XebatkarÍ CIA ? ?ÍwirmendÍ Clinton ? Bush Reidel:DivÍ bÍbextÓ li Kurda neyÍ kiri
Tarih: 30.10.2007 Saat: 14:30 Gnderen: Editor
|
|
Tirkiyê dê êrî?ê bibe ser Herêma Kurdistanê, an na? Pi?tî çalakiyên PKK ê, vekê?ana psîkolojîk li aliyê Tirkiyê û Kurdistanê girantir bûye. Di demên wisa de, dîtina kesên xwedî tecrûbe ji gelek awiran ve mirov ronî dike. Mirov, li gorî dîtinên pisporan, li xeletî û kêmasiyên xwe dinêre û xwe ji bo gavên pêwîst û pê?erojê amade dike.
Bruce Riedel, di 30 salan di nava CIA de, li gelek bersivan geriya. ?êwirmendiya Serok Clinton û Bush kir û li ser pirsên giring zaniyarî da wa. Riedel niha li Enstîtuya Brookings ê dixebite. Newsweek berî niha (27/10-07), li ser pirsa hêzên Emerîkayê li Iraqê, rew?a kurda û pirsgirêka dawî, pê re axifî. Em dîtinên wî, bi xwendevanên xwe re pay dikin.- Emerîka li navçê ye...Ez bawerim dîtina rêvebiriya Emerîkayê li ser pirsa PKK ê wisa ye: Em dixwazin ku pirs çareser bibe. Lê çareserî ne hêsan e. Sedema ne hêsanbûnê ew e ku, em bi serê xwe ne xwedî hêzek wisa ne ku pirsê çareser bikin. Tê zanîn ku, kar û xebatên li ser milê hêzên DYE li Iraqê, têra xwe giran e. Pêkanîna operasyonek e le?kerî pir dijwar e. Ji ber ku sînor ne rast e, asê ye û kontrolkirina wê ne hêsan e. Di serî de, ne bi dilê me ye ku em bi serê xwe operasyonek e wisa bikin. Me, pi?ta xwe bi KDP ê ve girê da. Û kurdên Iraqê jî, ji destpêkê ve naxwazin ku bibin alîgirê Tirkiyê û birayên xwe yên kurd bikûjin. KDP û Barzanî, çi caran ji xwe re nekiriye kar ku, ji bo Tirkiyê dijîtiya/?erê PKK ê bike. Lewma, wan nexwest ku pirsgirêkê bibînin. Di vê navbêrê de PKK her ku diçû hêza xwe mezintir dibû. Îro jî, çi î?aretek tune ye ku KDP helwêsta xwe bide guhertinê. Di pê?erojê de dikare hinek sozan bide, lê îhtîmala gavek e le?kerî li hemberî PKK ê, pir kêm e. Wisa xuyanî dike ku, kar dê bikeve ser milê Tirkiyê. Tirkiyê, 15 sal in bi vê pirsê mijûl dibe. Lê çi serketin bi dest nexistiye. Lê vê carê, li derveyî sînorê xwe dê karêkî pir cidî pêk bîne. Bi kêmasî, li ser sînor dê kemberekî ewlekariyê pêk bîne. Pi?tî wê, dema îstîxbarat bighêje destê wan, dê di demek kin de êrî?ê bibin ser PKK ê. -Tirkiyê ji bo pêkanîna kemberek e wisa gavek avêtibû, an na?Pirsa giring ew e ku, kemberek e wisa bi tevahî nehatibû pêk anîn. 1992-93 û vir ve, herdem, le?ker, komando û hêzên xwe yên taybetî li bakurê Iraqê heye, hebûnek wê li wir tê dîtin. Di nava Turkmenan de dixwazin hevalbendiya xwe li Iraqê xurt bikin. Lê ev kirin têra wê nekir ku cihê PKK ê bi dest bixînin û wir, ji wan paqij bikin.- Teoriyek heye ku tê gotin: Dibêjin ku, Barzanî bi miqabeleya garantîkirin û bidestxistina mafê petrola Kerkûkê dê berê xwe bide PKK ê, pê re ?er bike. Dîtina te li ser vê teoriyê çi ye??ik û ?upheyek e wisa dikare li cem mirovî çêbibe. Lê peyv û fersendên wisa bi ?ik in. Mirov nikare hejmarek pê?merge, ji bo birakûjiyê peyde bike. - Lê Pê?merge, berî niha jî li dijî PKK ê hi?kiya xwe nî?an dabû. Kontorlkirina herêmê ji bo parastina berjewendiyên wan jî