Mehemed Uzun bi gotinÍn wÓ nerm ? manÓdar birÍvekirin!
Tarih: 13.10.2007 Saat: 18:38 Gnderen: Editor
|
|
Bayram Ayaz Li jêr mesaja Bayram Ayaz ku ?andiye civîna Stokholmê ji bo xwendevanan pê?kê? dikin. Bi destê hêja kek Cemal Batun, ji bo birêvebirên rêzdar ên “Civîna sersaxî û malaavabûnê ya dilovan Mehemed Uzun”
Bi xatir xwestina kek Mehemed em hemî gelek xemgîn in. Ziman û wêjeya Kurdî xebatkar û hostayekî xwe dilsoz û xwedî berhem ji dest da. Ew ji kîsê miletê Kurd çû. Mixabin, zû terka me kir! Bi çûna wî serçaviyekî ziman û çanda Kurdî çikiya. Me bîrewerekî xwe delal ji dest da. Di hevpeyvîna programa Bergehê de kek Mehemed ji tema?evanan re dibêje: “Ez sê car mirim, çûm wî alî û cardin vegeriyam.”Cara çaran ku kek Mehemed çû wî alî, mixabin êdî li me venegeriya, xatirê xwe ji gelê xwe bi temamî xwest. Di wê hevpeyvînê de xwe? xuya dike ku wî xwe ji vê çûyina bêveger re jî amade kiribû. Dema bahsa xwedî lê derketina gelê Kurd dike, dibêje, “Bimirim jî, dê çavên min li dûyê min nemîne. Min dît ku keda min vala neçûye û xelkê me xwedî li min derdikeve.” Belê, ev ti?t nebûye qismetê herkesî. Ya herî girîng, vê bûyerê rastiyekî nî?anî me da. Yanî, dema xelkek xwedî li nivîskarê xwe derbikeve, li ber wî nivîskarî hêzekî wisa zêde peyda dibe ku ew bikare sê caran kefenê xwe biçirîne. Bûyera kekê Mehemed bila ji me re bibe dersekî.Hewce ye, em ne tenê demê nexwe?iyê li nivîskar û bîrewerên xwe xwedî derkevin. Ya girîng ew e ku em di demên saxiyê de xebatkarên çandê û zimanê Kurdî bêxwedî nehêlin. Ne tenê demê wefatê em pesnê wan bidin. Divê em di saxiya wan de heqê wan teslîm bikin. Nivîskar û bîrewerên miletekî, hosta û xebatkarên ziman û çanda wî miletî ne. Milet, bi ziman û çandê dibe milet. Wêca ziman û çand jî jê re xebat divê. Miletên ku xwedî li nivîskarên xwe derkevin, xwedî li hebûna xwe derdikevin. Cihê keyfxwe?iyê ye ku ev têgihî?tin li nav me Kurdan hêdî hêdî peyda dibe. Careka din em li gotinên kek Mehemed yên hevpeyvînê vegerin. Ew dibêje: “Divê em qedrê hevdû bizanin, hesudiyê nekin û ji hevdu hez bikin.” Belê, hewce ye ev ti?t ji me re bibe wek exlaq. Hesudî û dilre?î bîreweriya me netewî teng û hi?k dike, çanda me pa?de dihêle, zimanê me qels dike.Gotinên kek Mehemed; yekî ku “sê caran ji mirinê vegeriye” zêde zêde girîng in. Dema ku mirin tê ber derî, ji mirov re zelal dibe ku qedr û qîmeta mirovî, divê bi ser her ti?tî re be. Bila serê malbatê, nas û dostên wî sax be. “Oxir be kek Mehemed!” Silav û rêz.Bayram Ayaz 13.10.2007
|