Tirkiye, li hemberÓ Kurdan ? EmerÓkayÍ ?er Ólan kir. DivÍ kurd li hemberÓ vÓ ?er
Tarih: 24.10.2007 Saat: 12:08 Gnderen: Editor
|
|
Îbrahîm GUCLU(ibrahimguclu21@gmail.com)Tirkiye, li Iraqê pi?tî ku rejîma baasê hat guhertin, Saddam hat hepis kirin, pêvajoya federalîzebûna Iraqê û federebûna Kurdistanê dest pê kir, ev pêvajoya li hemberî derwleta xwe tehdît û tehlûke hesiband. Tirkiyeyê ev pêvajoya, ji bo yekîtiya miletê kurd û dewletbûna neteweya kurd destpêkek pejirand
Gor tespîta Tirkiyeyê, li Iraqê/Ba?urê Kurdistanê dewletbûna kurdan, her ku çû dê li tevayî rojhilata navîn kurdan bigre nav xwe, li Tirkiyeyê, Îranê û Suriyeyê sîstema kolonyalîst tehdît bike. Ew nehaqiya bi sedan salan e hatiye holê û ew statûya li dijî berjewendiya neteweya kurd ava bûye dê bê guhertin û Tirkiyeyê bixe tehlûkeyê. Tirkiye, gelek a?kere ye ku ji vê pêvajoya nû ya li rojhilata-navîn û Kurdistanê destpêkirî Emerîkayê berpirsiyar dibîne. Ji bona vê jî, ew milet û dewleta ku ji Emerîkayê gelek hez dikir, ji bona Emerîkayê mirov û muxalîf diku?tin, li hemberî Emerîkayê dijminitî xurt kir. Tirkiye, ji bona ku mudaxeleyî vê pêvajoyê bike, ji bona xwe sedem diqewimand. Hebûna PKKê li Herêma Federe ya Kurdistanê sedem nî?an da. Lê di nav pêvajoyê de derket holê ku ji bona mudaxeleyê sedema stratejîk PKKê nîne. Dema ku referandûma Kerkûkê kete rojevê, berpirsiyarên dewleta tirk gelek a?kere diyar kirin ku ji bona mudaxeleya Herêma Federe ya Kurdistanê PKKê sedemeke stratejîk nîne, sedema stratejîk avabûna dewleta kurd û Kerkûk e. Tirkiye, ji bona ku mûdaxeleyî Herêma Federe ya Kurdistanê bike, di 17. 10. 2007-an de di Meclîsê de biryar girt. Her çiqas di biryarê de PKKê wek a?kere hedef tê nî?an dan jî: Ji aliyê muxalefetê de (MHPê û CHPê) Herêma Federe ya Kurdistanê, serokê dewleta Kurdistanê a?kere hedef hat nî?an dan. Siyaseta dewletê ya fermî jî, ji aliyê wan de hat diyar kirin. Beriya ku meclîsa Tirkiyeyê biryar bigre, Emerîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê, NATO-yê bala Tirkiyeyê k??and. Serokê Emerîkayê diyar kir ku ji aliyê Tirkiyeyê de hêzeke mezin ya le?kerî ?andina Iraqê li berjewendî û fêda Tirkiyeyê nabe. Generalê Emerîkayî Carter Ham ku li Iraqê berpirsiyar e, diyar kir ku heger Tirkiyeyê êri?ek û mûdaxeleye le?kerî li hemberî Iraqê pêk bîne, Dewleta Iraqê wek dewleteke serwer dê xwe bi xurtî xwe biparêze. Tê zanîn ku Emerîka jî li Iraqê hêz û dewleteke serwer e. Biryara Tirkiyeyê dibe sedem ku Emerîka jî li hemberî biryara wan raweste. Gor baweriya min, biryara Meclîsa Tirkiyeyê, li hemberî Eemerîkayê, Iraqê, bi tevayî kurdan û bi taybetî Herêma Federe ya Kurdistanê ?er îlan kirine. Dîsa ev biryara Tirkiyeyê, li hemberî helwesta NATOYê, Yekîtiya Ewrûpayê ye. Li dijî huqûqa navneteweyî