ba? e, ne wisa?Dihat gotin ku, pê?merge dest daniye ser hinek kesan, ew girtine. Lê herdem, kesên girtî, di deriyê dawiyê de hatine berdan. Partiyên kurda li Iraqê naxwazin li dijî PKK ê ti?tekî zêde bikin. Dema problem têne rojevê û germ dibe, çend kesan digirin û xebatên çend buroyên wan radiwestînin. Lê ji bo tunekirina PKK ê, naxwazin gavekî bingehîn bavêjin. Ji ber ku xeyalên wan yek e: Avakirina Kurdistanek e serbixwe ye ku erdê wê dirêjî nava Tirkiyê û Îranê dibe, dixwazin/xeyal dikin. Dema serokên kurda yê Iraqê bi roavayiyan re têkiliyê datînin, li ser vê xwestina xwe, bi diqet in. Lê hayê wan jê heye ku xelk, serxwebûnê dixwaze. Li gorî ankêtekî, kurdê Iraqê ji % 95 ê xwe, serxwebûnê dixwazin. Bi taybetî ew ciwanên ku ji 91 ê û vir ve di mercên Kurdistana azad de dijîn û mezin dibin, hayê xwe tevkûjiyên rejîma Iraqê heye, alîgirên vê hizirê ne. Lewma mirov dikare wan fêm bike, bê çima naxwazin be?ek ji Iraqê bimînin û li hemberî nifûsa kurdên Tirkiyê, polîstiya Tirkiyê bikin. Baweriya min ew e ku, hayê DYE û arte?a Iraqê ji vê rastiyê heye. Sedema neaktuelkirina pirsa PKK ê jî, ji ber vê rastiyê ye. Hêvî ew e ku pirs wisa bimîne û heta hêzên emerîkî ji Iraqê veki?e jî, ew hebûna xwe li wir biparêzin.- Lê dewletên li herêmê li ser pirsê zêde bi sebir xuyanî nakin...Ji bilî Kurdistanê, çi tirsek din tune ye ku wan nêzî hev bike. Sûriyê ji % 5 ê xwe kurd e. Ew dixwaze, daxwaziya kurda bicemidîne. Ew welat tev, bi pê?ketinên çend salên dawî re, bi tirsê re dijîn. Bilindbûna dewletek nîv fermî a kurda li herêmê, li hemberî yekbûna xaka xwe weke tehdîdekê dibînin. Serkevtina Kurdistana Iraqê, li Enqerê, Tehran û ?amê dibe zêdebûna tehdîta li dijî wan.- Ji bo çareseriya krîzê, DYE dikare çi bike?Bi baweriya min, em nikarin vê pirsê çareser bikin. Di demek e kin de ti?tê ku rêvebirî bike, berdewama kirina karê berî niha ye. Divê zoriya li ser Hikumeta Iraqê û rêvebiriya kurda zêde bike. Lê ev yek jî dê nikarîbe birînê derman bike. Me bi têkbirina rejîma Iraqê re devê qutiya Pandorayê vekir û niha em nikarin wê kontrol bikin. Yek ji wan pirsa ku ji qutiyê derketiye, Neteweperestiya Kurd e. Kontrolkirina xwestinekê ku ji % 95 pi?tgiriya xwe di nava kurda de hebe, pir dijwar e. Alternatîfa din ew e ku, mirov ji tirkan re vê rastiyê bîne zimên ku ew fêrî vê rastiyê bibin û pê re bijîn. Vê kêliyê, avantaja Tirkiyê ji a me bêhtir e. Pêwîstiya me bi ûsên/navnedên li Tirkiyê heye. Her wisan em dixwazin ku, Tirkiyê li Efganîstanê pi?tgiriyê bike û di NATO yê de rolekî erênî bilîze. Weke pirsa ermeniyan, divê ji bo rakirina ?ik û ?upheyên wan rêyek bê dîtin. Ev yek jî, DYE li Rojhilata navîn dixe nava pirsa nasnameyekî neçareserkirî. Emerîka, ji awira têkiliyên bi kurda re ne xwedî dîrokek e bi ?ens e. Û ez wisa bawerim, di dawiyê de ku me terka kurda kir, ew bi tenê hi?tin dê demek e pir bi ?îndarî dest pê bike. Ez hêvîdarim ku demek wisa neye û wisa nebe. Ji ber ku kurd vê yekê heq nakin. Lê tirsa min ew e ku, çûn ber bi wir ve ye (Zarathustra News).
|