|
u an sitede, 27 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
BarzanÓ:"Ez ne dijminÍ TirkiyÍ me, lÍ zimanÍ tehdÓtÍ jÓ qeb?l nakim"
Tarih: 29.10.2007 Saat: 10:18 Gnderen: Editor
|
|
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Ajansa Frans Press re ragihand ku ew daxwaz ji karbidestên Tirkiyê dikin ku bên rasterast li gel desthilata Herêma Kurdistanê bo yekalîkirina pirsgirêka hebûna çekdarên PKK-ê danûstandin bikin.Serokê Herêmê bang li Tirkiyê kir û got:"Werin bo yekalîkirina doza kurd bi hev re rûnin.Ez ne dijminê Tirkiyê me, lê zimanê tehdîtê jî qebûl nakim."
Serok Barzanî di derbarê ?andeya iraqî ku di rojên borî de serdana Enqereyê kiribû û nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê de bû û ?ande bê encameke erênî vegeriya, got:"Yek ji wan xalên ku gotûbêj tevlîhev kiriye, meseleya kontrolkirina sînor ji aliyê hêzê pê?merge ve, bûye." Serokê Herêm li ser çûyîna ?andeya kurd ku biryar bû serdana Enqerê bike, ragihand ku biryar bûye ?ande sibê biçe, lê ev daxwaz ji aliyê Enqerê ve hatiye redkirin.Barzanî li ser çareserkirina pirsgirêka PKK û Tirkiyê got:"Ger çareseriyeke a?tiyane hebe, em ê bibin aliyek di çareserkirina vê pirsgirêkê de.Lê eger tu riyeke din ji bilî riya le?kerî nebe,em bi tû ?êweyek nabin aliyek." Di derbarê le?kerkê?iya Tirkiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê, Barzanî got:"Em le?kerkê?iya Tirkiyê bo ser sînorên xwe qebûl nakin.Eger êrî?ek bikin li ser ax û gelê me, em ê berevaniya xwe bikin."Serokê Herêm daxwaz ji PKK-ê kir ku dirêjî bidin agirbesta xwe û le?kerên dîlgirtî jî serbest berdin.Herweha daxwaz jî kir ku êrî?ên le?kerî pêk neînin û bi dûv riyên çareseriyê yên a?tiyane de bigerin.Serok Barzanî hi?yarî da li ser wê yekê ku eger doza kurd neyê çareserkirin navçe qet aramiyê bi xwe ve nabîne û got:"Em hene û mafê jiyana me jî heye."
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|