Perlemantoya KurdistanÍ bersiva Perlemantoya TirkiyeyÍ da
Tarih: 25.10.2007 Saat: 10:57 Gnderen: Editor
|
|
Binavê Xudê mezin û dilovan, Civata ni?timaniya Kurdistan a Îraqê (Perlemantoya Kurdistanê) di rûni?tina roja 24.10.2007 ê de ku taybet bû bi bûyer û pê?hatên rew?a Kurdistanê û deverê, gefên hikûmeta Tirkiyeyê û komkirina hêzên le?kerî li ser sînorê bakurê Komara Îraqa Federe û gefên derbaskirina sînorên herêma Kurdistanê, ku di çend mehên borî de ji sedema wê yekê gundên herêmê car-caran tên topbaran kirin, gotûbêj kirin.
Perlemantoyê bi nîgeraniyeke mezin ve minaqe?a biryara perlemantoya Tirkiyeyê, ya ku rê ji hikûmetê re vedike hêzên le?kerî bo nav axa Îraqê bi behana hebûna beregayên Partiya Karkerên Kurdistanê li deverên ser sînorên herêma Kurdistanê bi?îne, kir. Perlemantoya Kurdistanê li hember biryara perlemantoya Tirkiyeyê, ya ku mafê derbazbûna nav axa dewleta Îraqa Ferderal dide, ku welatekê serbixwe û xwedî serweriye û cîraneke herdemî ya Tirkiyeyê ye, nigeraniya xwe radigihîne, û bi pi?tguhavêtina peymannamên Neteweyên Yekbûyî û bingehên qanûnên navnetewî dizane û ew yek ji bîr kirin ku wan bi vê biryarê hin prensîban danan ku mafî dide dewletan destbêxin nav karûbarên welatên din û pîroziya ax, sînor, serwerî û serbixweya wan libinpê bikin. Ev yek jî pê?bînîyeke tirsnak di peywendiyên navnetewî de dirist dike, ku dibe Tirkiye bi xwe jî ji wan prensîban ziyanê bibîne. Perlemantoya Kurdistanê di demkê de ku giringiyê bi mafê mirov, ji her netewe û regez be, dide, tekîdê jî li wê yekê dike ku bi prensîbên navnetewî bo rêzgirtin li serwerî û destnexistin di karûbarên navxwe û rêzgirtin li yekêtiya axa welatî, pabende. Perlemantoya Kurdistanê wê biryara perlemantoya Tirkiyeyê red dike, bi tecawezeke bê ergument bo ser asayî?a herêma Kurdistanê dizane. Herwesa ew libinpêxistina serweriya Îraqê ye û xetere jî bo ser gelê Kurdistanê û sîsetma federalî, û tehdîdeke bo ser a?itiyê deverê jî. Bitaybetî gelê Kurdistanê bo pirsgirêkekê radikê?e ku tu peywendîya wê pê re tune û destê wê jî tê nîne. Perlemantoya Kurdistanê bang li hikûmeta Tirkiyeyê dike ji bo çareserkirina probelem û pirsgrêkan li ?ûna zimanê gef û êrî?ên le?kerî bo ser herêma Kurdistan a Îraqê, zimanê diyalog û diplomasî bikar bîne. Eve jî dê li ser esasê rêzgirtina berjewendiyên hevbe? yên herdu gelên cîran dibe. Bi vê minasebtê daxazê ji Partiya Karkerên Kurdistanê dike ku hurmeta serweriya Îraqê û prensîbên navnetewî bigire. Dev ji metodên ?idetê, weke wesîle bo gehi?tina armancê, berde. Daxazê jê dike ku ji teref xwe ve agirbestê bikin haletêkê berdewam ji bo ku li pê?iya çareseriyên bi a?itî derî vebe. Perlemantoya Kurdistanê pi?tevaniya mihawilên serokkomarê Îraqê û serokê herêma Kurdistanê bo dîtina rêyên çareseriya vê pirsê dike. Daxazê jî ji hemû welatên dost, a?tîxaz û li pê?iya hemûyan jî ji DYA, Berîtaniya, dewletên hevpeyman, Yekêtiya Ewropa, Rusiya, sekreterê gi?tî yê NY, civta ewlekariya navnetewî, konseya welatên erebî û kongereya çsalmê dike ku bo dûrxistina tirsa ?erî û hatina erte?a Tirkiyeyê bo nav axa herêma Kurdistanê, li ser xebatên xwe berdewam bin. Herewesa perlemantoya Kurdistanê pi?tevaniya helwest û dengên berpirsiyar û a?tîxazane yên vê meselê li Tirkiyeyê dike, hêvî dike ku berdewam û bihêztir bin ji bo gehi?tin bo çareseriya a?tiyane û parastina berjewendiyên havbe?. Di hemna demê de perlemanto tekîdê li ser mafê herêm û gelê Kurdistanê û hikûmeta herêmê dike bo bergirî kirin li gelê Kurdistana Îraqê, destkeftên destûrî, tecrûba denokrasî li dijî her destdirljiyeke bihêt ser. Daxuyaniya dawiyê ya Perlemantoya Kurdistanê
|