Nuke   Bayram Ayaz     Di demekî wisa de, di qonaxeke wisa dîrokî de, ez nikarim bi xu?k û birayên xwe welatperwer yên PKKyî re, yên DTPyî re bi xeyd bim, ne lehev bim. Ji welatperwerên PKKyî û DTPyî re jî eyb û kêmasî ye ku dijayetiya yên xeynê xwe bikin.                              Demê zîz û hessas ji serê me Kurdan ticarî xalî nabe. Hertim em di demekî dîrokî re, di qonaxeke xeter re derbas dibin. Tu dibêjî ev bûye çarenûsa ser eniya me.  

   Kengî „felek li rûyê me bikene“, dem û dewran ji me re jî hinekî lê bê, tu dibînî dijminên me bi carekî hov û har dibin, dixwazin careka din felekê li me ?a? bikin, dem û dewranê bi serê me de birûxînin û dinya me re? û genî bikin.    Belê, nuha em ji xwe û ji hemî dinyayê bipirsin: Ev ti?tên generalên Tirk û bil*****le kemalist û tirkçiyên devxwîn dixwazin bi me Kurdan bikin çi ye?Çi ji me dixwazin?Me çi ji ber wan revandiye?Me welatê wan dagîr kiriye?Me ziman û çanda wan qedexe kiriye?Me xwestiye wan asîmîle bikin? Me li wan zor û zilmê kiriye ku bibin Kurd û bêjin: „Kurdek bedêlê hemî Tirkan e“! An me li çiya û lat û hevrazên welatên wan „Pê ?anaz im ku Kurd im“ dane nivisîn!Na! Ji van ti?tan qet yekî jî me bi wan nekiriye! Ew van ti?tan hemî bi me dikin û zêdetir jî.Di sedsala bîst û yekî de, bi henekî û îronîk be jî, devê me nagere, em wek Tirkçiyan  binivîsin, bêjin „Tirkek bedêlê dinyayê ye“!Ez nizanim, li rûyê dinyayê çend Tirkên rasteqîn hene, lê eger yek ji Tirkan bedêlê dinyayê be, li vê dinyayê ji xwe ji xeynê Tirkan ji kesê din re cîh namîne! Tew Tirkên pi?tî hejmara yekan jî, hebûna wan jî dikeve ber xeterê! Matematîk û fizîk wisa dibêje. Eger yek bedêlê dinyayê be û wê dabigire, fizîkî di kainatê de ji kesê duduyan re cîh namîne!Ev mejî, ev têgehîn, ev „hizr“, mejiyekî pîs, lewitî û genî ye, mejiyekî jahrî ye! Tirkçiyên nijadperest bi çiqasî bahsa aqil, ilim û zaninê dikin bila bikin, mejiyê ku xwe bedêlê dinyayê bibîne, mejiyekî mirovî û maqûl nine. Bawer bikin, problema Tirkçiyan serî û binî ev e. Xeberekî Tirkan heye dibêjin „Turkun dostu yoktur“(Dostê Tirkan tune). Ma dê çawa dostê Tirka hebe, eger ew bi mejiyê xwe genî, yekî xwe bedêlê kaînatê bihizrînin û li vê dinyayê ji xeynê xwe re bihûstekî erdî jî zêde bibînin!Bila xwendevan bi van gotinên me neheyirin. Yê sosret û seyr ne gotinên me ne, mejiyê Tirkçiyan e, mejiyê kemalist û militaristan e. Ew mejiyê ku insanên bi nav û nasnameya Tirk jî û Kurdan jî û xelkên din jî dixe ber xeterê, ev mejî seyr û sosret e.Ez ne heneka dikim û ne jî ajitasyon. Bi rastî jî ez gihame wê baweriyê ku ev mejiyê Tirkçiyan ku xwe „bedêlê dinyayê“ dihizrînin, bela herî mezin e. Em Kurd divê vê noqteyê ji xwe re zelal bikin û hewl bidin ji dinyayê re jî rabigihînin.Ev mejiyê genî û ev cureyê têgihi?tinê, bingehê siyaseta Tirkçiyan e. Hela carekî lê binêrin, dibêjin: ‚Eger Kurd bibin dewlet, eger Kurd bibin Kurd, dê hebûna me Tirkan bikeve xeterê’! Van gotinan, vê tirsê (fobiyê), mirov dikare, wek ?îzofreniya Tirkçîyan dereceya herî bilind bi nav bike. Helwestê Tirkçiyan ya nuha jî, mirov dikare wek hîsteriya (hêri?kariya) nexwe?iya wana ?