|
u an sitede, 18 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
NivÓskarÍ Kurd Mehemed Uzun Óro li AmedÍ bi merasimekÓ mezin tÍ definkirin!
Tarih: 13.10.2007 Saat: 19:00 Gnderen: Editor
|
|
Du roj berê hêja Mehemed Uzun çû ser dilovaniya xwe. Îro li Amedê cenazê nivîskarê navdar tê rakirin. Li serwesiyeta wî dê birêzan Ya?ar Kemal, ?erafettin Elçî û Ahmet Turk di merasima cenazeyê wî de axaftinê bikin. Gelek kesayetên din navdar, her wisa jimarek zêde ji heval û dostên wî jî dê li merasimê amade bin. Çavdêr li benda be?dariyek zêde ji gel in. Amed îro bi dil û can bi nîvîskarê xwe re ye. Ev jî yek ji delîl û nî?ana Kurdewariyê ye, hezkirina Kurdistanê ji bo keç û kurên xwe xwedî qedir e.
Bi koçkirina dilovan Mehemed Uzun xebatên ziman û çanda Kurdî hostayekî xwe hêja ji dest da. Dewsa Mehemed wisa bi hêsayî dê newê dagirtin. Bi taybetî romana Kurdiya bakur dê demekî li hostayê xwe bigere. Xesarek mezin ji torevanî û bîreweriya gelê Kurd re bû. Xelkê Kurdistanê û wêjeya Kurdî dê bi berhemên wî Mehemed Uzun vejîne. PDK-Bakur, bi xatir xwestina te gelek xemgîn e.Îro em li Amedê li dûyê nivîskarê xwe nemir in, di vê rêwiya te de bi te re ne. Bila serê gelê Kurd sax be û em ji malbata kek Mehemed re, hemî heval û dostên wî re sersaxiyê û sebirê dixwazin. Nivîskar û birewerên me perçeyek ji çand û dîrok û jiyan me ne. 13.10.2007PDK-Bakur
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|