|
u an sitede, 32 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
SerokÍ herÍma kurdistanÍ; em ti KurdekÓ radestÓ welatÍn herÍmÓ nakin
Tarih: 28.10.2007 Saat: 11:44 Gnderen: Editor
|
|
Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî di dîdara xwe de ya bi televizyona Elcezîre re tekez kir, ku ti bingeh û baregehên PKK li herêma kurdistanê nînin û da nî?andan, ku herêma kurdistanê ne be?ekî arê?eya nêvbera Turkiye û PKK ye. Serokê herêma kurdistanê ew yek jî tekez kir, ku ew ti kurdekî radestî welatên herêmî nakin.
Bernameya Hîwar Meftûh (Diyaloga Vekirî) ya kanala Elcezîre pirsên girêdayî rew?a evê dawîyê ya nêvbera Turkiye û herêma kurdistanê û çend pirsên girêdayî rew?a Iraqê û welatên Erebî jî genge?e kir û serokê herêma kurdistanê hilwestê kurd pê?an da. Serokê herêma kurdistanê daxwaz ji gelê Turk kir, ku divê evî ?errî nekin ?errê nêvbera Kurd û Turk, ji ber ku heger weha bû dê sosretek mezin çê bibe. Herweha tekez kir, ku ew rê nadin carek din ?errê Kurd û Kurd çê bibe. Serokê wezîrên Turkiye Receb Teyyib Erdogan jî berî hilbijartinên evê dawîyê yên Turkiye daxwaz ji PKK kiribû, ku arê?eya xwe di nêv parliyamenta Turkiye de çareser bike. Serokê herêma kurdistanê jî ev yek wek vebûna dergehê çareserîyê da salixdan û daxwaz kir, ku carek din ev daxwaz ji PKK bihê kirin. Serokê herêma kurdistanê daxwaz ji gelê Ereb jî kir, ku divê ew pi?tevanîya birayên xwe yên Kurd bikin.
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|