îzofreniyê bi nav bike. Tirkçî bi nexwe?iya ?izofreniyê ya ultra-nasyonal ketine. Xwedê dawiya wan jî, dawiya me jî bi xêr bike. Ev dua pêwist e, ji ber ku ?izofren dikarin ji kontrolê derkevin. Dema krîza ?izofrenan destpê dike, hewce ye zûtirîn demê de bikevin bin kontrolê û bi dermanan werin teskîn kirin. Eger di bin kontrolê de nebin, dikarin zerarê bidin xwe jî û derdora xwe jî. Em dibînin ku hemî navendên navnetewî yên sereke, yani „nexwe?xaneyên mezin“ bi derdê Tirkçiyan mijûl in, lê kar dikin ku bi dermanan wan hinekî teskîn bikin. Fobiya wan ya beramberê doza Kurd û Kurdistanê hinekî daxin. Lê mirov sede sed nizane dê çawa be?    Ba? e, navê vê ?izofreniya nasyonalist siyasiyen çi ye?Ev neo-fa?izm e, ev ultra-nasyonalizmeka ?ovenist dereceya bilinde ye. Kirdarên (aktorên) vê hêri?kariyê Tirkçiyên kemalist (ulusalci) û tirkçiyên turancî ne. Serkê?ê van hêzan general, yanî klîka kemalist-militarist e.Du hedefên Tirkçiyan heye. Hedefa yekemîn xelkê Kurd e, Kurdistan e, doza Kurdewar e. Hedefa duyemîn demokrasî û mirovayetî ye. Demokrasî hebe, hukmê hêzên fa?îzan namîne. Xelkê Kurd jî bêhn dikeve ber. Li aliyê din, doza Kurd û Kurdistanê bi serkeve, li Tirkiyeyê demokrasî jî bi ser dikeve. Dîrok gihaye wisa qonaxekî, demokrasî û medeniyet û Doza Kurdistanê biheve zeliqîne. Pirs bûye doza Kurdan beramber medeniyet ji bo Tirkiyeyê û hemî Rojhilata naverast.Di hedefa yekemîn ya Tirkçiyan de bi dorê, 1. Ruxandina prosesa dewleta Federa ya Kurdistanê, 2. Pûçkirina tevgera netewî demokrat li bakurê Kurdistanê, 3. Alikariya têkdana tevgerên gelê Kurd li rojhilat û ba?urê rojavayê welatê me û provekekirina tevgera diasporaya Kurd li cihanê, heye.Û klîka kemalist-militarist li dijî Kurdan ketiye hereketê. Ji bo ku mirov van hesab û armancên Tirkçiyan bizane, ne pêwist e zêde lêkolîn û analîzên berfereh bike. Hema axaftinên generalên ser kar û generalên teqawit û nivîsên serokerkanê rojnameya Hurriyetê û yên din bixwîne bes e. Ev nezilamana li nav çavên me dinêrin û bi ken û keyf ji me re dibêjin em dê we ji holê rakin, ji ber ku hebûna we tunebûna me ye. Generalê Hurriyetê dinivîse, dibêje bi çend sortiyên firokên F-16 em dê hêlîna we, dam û dezgahên we, destkevtiyên we bi serê we de birûxînin, heviyên we re? bikin. Û ev kes dibêje, min vê nivîsa xwe bi generalan jî da xwendin û wan jî vê nêrînê tesdîq kirin. Êdî ne pêwist e em li dû gotin û gotaran bikevin û niyetên Tirkçiyan bixwînin. Ma hemî ti?t ne li holê ye?Mesele ewqasî ronî û a?kere ye. Eger di serî de Amerîkî û dinya çavên xwe li Tirkçiyan biçimînin, Tirkçî dê vê ?îzofreniya xwe ya bi xeter di serê me de biteqînin. Dê hebûn û tunebûna wan jî bikeve rojevê, lê dê em Kurd jî gelek zerar û ziyanê bibînin. Em divê amade bîn û Tirkçî bibînin ku ?êtiya wan dê bibe gora wan!Ba? e, em dê çawa amade bin?BI YEKITIYA NETEWÎ !BI XU?K Û BIRATIYA KURDAN!BI HEVPEYMANIYA KURDAN Û DEMOKRATAN!BI HEVPEYMANIYA KURDAN Û DINYA MEDENÎ!    Em dikarin wisa ba?tir li dijî hêri?kariya Tirkçiyan berxwebidin. Encax wisa em dikarin destkevtiyên xwe li ba?urê welatê xwe biparêzin. Encax wisa em dikarin, pê?î lê bigrin ku Tirkçî li bakurê welatê me tevgera welatparêza Kurd têk bidin. Bi çi niyet û hesabî dibe bila bibe, bila kes keyfa xwe neyne, eger Tirkçî tevgera PKKê û DTPê pûç bikin.     Wan me xistiye dorê. Berê dixwazin, Kerkûk nekeve ser Kurdistanê, pê re dixwazin prosesa dewleta me têkbidin û wê birûxînin, hêviyên me re? bikin. Pi?tre hêza me ya herî mezin PKK û DTPê pûç bikin. Pê re dê dor were ser KADEPê, HAK-PARê, PDK-Bakurê, PSKê, Rizgariyê, PÎKê, PADEKê, Kurdên oldar yên netewî û hemî hêz û kesên ku xwe Kurd dihizrînin. Û herî dawî jî dê vegerin Kurdên koricî evên ku hê li ser axa Kurdistanê ne û bi Kurdî qise dikin. Dê vegerin wan jî… Ma hewce ye ku em ji dîroka xwe numûneyan bidin ku hertim li serê me wisa kirine. Ma nemirovê sererkanê rojnameya Hurriyetê di nivîsa xwe de, dîrokê bi bîra me Kurdan ne anî? Ne got, li dîrokê binêrin û aqilê xwe bigrin serê xwe! Belê… Vêca evê têdigîhe, bila bizane ev çi har û hov in.    