Kurdzan Prof. Dr. OrdÓxanÍ CelÓl Á? ser dilovaniya xwe
Tarih: 23.10.2007 Saat: 19:30 Gnderen: Editor
|
|
Agahiya mirina lawekî gelê kurd ê mezin jî vê carê ji paytexta Rûsyayê ya bakûrî, ji bajarê Sankt- Pêtêrsbûrgê gihî?te me: Temenê xwe yê 75an de Ordîxanê Casim ê Celîl koça xwe ya dawiyê ji nav me bar kir. Ji asîmanê huner û wêjeya kurdî stêrkek a ge? jî ji me bû kêmasî.
Ordîxanê Celîl ji wan mirovan e, yên ku navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê wan de tên nivîsandin. Ew jî ew mirov in, ên ku di jiyanê da li ser riya wan çi zorî û dijwarî jî hebin, ew deynê xwe yê netewî didin- hemû hêz, derfet û zanînên xwe dikin xizmeta gel û welatî xwe. Mamosta Ordîxanê Celîl ê bihu?tî yek ji wan mirovan bû.Navê wî, her wiha navê malbata wî hem di welatên Yekîtiya Sovyêtê a berê de, hem jî li Kurdistanê û derveyî sînorên wê wek navê kedkarên çanda neteweyî tên nasîn. Û tê zanîn, ku bi destê mamosta Ordîxanê Celîl û birê wî Celîlê Celîl bi hezaran nirxên zargotina neteweyî hatine berhevkirin û we?andin. Eger îro bi hezaran nimûneyên zargotina neteweyî- çîrok, beyt-serhatî, stran, gotinên pêçiyan, dilok û yên din ji windabûnê hatine parastin û bûne hebûna nif?ên tê, ji ber ku di dema xwe da mamosta Ordîxan Celîl û Celîlê Celîl bi endamên malbata xwe yên din va gund bi gund, bajar bi bajar li Sovyeta berê û Kurdistanê geriyane û zargotina gel berhevkirine û we?andine. Û sertaca wan we?anan jî berevoka stûr a “Stranên mêraniyê” ye. Di vê pirtûkê da her wiha nirxandina zanistî, wergera têkstên kurdî û desteyeke wêneyan a dewlemend hene. Wî karê we?ana pirtûkeke din jî dikir, lê, sed heyf, pê re negihand. Lê belê em bi bawer in, mamosta Celîl dê wî karê xwe yê tomerî bibe dawiyê. Mamosta Ordîxanê Celîl jî, wek folklorîstên demên bihurî yên navdar, yên wek Afanasêv, Asbiêrnsên, Kolbêrg, Karacîç û yên din, di warê zargotina (folklora) kurdî da karekî wisa pêkaniye, yê ku di xezîna huner û çanda netewî da cihê xwe yê dîrokî yê hêja girtiye. Lê, eger em tenê der barê kar û xebatên Mamosta Ordîxanê Celîl yên di warê zargotinê de bibêjin, wê kêm bibîne. Wî hê di dema xwendekariya xwe de bi we?anên radîoya kurdî ya Yêrêvanê ra hevkarî kiriye, di sîstêma Akademiya zanistî û danê?gehê da kar kiriye. Ew profêsorê Danêçgeha dewletê ya Sankt- Pêtêrbûrgê bû û dersên xwe yên roja berî mirina xwe daye xwendekarên xwe. Mamosta Ordîxanê Celîl bi hezar tayî û bi hemû rewan û giyana xwe bi welatê xwe va girêdayî bû. Dema li Welêt Cegerxwîn qedexe bû, di Yekîtiya Sovyetê de jî, dibe ku çend mirovan navê wî bihîstibûn, destpêka salên 60’î yên sedsala XX’an mamosta Ordîxanê Celîl pirtûka xwe ya “Poêziya Cegerxwîne bajarvaniyê” we?and û diyarî xwendevanan kir. Û helbestên Cegerxwînê mezin bûn hebûna kurdên Sovyetê jî. Bi her pê?ketinek a welêt ra firnax û serbilind dibû, lê bi her bûyereke ne ba? re xemgîn dibû û demeke dirêj bi derdê xwe re dikewgirî. Dema em tevayî sala 2004’an di çarçoveya “Rojên wêje û zimên” de li Amedê bûn û bûn mêvanê ?aredarê bajarê mezin Osman Baydemîr, ji ?abûna per û baskên wî tunebûn, ku bifiriya. Pa?ê di rê de ji min ra got: “Tu dizanî, ev êdî serdariya gel e?! Ev jî tu dizanî tê çi wateyê?” Û ji ?abûna nizanibû çi bike… Û rojekê berî mirina xwe têlefon kir. Pi?tî axaftina tomerî pirsî: “Ev Roma re? çi ji gelê me dixwaze…Ji hêlekê va li Bakûr êrî?ên le?kerî dibe ser gelê me, ji hêla din va le?ker li ser sînorê Ba?ûr dicivîne. Zikre?iyê dikin, ne? Îcar wê çi bikin? Ji mêj ve gotine, mi?k çiqas xweliyê bikolê, wê serê xwe ke!”- Pi?tre bêhnek rahi? û careke din domand: “Ew ti?tekî jî nikarin bikin! Hêza me têrêî dike, yekîtî di navbera rêberên me da heye, hêzên me yên çekdar amade ne?! Lê Amerîka… Ewropa… Welatên Ereban?”,- Wek mirovekî ku êdî bêyî wê jî bersîva wan pirsên xwe zanibe, wî gotina xwe serhevda anî: - “Dem êdî ne ew dem in, cîhan êdî ne ew cîhan e û kurd jî êdî ne ew in! Xwe biparêze, birê min, dema xatirê te!”- wî xatirê xwe ji min xwast. Ev xatirxwestina dawiyê bû. Got- Xwe biparêze,- û xatirê xwe yê dawiyê xwest! Belê, mamostayê mezin, birayê min ê pênûsê, te xem û xerêqa me hemûyan diki?and, lê me nikaribû te bihêvi?înin û biparêzin. Me biborine, birayê delal û di koça te ya dawiyê da bila ji te ra oxir be! Bila gel û welatê me xwe?bin! Bila serê malbeta wî, bira-pismam û dost û hevalan xwe? be.Çavkanî :AzadiyaWelat/ EZÎZÊ CEWO
|