ye. Biryareke gelek xeter e. Dema ku Tirkiyeyê li hemberî Iraqaderal, Herêma Federe ya Kurdistanê, Emerîkayê ?er îlan kir, serokdewletê Suriyeyê jî li Tirkiyeyê bû. Serokdewletê Suriyeyê gelek a?kere diyar kir ku bi her awayî ji Tirkiyeyê û biryara ?er re pi?tgir in. Heta serokdewletê Suriyeyê ji çalakiyên PKKê Emerîka berpirsiyar diyar kir. Ev yeka jî derdixe holê ku li hemberî kurdan ew tîfaqa dîrokî ya kevne?opî dîsa li holê ye. Îran jî ne li dervayî vê tîfaqê ye. Lewra plan û projeya Tirkiyeyê, Îranê û Suriyeyê ew e ku li rojhilata-navîn statû naye guhertin, Kurd nebin dewlet, Emerîka jî mûdaxeleyî Îranê neke. Divê çi bê kirin?...* Serokê Kurdistanê, Meclîs û Hukûmeta Kurdistanê, li hemberî biryara Tirkiyeyê helwesta xwe a?kere kirin. Diyar kirin ku ew li dijî mudaxeleya Tirkiyeyê ne, dema ku Tirkiyeyê bikeve nav axa Kurdistanê ewê welatê xwe biparêzin. Di destpêkê de ji bona reflekseke demokratîk û kîtlewî organîze bibe, dest bi hewildanekê kirin. Ew, di hewildana xwe de bi serketin: Gelê Kurdistanê di demeke kurt de ev refleksa xwe ya demokratîk û kîtlewî li hemberî biryar û helwesta Tirkiyeyê nî?an da û xwepê?andin pêk hatin. Ew pêvajoya divê dom bike. Ji aliyê din de jî divê Dewleta Federe ya Kurdistanê xwe ji aliyê le?kerî da amade bike. Mafê xwe yê parastinê pêk bîne. * Divê kurd li hemû welatên Ewrûpayê û Emerîkayê li hemberî biryara Tirkiyeyê û tîfaqa her sê dewletên kolonyalîst tevgereke kîtlewî organîze bikin û bala reya gi?tî ya dinyayê bik?înin ser neheqî û ?erfiro?iya Tirkiyeyê. * Divê Kurd li hemû dinyayê lobî bikin: Biryara Tirkiyeyê û xeteriya biryarê ji dewletên dinyayê re îzah bikin û pi?tgiriya wan qezenç bikin. * Li hemû be?ên Kurdistanê divê rêxistinên siyasî û sivîl di destpêkê de refleks û tepkiyên kîtlewî diyar bikin. Xwepê?andina organîze bikin. Bêîttiatkariyê li hemberî biryara Tirkiyeyê nî?an bidin. Reya gi?tî ya Tirkiyeyê, Îranê, Suriyeyê agahdar û ?iyar bikin. Bi taybetî jî divê li Suriyeyê gelê kurd li ser pi?tgiriya Suriyeyê û Tirkiyeyê raweste. Vê pi?tgiriyê protesto û rûre? bike. * Divê li be?ên din yên Kurdistanê jî, hêzên çekdar û pê?mergê xwe ji ?erekî re amade bikin. * Ev biryara Tirkiyeyê li hemberî serweriya Iraqa federal e jî. Ji bona vê divê beriya Herêma Federe ya Kurdistanê, Iraqa federal li hemberî mudaxeleya Tirkiyeyê helwest nî?an bide. * Ev biryara Tirkiyeyê, xwediyê hedefên stratejîk yên gelek fireh û girîng e. Ev biryara li dijî berjewendiya Emerîkayê ye. Tê xwastin ku Emerîka li rojhilata-navîn bi sernekeve. Projeya demokratîk ya rojhilata navîn pêk nayê. Ji bona vê divê Emerîka jî bi her awayî helwesta xwe diyar bike. Li Iraqê Emerîka jî dewleteke serwer e. Parastina serweriya Iraqa federal, vatiniya Emerîkayê ye jî. Amed, Çiriya Pê?în 2007
|