Di demekî wisa de, di qonaxeke wisa dîrokî de, ez nikarim bi xu?k û birayên xwe welatperwer yên PKKyî re, yên DTPyî re bi xeyd bim, ne lehev bim. Ji welatperwerên PKKyî û DTPyî re jî eyb û kêmasî ye ku dijayetiya yên xeynê xwe bikin. Ji mafê me kesekî nîne, ji mafê ti Kurdeka/î welatperwer û bi xîret nîne ku yek ji yekitiya netewî dûr bisekinin. Em hemî dibêjin çare yekitiya netewî ye, lê em ji bo vê yekê gav navêjin! Kî bêje û neke, xwe û miletê Kurd dixapîne. Vêca ev kî dibe bila bibe. Dixwaze PKKyî bin, dixwaze ji partî û rêxistinekî din be. Gav bavêje, niyeta xwe ya pûr paqij bi karê xwe ni?an bide. Ev banga min ji bo hemî Kurd û Kurdistaniyên xwedî exlaq û bi xîret re ye.    Ez nikarim li mala xwe rûnim, di demekî ku fa?istên Tirkçî li ser kolanan êrî?ê xu?k û birayên min Kurd û Kurdistanî bikin. Eger henik nikarin xwe ji neo-fa?istan re bikin sîper, eger ew wêrekî li cem wan tune, qet nebe bila herin kêleka xu?k û birayê xwe rawestin, birîna wan bikewînin. Em ruhê xwe kurdewar ni?anê hevdu bidin. Evê vî ruhî nî?an bide, dikare xwe ji doza xelk û welatê xwe re bike sîper jî.    Ez van gotinan ji bo Kurdan li dijî Tirkan sor bikim nanivîsim. Wekî her welatperwerekî ez jî dijî dijminahiya nabeyna gelan im. Lê li dijî klîka militarist-kemalist ku bi a?kere dijminahiya hebûna miletê me, welatê me û dewleta me dike, divê em bi wêrekî berxwe bidin. Miletê Kurd mecbûr e vê viyanê û ?iyanê (îradeyê û kudretê) nî?an bide. Em dê derî û pencerayan li provakasyonan bigrin, lê bi zanatî û wêrekî jî berxwe bidin.    Gava yekemîn hewce ye, Kurd li hevdu werin, dawî li xeyd û zikre?iyan bînin. Ew dîwêrên ku di serê xwe de li hemberê hevdu lê kirine, divê em biruxînin. Em destê xwe dirêjî hevdu bikin. Ev mesele jî bêhtir di nabeyna Kurdên dorberê PKKê û yên xeynê wan de ye.    Kurdên bakûrê welat divê vê gavê bavêjin. Pirsên nabeyna tevgerên bakur de ji pirsên birayên me ba?ur zêdetir nîne. Wan yekitiya netewî honand, ji miletê me di dîroka modern de dewlet damezîrînin. Em jî yekitiya xwe netewî bihonin, ji bo ku xeteriya ?izofreniya ultra-nasyonalist ya Tirkçî pûç derxin, riyeka ronahiyê li ber miletê xwe vekin.    Ev berpirsiyariyeka dîrokî ye. Seredana Komiteya PDK-Bakur ya Almanya ji bo Mala Kurd ya li Kolnê ku -heftiya buhorî bûbû armanca hêri?ên Tirkçiyan- parçeyek ji berpirsiyariya dîrokî ye. Dema berpirsiyarên Komiteya PDK-Bakur vê biryarê dan, min jî biryar da ku ez bi wan re herim. Ji bo min jî ev berpirsiyariyeka dîrokî bû. Bi baweriya min Komiteya PDK-Bakur ya Almanya karekî pîroz pêkanî. Werin vêca em bi hevra berpirsiyariyên xwe dîrokî, erkên xwe netewî bi cîh bînin. Rêya xêrê ev e.    Belê…Yekitiya netewî ya Kurdan pêwist e! Yekitiya netewî ya Kurdan hewce ye! Yekitiya netewî ya Kurdan zarûrî ye. Ji bo vê jî diyalog, diyalog û diyalog.Riya çareseriyê, azadiyê û rizgariyê ev e, ev e, ev e… Werin em hemî bi hevra xwe bidin ser vê reçê, bidin ser vê rêyê. Koln, 31.10.2007  Bayram Ayaz

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur