NivÓskar Kurd Mehemed Uzun ji nav me bar kir
Tarih: 11.10.2007 Saat: 12:04 Gnderen: Editor
|
|
Nivîskarê Kurd ê binavûdeng Mehemed Uzun pi?tî liberxwedaneka dûrûdirêj a li hember nexwe?îna xwe ya giran a ?êrpenceyê, mixabin ku îro saet 11:05-ê bi wextê Anqerê (10:05-ê Swêdê) li Diyarbekirê li nexwe?xaneya taybetî a Venî Vîdî çavên xwe ebediyen li jiyanê girt.
Mehemed Uzun teqrîben du sal berê, di dema serdaneka xwe ya Kurdistana azad de nexwe? ketibû, pi?kinînên wî yên destpêkê yên li Kurdistanê û pi?t re li Tirkiyeyê tu encamên berbiçav nedabûn, pi?t re Mehemed Uzun li welatê ku lê dima, li Swêdê berdewamî dabû pi?kinîna nexwe?iya xwe. Di encamê de buhara 2006-ê hat tesbîtkirin ku nexwe?iya Mehemed Uzun ?êrpence (kanser) ye. Mehemed Uzun berê li Stockholmê, pi?t re demeka gelek kurt li Harwardê, pa?ê cardin li Stockholmê berdewamî da dermankirina nexwe?iya xwe. Par havînê nexwe?xaneya Karolinskayê ya Swêdê ragihandê ku dermankirina nexwe?iya wî tu encamê nade û ew nema karin berdewamî bidin dermankirinê, çimkî bunyeya wî hatiye wê noxteyê ku ew dikare ji derman jiyana xwe ji dest bide.Li ser vê Mehemed Uzun bi halê xwe yê nexwe?, tevî malbata xwe li gel refaqeta hin hevalên xwe yên nêzîk Swêd bicî hi?t û vegeriya Diyarbekirê. Li Diyarbekirê ew ji bal berpirsên ?arederiya Diyarbekirê, ronakbîrên kurd û qelebalixek ji ciaka kurd hat pë?wazîkirin û wî di bin kontrola tîmeka doktorên kurd de dest bi tedawiyeka nuh a nexwe?iya xwe kir. MetodÊn tedawiyê ew bûn ku hîn di dema tecrubekirinên ilmî de bûn, hê dinya tibbê bi her awayî ew metod resmî pesend nekirine.Bi wê pê?wazîkirina mezin gelê kurd a li Diyarbekirê û bi vê dermankirinê Mehemed Uzun li ber xwe da, salûnîveka din berdewamî da jiyana xwe, ew ji nexwe?xaneyê derket, dest bi gerê kir, çû Istanbulê, carekê vegeriya Swêdê, çû ber gola Wanê vehesiyanê.Lê mixabin tevî hemû wê têko?în û liberxwedanê Mehemed Uzun nekarî ji wê nexwesiya bêbext xelas bibe û îro li nexwe?xaneya taybetî a Diyarbekirê jiyana xwe ji dest da.Mehemed Uzun kî ye?Mehemed Uzun sala 1953-yê li Swêregê ji diya xwe bû, xwendina xwe ya heta amadeyiyê li Swêregê temama kir. Ew di gêncîtiye xwe de bû welatparêz û ?ore?gerê kurd. Pi?tî darbeya eskerî ya 12-ê adara 1971-yê ew jî li Diyarbekir li gel welatperwer û ?ore?gêrên kurd hat zîndan kirin.Pi?tî derçûna efuya gi?tî ya sala 1974-ê Mehmed Uzun li Komal_Rizgariyê berdewamî da jiyana xwe. Li Tirkiyeyê ew bû berpirsê we?anê yê kovara Rizgariyê. Bi jihevcudabûna Rizgarî û Ala Rizgariyê ew demekê li gel Ala Rizgariyê me?iya. Di sala 1977-ê de ew ji welat derket û li Swêdê bicîh bû. Li Swêdê demekê bi navê Rizgariya Kurdistan kovarek derxist. Ji sala 1985-ê pê ve dest bi nivîskariya edebî kir û romana xwe ya pê?în Tu di 1985-ê de li Swêdê we?and. Ji wê demê bi vir de wî gelek roman û xebatÊn edebî yÊn din we?andine. Berhemên wî bi kurdî ne, Ew hatine wergerandin ser tirkî, Swêdî, norwejî, almanî, îngilîzî û hin zimanên din. Temamiya romanên wî ji bal Muhsin Kizilkaya va hatine wergerandin ser zimanê tirkî û we?andin.Mehemed Uzun emdamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê bû wî demekê di birêvebiriya vê Yekîtiyê de kar jî kir. Ew endamê Pan Kluba Swêdê bû, di Pena navnetewey^ide aktîf kar kir. Ew bû endamê Yekîtîya rojnamevanên Swêdê û ya Rojnamevanên Cîhanê jîEw ji ber romana xwe ya Ronî Weka Evînê Tarî Weka Mirinê, (A?k Gibi Aydinlik Ölüm Gibi Karanlik)û ji ber xebata eseyî ya bi navê Kulîlkên Hinaran (Nar Çîçeklerî) sala 2001-ê li Tirkiyeyê hat berdadkirin.Her wê salê wî xelata Yekîtiya We?înerên Tirkiyeyê a Azadiya Ramanî û Raderbirînê wergirt. Xelata Edebiyatê a Enstîtuya Berlinê, xelata Qelema Azadîyê a Torgny Segerstedt û di sala 2002-yê de xelata Stina Erik Lundeberg a akademiya Swêdê wergirt. Ji ber xebatên edebî wî sala 2005-ê Xelata Rêzlêgirtinê a hukumeta Kurdistana federe girt.Berhemên wî- TU (Sen), Roman, 1985; - Mirina Kalekî Rind (güzel bir Ya?linin'in Ölümü), Roman, 1987; - Siya Evînê (Yitik Bir A?k?n Gölgesinde), Roman, 1989; - Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê (Evdalê Zeynikê'nin Günlerinden Bir Gün), Roman, 1991; - Destpêka Edebiyata Kurdî (Kürt Edebiyat?na Giri?), ›nceleme, 1992; - Hêz û Bedewiya Pênûsê (Kalemin Gücü ve Görkemi), Denemeler, 1993; - Mirina Egîdekî (Bir Yi?idin Destan?), Destan-A??t, 1993; - Världen i Sverige (Tüm Dünya ›sveç'te), Edebiyat Antolojisi, M. Grive ile Birlikte, 1995;- Antolojiya Edebiyata Kurdî (Kürt Edebiyat Antolojisi), Antoloji, du cilt, 1995; - Bîra Qederê (Kader Kuyusu), Roman, 1995; - Nar Çiçekleri, ese (tecrube- deneme), 1996; - Ziman û Roman (Dil ve Roman), hevpeyivîn, 1997; - Bir Dil Yaratmak, Söyle?iler, 1997; - Dengbêjlerim, Deneme, 1998; - Ronî Mîna Evînê - Tarî Mîna Mirinê (A?k Gibi Ayd?nl?k Ölüm Gibi Karanl?k), Roman, 1998;- Zincirlenmi? Zamanlar Zincirlenmi? Sözcükler, Deneme, 2002; - Hawara Dîcleyê/Dicle'nin Sesi I - Hawara Dîcleyê (Dicle'nin Yakar???), Roman, 2002; - Hawara Dîcleyê/Diclenin Sesi II - Dicle'nin Sürgünleri, Roman, 2003. - Ruhun Gökku?a??,Roman,2005 Jêder:Netkurd/Murat Ciwan
|