Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 18 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


RexneyÍn Be?ÓkÁÓ bo Serok TalebanÓ:Bi HÍviya VexwendinÍ B?yÓn
Tarih: 28.10.2007 Saat: 13:30 Gnderen: Editor

PHP-Nuke ›smail Be?ikçî     Sosyolog û kurdnasê hêja Ismail Be?ikçi li ser buyerên dawî, helwesta kurda, rêvebirên kurda û bi taybetî beyanên Serokomarê Iraqê û Serokê YNK ê Celal Talebanî dîtina xwe anî zimên. Nivîsa Be?ikçi, ji ailyê nivîskarê hêja Ro?an Lezgîn ve hate wergerandin. Em analîza Be?ikçi a belkê? bi xwendevanên xwe re pay dikin.

     Serokê Partî Ni?timanî Kurdistan û serokê Komara Îraqê Celal Talebanî carînan daxuyaniyan dide çapemeniya tirk. Rojnamevan ligel Celal Talebanî hevpeyvînan dikin. Talebanî di hevpeyvînan de dibêje, “Li Îraqê dewleteka kurd ne mumkûn e. Dewleteka kurd bona kurdan jî ne çareseriyeke maqul e. Ne mumkûn e ku ev dewlet bijî. Çi dema ku ev dewlet were danîn, dê Tirkiye, Îran, Sûriye û Îraq vê dewletê di demeka kurt de bifetisînin.” Ez ne di wê boçûnê de me ku ev dîtinên hanê helsengandineka maqul bin. Her wiha, ev yek ne reftariyeka maqul e jî. Reftariya maqul ew e, ku mafên kurdan yên rewa bidin zanîn. Reftariya rast jî ev e.   Di rew?ên wiha de divêt kurd rewabûna mafên xwe yên neteweyî bidin zanîn, her wiha, divêt bidin zanîn ku ger kurd bibin xwedî mafên xwe yên neteweyî, ev yek bona kesî nabe tehdîdek. Ti?tê ku anormal e, ti?tê ku ne li gorî vê dewranê ye, rûdanên dema ?erê Cîhanê yê Yekemîn in, yên salên 1920an in ku kurdan bêyî hîç statuyekê hi?tine. Bona kurdan pêdiviyeka mezin e ku ew bala xwe bidin ser ?erê Cîhanê yê Yekemîn û encamên wê, li ser salên 1920an bihizirin. Gelo “li Îranê Kurdistan”, “li Îraqê Kurdistan”, “li Sûriyeyê Kurdistan” û “li Tirkiyeyê Kurdistan” çawan çêbûn? Li wê heyama ku neteweyan pa?eroja xwe diyar dikir, kurd wekî netewe û welatê wan wekî cografya çawan hatin dabe?kirin, çawan hatin parçekirin û çawan hatin parvekirin? Ev kirasê lanetê çawan li kurdan hate kirin? Ev yek helbet divêt bibe babeta lêkolînan. Ji vana jî wêdetir divêt kurd vê babetê ba? têbigihên û fêm bikin ku bê hela ev nîzama navdewletî, nizama dinyayê çawan di eleniya kurdan de hatiye danîn? Divêt kurd bi argumantên dewlemend rexne li nizama navdewletî, li nîzama cîhanê bigrin ku di Konferansa Parîsê ya li sala 1919an, di dema danîna Yekîtiya Neteweyan de çima ev nîzam ewçend bi awayekî mezin di eleniya kurdan de hatiye danîn. Divêt ro?inbîrên kurdan, nivîskar û rojnamevanên kurdan vê prosesê ligel akademîsyenên rojavayî, ligel nivîskar û rojnamevanên rojavayî û hwd. munaqe?e bikin.    Di roja îroyîn de li cîhanê ji 200î zêdetir dewlet hene. Ji sedî zêdetirê van dewletan serjimareya wan ji 7-8 milyonî kêmtir e. Ji endamên Yektiya Ewropayê yên wekî Luksemburg, Malta û Qibrîsê serjimareya wan kêmtirî milyonekê ye. Luksemburg 450 hezar, Malta 350 hezar, Dewleta Rûm ya Qibrîsê 600 hezar serjimareyî ne. Her wiha, ji dewletên Yekîtiya Ewropayê Estonya milyonek, Letonya du milyon, Lîtvanya xwediyê 3 milyon serjimareyî ne. Slovenya 2 milyon, Danimarka 5 milyon, Finlandiya 5 milyon, Komara Îrlandayê 4 milyon serjimarê ne. Ji dewletên Ewropayê Bosna Hersek 3 milyon, Xirvatistan 4 milyon, Norvêç 4 milyon, Bulgaristan 7 milyon, Makedonya 2 milyon serjimara xwe hene. Ji dewletên ereb Katar li dora 600, Bahreyn 700 hezar, Kuveyt du milyon, Urdun 5 milyon, Emaretên Ereb yên Yekbûyî li dora du milyon û nîv serjimarê ne. Serjimara Libyayê 5 milyon e. Ji dewletên cîhanê Sîngapur 4 milyon, Albanya 4 milyon, Gurcistan 5 milyon, Ermenistan 3 milyon e… Di van ?ertan de helbet divêt li ser bête rawestîn û vekolandin, li ser bête hizirîn ku