|
u an sitede, 18 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
BERPIRSIYAR N TEVKURD- BIN«AV B€N…
Tarih: 31.10.2007 Saat: 11:15 Gnderen: Editor
|
|
Endamê Meclîsa TEVKURD ê Zilkûf ÖZEL, endamên Unîteya (Yekîniya) TEVKURDê li Amedê parêzer Muzaffer TOY, M. Kemal OK, Nusret Laçin di 30. 10. 2007 de pi?tî seet 18.00-an ji aliyê polîs de hatin binçav kirin.
Ev berpirsiyarên TEVKURDê ji bo civîna çapemenî ya Meclîsa TEVKURDê (31. 10. 2007) bang/vexwandin di nav gel de û di kolonan de belav dikirin. Wek ji reya gi?tî re jî diyar bûye, Meclîsa TEVKURDê dê di derbarê siyaseta dewleta tirk ya êri?ker ya li dijî neteweya kurd û Herêma Federe ya Kurdistanê de bîr û reyên xwe bi riya çapemenî, bi reya gi?tî re parve bike: Bi tevayî ew êri?ên nîjadperest yên rojên dawî li hemberî kurdan li metropolan û Kurdistanê hatine holê, bi taybetî siyaseta ?erê gi?tî ya dewleta tirk li hemberî neteweya kurd protesto û rûre? bike. Ev binçavkirina berpirsiyarên TEVKURDê destnî?an û parçeyek ji siyaseta êri?ker ya dewletê ye. Diyar e ku Tirkiyeyê her çiqas ji demokrasî û ji endametiya Yekîtiya Ewrupayê jî behs bike, ji standartên hevdemî, demokrasiyê û Yekîtiya Ewrupayê/Krîterên Kopenhagê gelek dûr e. Tirkiye, ji maf/azadiyên mirov û gruban, ji azadiya xweîfadekirin û rêxistinî re rêz nagre. Di sedsala 21-an de ev yeka bi serê xwe him pirsgirêkeke mezin e û him jî rûre?iyek e. Amed, 30. 10. 2007 Îbrahîm GUCLU Sekreterê TEVKURDê
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|