bê hela çima kurdên ku li Rojhilata Navîn serjimara wan bêhtir ji 40 milyonî ye, lê ne xwediyê tu statuyeka siyasî ne û hatine dabe?kirin, parçekirin û parvekirin. Dewletên ku endamên Yekîtiya Ewropayê ne, di heman demê de endamên Konseya Ewropayê ne jî. Konseya Ewropayê ku di sala 1949an de hatiye damezrandin, xwediyê 47 endamn e. Liechtestein, Îzlanda, San Marîno, Andorra, Monako, Qeredax… endamên Konseya Ewropayê ne. Ji vana Qeredax dawîtirîn endam e ku be?darî Konseya Ewropayê bûye. Di sala 2007an de be?dar bûye. Serjimara wê li dora 680 hezar kesî ye. Serjimara Îzlandayê li dora 300 hezarî ye. Serjimara dewletên wek Liechtestein, Andorra, San Marîno û Monakoyê kêmtirî 50 hezarî ye. Serjimara Vatîkanê li dora hezar kesî ye. Endamekî çavdêr yê Vatîkanê li Konseya Ewropayê heye.    Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê, ji Konseya Ewropayê, ji Yekîtiya Neteweyan, ji dewletên wek DYA, Brîtanya, Fransa, Almanya, Federasyona Rûsyayê û Japonyayê, her wiha, ji dewletên musluman yên ereb dixwaze ku ew Komara Tirk ya Qibrisa Bakur wekî dewleteka serbixwe nas bikin. Di vî warî de di nav hewldaneka xurt de ye. Ev yek, li Tirkiyeyê wekî polîtîkayeka dewletê ye. Serjimara Komara Tirk ya Qibrisa Bakur jî tenê 180 hezar e.     Ev Konseya Ewropayê ku jê re dibêjin “wijdana Ewropayê” yan jî “wijdana cîhanê”, carînan derbarê kurdan de jî biryaran digre, dibêje “Em naxwazin li Rojhilata Navîn dewleteka kurd ya serbixwe bête danîn”, “Em li hemberî wê ne ku li Rojhilata Navîn sînor bêne guhertin”, her wiha, dibêje “… lê bila kurd jî di nav sînorên dewletên ku tê de hene de bibin xwediyê hindek mafan”. Bi gotinên “em li dijî vê yekê ne, yan jî, li dijî wê yekê ne” dest pê dikin da ku bikaribin van ti?tan bibêjin. Di binê van biryaran de îmzeya hinde dewletan heye ku serjimara wan li dora sed hezarî ye, heta yên ku di biniya pêncî hezarî re jî hene. Gelo vana çawan mafê tayînkirina çarenûsa neteweyekê ku ji 40 milyon kesî zêdetir e bidest xistine? Di vê pêwendiya hanê de edalet heye? Gelo çi taybetmendiyeka wan ya bala heye ku bûne dewlet û di tayînkirina çarenûsa kurdan de rolekê dilîzin, her wiha, gelo çi kêmasiyeka kurdan heye ku nebûne çi ti?tek?... “Wijdana Ewropayê” çawan li van nakokîyên kûr dinihêre? Divêt kurd vê prosesê sersanser bidine ber pirsan, bi diyardeyên berfireh vekolin, li ser hûr bibin. Divêt kurd rexne li vê nîzama cîhanê ku di salên 1920an de hatiye danîn bigrin. Heke bi derengî be jî divêt ev rexne bête kirin.    Di vê navberê de, ger em li ser vê xalê jî bisekinin dê ba? be: Dema ku metran Mantîno yê serokê Lijneya A?tî û Edaletê ya Vatîkanê behsa çareseriyeka a?tiyane ya pirsgirêka di navbera Tirkiye û Îraqê de kir, bi taybet bal ki?and ser rew?a kurdan. Nûnerê Vatîkanê metran Mantînoyî wiha got: “Vatîkan layengirê vê yekê ye ku pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Îraqê de hene, di demeka kurt de bi awayekî a?tiyane bêne çareserkirin. Di vê çareseriyê de divêt pêwîstiyên gelê kurd jî li ber çavan bêne girtin. Çunke rew?a kurdan, rew?eka wisa ye ku li cîhanê tu mînakên wê nîn in. Miletek li meydanê ye lê dewletek ku teqabulî vî miletî bike nîn e.” (www.peyamner.com, 23 kewçêr 2007)     Zeafiyeteka pê?ewayê Partî Ni?timanî Kurdistan jî ev e ku, ji Tirkiyeyê bi hêviya vexwendinekê ye. Di meqama serokê komara Tirkiyê de jî li hemberî Celal Talebanî reftariyeka neyînî heye. Dehemîn serokê komarê Necdet Sezerî bi a?kire dabû xuyakirin ku ew dê ligel Celal Talebanî tu hevdîtinekê çêneke, ew naxwaze wî bibîne, tu projeyeka wî ya ku dê Celal Talebanî vexwîne jî hîç nîn bû. Sedemê bingehîn yê vê reftariyê ev e ku Celal talebanî kurd e, bona kurdayetiyê dixebite. Reftariya hukûmatê ya li hemberî Celal talebanî, ya partiyên siyasî, ya çapemeniya tirk, ya unîversîteyan û hwd. jî her wekî vê reftariya dewletê, ne erênî ye. Hizirîn û hestkirinên li hemberî serokê Partî Ni?timanî Kurdistan û serokê Komara Îraqê Celal Talebanî, li hemberî serokê Hukûmata Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî ne erênî ne. Çapemeniya tirk wek “seroke?îrekî”, bi têgeha “serokê e?îretê yê kovî” behsa van serokên kurdan dike. Reftariya Tirkiyeyê ya li hemberî Rêveberiya Herêma Kurdistanê, li hemberî pê?ewayên kurdan, reftariyeka bi kibr e, reftariyek ku xwe dispêre kompleksa xwe mezin dîtinê. Wisa têye fêmkirin ku naskirina Rêveberiya Herêma Kurdistanê, wekî kurd naskirina pê?ewayên kurdan, ligel vanna pê?vebirina pêwendiyên polîtîk û dîplomatîk ne li gorî mezinahiya tirkan e. Ev yek, polîtîkaya dewleta me ya li hemberî kurdên ku wekî “birayên me” têne binavkirin hatiye pêkanîn. Bo numûne, li hemberî filîstîniyan, çeçenan, bo?nakan û hwd. polîtîkayek ku xwe bispêre vê kibra hanê nayê dîtin. Digel ku reftariya dewletê, ya hukûmatê, ya partiyên siyasî, ya çapemeniya tirk, ya saziyên sivîl yên tirk viya ye jî, lê cardin Celal Talebanî ku her tim ji dewleta Tirkiyeyê bi hêvîya vexwendinekê ye, di her firsendê de hewl dide xwe da ku vê hêviya xwe bide zanîn. Hingê ev reftariya hanê ne reftariyeka maqul e. Tu her tim destê xwe dirêj dikî, lê yê li hemberî destê te nagire, qet guh nade te, carînan tinazên xwe bi vî halê te dike… Di vê prosesê de layekî heye ku welatparêzên kurd pê rencîde dibin. Gelek normal e ku serokê Partî Ni?timanî Kurdistan û serokê Komara Îraqê Celal Talebanî bikeve nav hewldanan da ku bikaribe ligel Tirkiyeyê pêwendiyan dayne. Kêmtir ji layê cîrantiyê ve, ev yek divêt wisa be. Lêbelê hûn bi israr nayêne qebulkirin, hingê ev jî ne reftariyeka rast e ku hûn rabin di vî warî de ewçend israrê bikin.    Serokê Partî Ni?timanî Kurdistan û serokê Komara Îraqê Celal Talebanî û serokê Hukûmata Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, her wiha, Rêveberiya Herêma Kurdistanê li cîhanê ji layê DYA, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Çîn, Rûsya, Koreya Ba?ûr, Îranê û hê gelek dewletên din ve têne nasîn. Pê?ewayên kurdan gelekê caran bi awayekî fermî çûne serdana gelek dewletan. Ev dewlet hewl didine xwe da ku li navenda Rêveberiya Herêma Kurdistanê, ango li Hewlêrê balyozxaneyan vekin. Nûnerên wan ligel pê?ewayên kurd, ligel Parlamentoya Kurdistanê, ligel serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê û hwd. hevdîtinan pêk tînin. Di vê babetê de kêmasiyeka berbiçav ya pê?ewayên kurdan, ya rêveberiya kurdan nîn e. Pêwendiyên dîplomatîk, polîtîk û ekonomîk yên Hukûmata Herêma Kurdistanê ligel dewletên curbicur ge? dibin. Roj ji rojê ev pêwendî xurtir dibin. Celal Talebanî di navîna meha îlonê de bona ku be?darî civînên Yekîtiya Neteweyan bibe çûbû New Yorkê, serokê DYA George W. Bush jî di nav de, wî ligel gelek rêveberên dewletên cihê hevdîtin pêkanîn. Ji layê din ve, di çapemeniya tirk de hate behskirn ku herçendî serokê wezîran Recep Tayyip Erdo?anî gelek xwestiye ligel serokê DYA Buhsî hevdîtinekê pêk bîne lê nikarîbûye jîvanê bistîne.    Reftariya çapemeniya tirk li hemberî kurdan, li hemberî pirsa kurd, li hemberî pê?ewayên kurd ne erênî ye, ev reftarî gelek teferuatên curbicur yên neyînî di xwe de dihewîne. Ev pêwîstiyek e, ku divêt reftariya çapemenî û masmedyayê ya li hemberî kurdan, li hemberî pirsa kurd, li hemberî pê?ewayên kurd bête vekolandin. Divêt ev vekolîn bibe babeta gotareka dî (Zarathustra News & Peyamaazadi.org).

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur